Berxwedana jinên êzidî: Ji malê ber bi xebatên dîplomasiyê ve

  • 09:03 2 Tebax 2023
  • Rojane
Leyla Şengalî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi ser fermana 3'ê Tebaxê re 9 sal derbas bû, êzidiyên ku bi fikr û ramanê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin kir biryarbûna xwe ya berxwedanê didomînin. Endama Kordînasyona TAJÊ Zozan Simo, diyar kir ku jinên ku beriya fermanê nedikarin ji mal derkevin niha li cîhanê xebatên dîplomasiyê didin meşandin.
 
Di 3'yê Tebaxa 2014’an de DAIŞ'ê êrişê Şengalê kir, nêzî 17 hezar hêzên PDK'ê yên li bajêr bêyî ku fîşekê biteqînin ji Şengalê reviyan. Ev tişt rê li ber komkujiyeke mezin vekir. Êdî li Şengalê komkujî veguherî qirkirinê. Bi hezaran mirov hatin kuştin, dîl hatin girtin û hatin revandin. Êzidiyên ku ji mirinê rizgah bûn jî berê xwe dan Çiyayê Şengalê. "12 siwariyên Derwêşê Evdî" ya ku di nava civaka êzidî de dihatin pênase kirin li Çiyayê Şengalê dest bi rêxistinbûnê kirin. Di 12'yê Mijdara 2015'an de mizgîniya destpêkirina "Operasyona azadkirina Şengalê" da. Bi ser fermanê re 9 sal derbas bûn.
 
Êzidî û bi taybetî jî jinên êzidî niha rêxistinbûna xwe li ser fikr û ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan saz dikin. Endama Kordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Zozan Simo ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî û bal kişand ser fermanê, têkoşîna jinên êzidî û rêxistinbûna jinên êzidî.
 
* Beriya fermanê rewşa jinên Şengalê çawa bû?
 
Jinên êzidî li malê girtî bûn. Di nava 4 dîwaran de bûn. Nedikarin derkevin li derveyî mal. Me gundên derdora xwe nedîtibû û heta ku me gundê xwe jî nasnedikir, me cîranê xwe nasnedikir. Ango jin girtî bû û nedikarin derkevin derveyî malên xwe. Me deverekî nasnedikir. Di nava gund de xer û şer çêbûya jî me nedikarî em derkevin derveyî mal. Jinên ku di nava 4 dîwaran de be gelo dê çi ji xwe re bike. Li malê jî jin di nava zilm û zorî de bû.
 
Di bin feraseta parastina jinê nedihiştin ku jin biçe cihekî. Bi taybetî jî nedihiştin ku zarokên keç heta dawiyê bixwînin û tenê heta pola 6’an didan xwendinê. Ne dihiştin ku zarokên keç ji gund derkevin. Digotin kêrnayê ku zarokên keç derkevin nav civaka misilmanan û bixwînin. Dema dibistan diqetiya ne dihiştin ku zarokên keç biçin Musilê berdewamiya xwendina xwe bikin. Di dema min de di nava 100 keçikan de tenê zarokek keç bi zorê çû Musilê dibistan xwend. Lê hezar gotin li pêy xistin. Lê ev çû, bû bijîşk û hat xizmetê da gundê xwe.
 
Wekî ku min got jinên êzidî li mala xwe wek girtiyan bû. Ji bo min jî heman tiştbû. Min pola 6’an qedand û ji bo azmûnê ez çûm Sinûnê, dema ku ez vegeriyam malbata min li ber min rawestiya û got tu çawa çûyî? Çûyîna min nedihat qebûlkirin. Destûr tenê ji bo xortan dihat dayîn ne ji bo jinên ciwan. Xortên ku çûn dibistan xilaskirin jî piştre li malê rûdiniştin û tenê karê emeletiyê kirin. Bi taybetî rewş wisa bû.
 
* Di dema êrişên DAIŞ'ê de jinên êzidî çi jiyan û di fermanê de rewşa jinan çawa bû?
 
DAIŞ dema êriş kir serê ewilî jinan kir hedef. Gotin heke em jinan xilas bikin û desteserbikin vê demê em ê li Şengalê jî bi ser kevin. Bi feraseta namûsê serê ewilî destavêtin jinê. Zilm û zordariyek pir mezin li jinê û jinên ciwan kirin. Heke jin ne girtîbûya di dema fermanê de dê bikariya li hemberî zilm û zorê li ber xwe bida. Xireta jinê ji mêr zêdetir e. Heke hêza jinan wekî îro bûya ev ferman pêk nedihat. Vê demê em çavgirtî bûn û me derekî nasnedikir. Me gundê xwe nasnedikir û çiyayên xwe nasnedikir. Ji ber vê jî me nekarî em parastina xwe bikin. Jineke êzidî cesaret nedikir ku çek bigire û xwe bipareze. DAIŞ’iyan bikuje. 2 DAIŞ’î dihatin bi sedan jin didan li pêşiya xwe û dibirin. Çima, ji ber ku jin bêcesaret bûn. Heke wekî niha bûya jin dê wan DAIŞ’iyan bikuştana û dê şer bikira. Vê demê mêr jî bêhêz bûn û nekarin tiştekî bikin. Di dema fermanê de te kijan jinê mezedikir, digiriyan. Çima, ji ber ku nedikarî tiştekî bikin.
 
* Rêxistinbûna ewilî ya jinên êzidî çawa pêk hat? Tevlîbûn û nêzîkatiya jinan çawa pêk hat?
 
Di fermanê de gotin waye hêzek hat û dê gel biparêze. Me bawer nedikir hêzek bê û me bipareze. Me digot êdî Şengal çû. Dema me dît jin û mêr di nav vê hêzê de heye em matmayî man û ji ber ku me bawer nedikir. Me digot ev hemû mêr in. Di nava komê de yekê keziyên xwe girt nîşanî me da û got “Belê ez jin im”. Me hêza xwe ji wan jinan girt, her jinek ji wan cesaret girt. Li Çiyayê  Şengalê û Serdeştê jin kombûn û ji xwe re cih çêkirin. Piştre çek hildan bi mêran re li dijî DAIŞ’ê şer kirin. Êdî jina êzidî xwedî bi cesaret bû û bi hêz bû. Yên ku hatî bi xwe re fikrek anîn û ev fikr di serê jinên êzidî de cih girt. Jinên êzidî rabûn ser piyan li hemberî dijmin li ber xwe da û şer kir.  
 
Di berxwedana li Çiyayê Şengalê de êdî jin kom bibûn û li dijî DAIŞ’ê şer dikir. Jinan bi kombûnê re meclîsa xwe ava kir. Di serî de 4 jin bûn piştre bûn 10 û piştre jî bûn sed jin. Me hêza xwe ji wan jinên ku hatî hewara me girt. Ev kes bi jinan re dipeyivîn û qala têkoşînê dikirin û bi gotina “Şêr şêr e çi jin e û çi mêr e” jinan anî cem hev. Piştî ku li Çiyayê Şengalê jin bi rêxistinbûn cesaretê da gundan jî. Şêniyên gund ji vê berxwedanê hêzê girt û rabûn ser piyan.  
 
* Bandora fikr û ramanê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li ser jinên êzidî mirov dikare çawa şîrove bike?
 
Niha di her gundê Şengalê de meclîseke jinan heye. Bi hezaran jin bi fikra azadî û têkoşînê di nav rêxistinên giştî de cih digirin. Kar û xebatên xwe dimeşînin û bi cesaret in. Jinên êzidî bi fikr û ramanê serokatiyê rabûn ser piyan û li ber xwe dan. Fikra wekheviya jin û mêran, êdî di nav me de pêşket. Ev tişt di pergala hevserokatiyê de derket holê. Jin jî dikare hevserokatiyê bike, jin û mêr êdî di heman astê de nin. Me daxwaza perwerdê kir. Ji ber ku bi perwerdê em dikarin bi ser kevin. Bi fikr û ramanê serokatiyê perwerde hat dayîn û li ser vê fikrê me xwe ji nûvê avakir. Me zanî ku bi perwerdê em dikarin her tiştî bikin. Me xwest fikr û ramanê serokatiyê û fikrê êziditiyê ya bi hezar salî bînin cem hevdû û ji ber ku ev fikr ji nêzî hevdûbûn. Em li ser vê yekê xwe birêxistin dikin. Taybetmendiyeke baweriya êzidiyan heye ku dema serê sibê radibin diayê dikin, pêşî 74 neteweyan re dia dikin û piştre ji xwe re dia dikin. Êzidî dilrihm in û dema ku fikrê serokatiyê jî me nas kir em bêtir rabûn ser xwe. Jin êdî bi vê fikr û ramanê rêxistinbûna xwe ava kir û berê xwe da Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ).
 
* Hûn dikarin behsa avakirina TAJÊ û bandora TAJÊ ya li ser jinan bikin?
 
TAJÊ, di sala 2017’an de hat avakirin. Piştî avabûna TAJÊ, bala hemû jinên êzidî kişand ser xwe. Niha bi giştî li Şengalê xebatan dide meşandin. Hem jî hêla ciwanan ve û hem jî ji aliyê dayikan ve xebat tên kirin. Em hemû di bin sîwana TAJÊ de kom dibin. Em hewl didin ku bêtir karê xwe mezin bikin û xwe bighînin hemû jinên Şengalê. Jinên ku berê nedikarin derkevin derveyî mala xwe niha heta Bexdayê ve diçin û bi wezîran re bi rayedarên dewletan re hevdîtinan dikin, serdana sazî û partiyên siyasî dikin. Êdî dikarin êşa xwe bînin ziman. Ev tişt bi saya fikrê TAJÊ pêk hat û ev xebatên ku tên kirin yek car şixulekî pîroz û serketiye.
 
TAJÊ, li Şengalê li her derê ye. Li gund û taxan xebat dide meşandin. Di salvegeran, pîrozbahiyan û hemû xebatên taybet de TAJÊ pêşengtî dike. Dema gund jin pirsgirêkan bijîn berê xwe didin TAJÊ. Ev tişt ji bo me gelek girîng e. Em bûn navnîşana çareseriyê. Naçin ber destê hikûmetê, dewletê û mixtaran. Ji xwe piştî fermanê jî qimeta wan nema. Li gundan xebat dide meşandin û ber bi jinan ve diçin. Çi kar û xebat hebin ji hêla TAJÊ ve tê organîzekirin. Dengê jinên êzidî niha bi TAJÊ re li Silêmanî, Bexda û cîhanê deng veda.
 
TAJÊ, bi xebatên xwe dixwaze rê li ber fermanên nû bigire. Em ê xwe bi rêxistin bikin û nehêlin ku carek din fermanek din pêk bê. Em her li pêş dijminê xwe bisekinin. Ev kesên ku me di nav dijmanan de hiştinê bi rêxistinbûna xwe bersivê bidin. Em jinên êzîdi dizanin ku ji bo me kijan rê rast e û em ê li ser vê rêyê bimeşin.
 
* Niha pirsgirêkên jinên Şengalê çi ne û hûn wek TAJÊ çawa çareser dikin?
 
Bandora fermanê hêj jî li ser jinên êzidî heye û hêj jî jin pirsgirêkan dijîn. Gelek jin hewl didin ku bi şewitandinê dawî li jiyana xwe bînin. Em hewl didin ku xwe dighînin wan jinan. Em dibêjin li şûna dawî li jiyana xwe bînîn bila tevlî têkoşîna TAJÊ bibin û tola xwe hilînin. Jinên rêxistina me nasdike êdî xwekuştinê nafikire. Tevlî xebatan dibe, xwe nas dike, derdora xwe dibîne û nas dike. Hêj jî pirsgirêka jinan a derneketina derveyî mal didome û tenê bi karê malê re mijûl dibe. Em hêvî dikin ku hemû jinên êzidî di nava meclîs û xebatan xwe bi rêxistin bike. Em xwişk, heval û rêhevalên hev in û em ê bi hev re pirgsgirêkên xwe çareser bikin. Em dixwazin her jinek pirsgirêkên xwe bîne cem me ku em bi hev re çareser bikin. Her wiha êşa me jinan yek e û mêr tucarî êşa jinan fêm nake. Ji ber vê jî divê jin bi rihetî bê cem me û êşa xwe bi me re parvebike û em her tim vê bangewaziyê li jinan dikin. Li ser vê esasî em mal bi mal digerin û guhdariya jinan dikin.
 
* Sazî û dezgehên li Şengalê çawa tevlî TAJÊ dibin û temsileyeteke çawa heye? Xebatên we yên bi saziyên din re di çi astê de ye?
 
Ji xwe rol û mîsyona TAJÊ ya di nava civakê de girîng e. Sazî û dezgehên sivîl û partiyên siyasî li Şengalê guhdariya rêxistina jinan dike. Xwedî li biryarên jinan derdikevin. Jin bi sazî û dezgehan re dicivîn nîqaşên hevpar didin meşandin. Jin bi firk û ramanê xwe şixûlê xwe dike û biryarên xwe dide. Sazî û dezgehên sivîl, saziyên çand û hunerê û Partiya Azadiya Demokratîk a Êzidiyan (PADÊ) tevlî xebatên TAJÊ dibin û biryarên TAJÊ esas digirin. Serbixwebûna jinan rê li ber azadiyê vedike. Jin êdî biryarên xwe bi xwe dide, ji çalakiyan re pêşengtiyê dike û di xebatên dîplomasiyê de pêşengtiyê dike.
 
* Peyama we ya dawiyê çiye?
 
Em cudakariyê naxin nava jinan, ji bo me hemû jin yek in û em xwe dighînin hemû jinan. Em dizanin ku niha li hemberî êriş û fermanan bi sedan jin hene ku  dê şêr bikin. Ev tişt bi saya xebatên TAJÊ pêk hat. Heke em bibin yek  tu dewletên din nikare me têk bibe. Heke em yekitiya xwe ava nekin em ê tunebibin.
 
Em ê bi pêşengiya jinê axa xwe biparêzin û bi ser kevin. Em ê bi vê fikr û ramanê li gund û taxan li gel jinan bin û em ê li dijî gotinên mêrên serdest derkevin û hemû jinan bi rêxistin bikin.