'Nameyên ji Şengalê êş û berxwedana Şengaliyan raber dike'

  • 09:05 5 Tebax 2023
  • Çand û Huner
Gulistan Şahîn
 
QAMIŞLO - Endama Produksiyona Fîlmê "Nameyên ji Şengalê" Çîgdem Roj diyar kir ku "Nameyên ji Şengalê" êş û berxwedana Şengaliyan raber dike û fîlm wiha nirxand: "Armanca me ya fîlmê 'Nameyên ji Şengalê' ew e ku êş û dîroka berxwedanê bi riya fîlmekî em raber bikin."
 
Fîlmê "Nameyên ji Şengalê" ji aliyê Produksiyona Nûjiyan û derhêner Dersîm Zêrevan ve hatiye çêkirin. Amadekariya vî fîlmî di sala 2018'an de li Şengalê hatiye kirin û di sala 2022'yan de temam dibe û dest bi pêşandana fîlm tê kirin. Fîlm qala serpêhatiyên Şengalê yên dema çeteyên DAIŞ'ê êrîş kir, dike. Her wiha ev fîlm ji 6 beşan û wekî ji navê xwe jî digire 6 nameyên cuda derdikeve pêşberî temaşevanan. Di vî filmî de him drama, him fikir him jî belgefîlm di hundirê xwe de dihewîne. Her wiha ev fîlm ji aliyê ekîbek jin tê çêkirin.
 
Di 3'yê Tebaxê de çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kirin û di encamê de bi hezaran Kurdên Êzîdî hatin qetilkirin, bi hezaran jin hatin revandin û kesên ku xwe rizgar kirin berê xwe dan çiyayan. Li ser êrîşan 9 sal dibore, lê heta niha jî êş û zehmetiyên ku welatiyên Şengalê dijîn, li ser lêvan e. Îro ew êşên ku hatine jiyîn, da ku di dîrokê de bimîne û neyên jibîrkirin, dibin fîlm, belgesefîlm û li her derê tên nîşandan. 
 
Têkildarî fîlmê "Nameyên ji Şengalê" ji Produksiyona Fîlm, Çîgdem Roj nêrîna xwe bi ajansa me re parve kir.
 
Çîgdemê destnîşan kir ku fîlm di sala 2018'an de li Şengalê hatiye kişandin û wiha got: "Me wek ekîbek jin dest bi amadekariya fîlmê 'Nameyên ji Şengalê kir'. Amadekariya me di sala 2018'an de li Şengalê hate kirin. Di sala 2019'an de em derbasî kişandina fîlm bûn. Di sala 2022'yan de jî amade bû û dest bi pêşandanê hate kirin ku heta niha tevlî mîhrîcanan dibe."
 
'Têkoşîna ku hatiye kirin di fîlm de hate nîşandan'
Çîgdemê armanca çêkirina vî fîlmî wiha tîne ziman: "Armanca fîlmê 'Nameyên ji Şengalê', di rastiyê de ew bû ku komkujiya li ser êzidiyan hat kirin nîşan bide. Armanca me ya kişandina vî fîlmî ew e ku êşên hatine jiyîn, berxwedana mezin a hate kirin em derxin pêş. Me xwest vê dîroka berxwedanê em bi riya fîlmekî raber bikin. Me xwest hemû cîhan rastiya ku welatiyên Şengalê jiyane bibînin. Dibe êşên ku hatine jiyîn tenê bi fîlmekî re îfade nabe. Lê me xwest ji bo ragihandina rastiyê em vê riyê jî bi kar bînin. Dema me wekî ekîp li wan dayikan guhdar dikir me didît qala serpêhatiyên xwe dikirin, giraniyek di me de jî dida avakirin. Me digot gelo em ê mafê van êşan bi riya fîlmekî bikaribin bidin? Barekî giran li ser milê me bû. Li ser vê axê têkoşînek bêhempa û bêhesap hatibû kirin, ev yek jî bi saya şervanên azadiyê bû."
 
'Fîlm ji 6 beşan pêk tê'
 
Çîgdemê qala naveroka fîlmê "Nameyên ji Şengalê" wiha dike: "'Fîlmê Nameyên ji Şengalê' ji 6 beşan pêk tê. Di her beşê de 6 name hene û me xwest di nava civakê de her beşekê wek nameyekê ji tevahî cîhanê re ragihîne. Zarokek nameya xwe dixwîne, dayikek nameyek xwe dixwîne û şervanek nameyek xwe dixwîne. Piranî têkoşîn, êşa ku li Şengalê hatiye jiyîn bi riya nameyekê me xwest ragihînin. Dema me amadekarî jî kir, me lîstikvan taybet neanî û taybet perwerde nekir. Her kesî li ber xwe lîst û lîstikvan ji ber xwe çêbûn, ji ber çîrok a wan  bi xwe bû. Her kesî tiştên jiya, di fîlm de leyîst."
 
'Derhêner û ekîba fîlm ji jinan pêk dihat'
 
Çîgdemê bal kişand ser derhênera fîlmê "Nameyên ji Şengalê" û wiha domand: "Derhêneriya fîlm ji aliyê Dêrsîm Zêrevan ve hate kirin. Dêrsîm Zêrevan di heman wextê de xwendevana Halîl Dag bû. Ger îro em hatibin vê astê û em dikarin fîlman bikişînin, mîrasê Halîl Dag û yên hemû  pakrewanan e. Her wiha Meclîsa Şengalê gelek alîkariya me kir, ger alîkarî nebûya, dê ev fîlm jî çêneba. Dema me naveroka fîlm bi welatiyan re parve kir, me hembêz kirin. Hin sehne heye û dayik dileyîzin, lê rol nedikirin, rastiya ku jiya bûn nîşan didan. Ji ber hin bûyer giran bûn, me gelek caran kişandin dida sekinandin. Dîsa yadê Şemê heye, sehneyek bi wê re hatibû kişandin, sehne hemû ax û kevir bû, me got ji bo lingê wê ji ber kevir û axê neêşe me pêlav dayê, lê yadê Şemê aciz bû û got 'Hûn nizanin, dema ferman li serê me çêbû em ji mala xwe pêxwas derketin, me jiya û me dît'. Vê yekê pir bandor li me kir. Em li hember ked û têkoşîna jinan matmayî diman."
 
'Ev xebat, xebata şehîdan e'
 
Çîgdemê destnîşan kir ku ji ekîba fîlmê 3 ji wan piştî xilasbûna fîlm tevlî karwanên nemiran bûne û wiha dirêjî da gotina xwe: "Piştî ku me fîlmê xwe xilas kir, di ekîba fîlm de sê heval derbasî axa Rojava bûn û di encama şerê Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dan, bi wê wesileyê em wan hevalan jî bi bîr tînin. Kedek pir mezin ji bo fîlm dan. Em heta sax bin em ê mînetarî pakrewanên xwe bin. Ev xebat xebata şehîdan e."
 
'Werin em dîroka sînemaya jinê bi destê jinê binivîsin'
 
Çîgdemê rola jinan a di sînemayê de wiha nirxand: "Em dema li dîroka sînemayê giştî mêze dikin, hemû bi zîhniyeta mêr hatiye çêkirin. Me xwest em vê zîhniyetê bişkînin û ekîba jinan a sînemayê ava bikin. Dema jin karê sînemayê dike di aliyê nazikbûn, nêzîkbûna wê û nêzîkbûna wê ya sînemayê hîn xweştir derdikeve. Gel biryara xebatan dide û em dixwazin xebatên sînemaya jinê hîn zêde xurt bikin. Jinên ku dixwazin xebatên sînemayê bikin û dildarê vî karî ne bila werin em bi hev re hîn bibin û dîroka sînemaya jinê ji nû ve ava bikin."
 
'Fîlmê me tevlî mîhrîcanan dibe'
 
Çîgdemê diyar kir ku fîlmê wan li Rojavayê Kurdistan û Ewropayê tevlî mîhrîcanan bûye û wiha pê de çû: "Dema fîlmê me xilas bû armanca me ew bû ku em fîlmê xwe li Şengalê nîşan bidin, lê ji ber şert û mercan nebû. Loma fîlmê me yekem car li bajarê Qamişloyê derket pêşberî temaşevanan. Niha jî fîlmê me derbasî Ewropayê û tevlî mîhrîcanan dibe. Jixwe 3'yê Tebaxê li Elmanya/Selê hate pêşandan. Wê rêzenîşandana fîlmê me ya li Ewropayê dewam bike. Em dixwazin derfet çêbibe li Şengal û tevahî Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em bidin nîşandan."
 
'Fermanek pir mezin li hember Êzidiyan pêk hat'
 
Çîgdemê bal kişand ser êrîşên Şengalê û wiha got: "Em niha li dîroka welatiyên Şengalê mêze dikin, dîrokek pir bi êş e. Fermana dawî ne weke fermanên din bû. Him fermanek pir giran bû him jî bedel û têkoşînek mezin hebû. Ger em vê dîrokê ji bîra bikin em ê him îxanetê li xwe bikin him jî îxanetê li dîrokê bikin. Bi têkoşîna şervanan derket holê ku em dikarin berxwedanek mezin bikin. Tu dewletan li hember DAIŞ'ê li ber xwe neda, lê hêzên me nîşan dan û ji gel re gotin em li pişta we ne û em ê we biparêzin. Bedel û dîrokek pir giran bû, lê dîrokek di aliyê têkoşînê de gelekî girîng e. Em di vê mehê de ketin salvegera 9'an a êrîşa li hember Şengalê. Ev êrîş ji bo me pir giran bû. Me wan rojan bi riya fîlm nîşan da û kir mala dîrokê. Têkoşîn hîn dewam e û heta roja îro êrîş li hember welatiyên Şengalê dewam dike. Dê têkoşîna gel ji dîrokê re bersivê bide. Em li dîroka kurdan mêze bikin, her têkoşîn e."
 
'Denîz Firat kedeke pir mezin da'
 
Çîgdemê herî dawî Rojnamevan Denîz Firat a ku di encama êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jiyana xwe ji dest da, bi bîr anî wiha bi dawî kir: "Wek gel ev meh ji bo me pir zehmet e û dîrokek giran e. Di 3'yê Tebaxê de êrîş li hember Şengalê çêbû, her wiha di wan rojan de êrîş li dijî Mexmûrê jî hebû û di wê êrîşê de hevala me ya rojnamevan Denîz Firat jiyana xwe ji dest da û ez wê jî bi bîr tînim. Denîz Firat gelek kedeke mezin daye. Têkoşîna kesên wekî Denîzê hiştiye ku ew têkoşîn her dewam bike. Xeyalê ku nîvco maye, em ê bi riya fîlm, sînema û hunerê pêk bînin."