Ji ber pêkanînên kêfî 14 girtî nayên tahliyekirin

  • 09:06 13 Tebax 2023
  • Rojane
Dîlan Babat
 
ENEQERE - 14 girtiyên jin yên li girtîgeha jinan a Sîncanê girtîne tevî cezayên wan qediyane, bi hincetê Lijneya Şopandin û Îdarî ve nayên berdan. Lijneya Şopandin û Îdarî der barê 14 girtiyan de bi hincetên "poşmanî, cezayên dîsîplînê, ji civakê re ne amadene" tahliye nake.
 
Ji ber hincetên kêfî yên Lijneya Şopandin û Îdarî ya li girtîgehan înfaza girtiyan tê şewitandin. Girtiyên cezayê wan qediyane ji aliyê Lijneyê ve bi hinceta ‘poşman nebûne’ 6 an jî 3 mehan înfaza wan dirêj dikin. Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) 271 girtî ji ber biryarên Lijneya Şopandin û Îdarî nayê berdan. Ji van daneyan tenê 28 kes hatine tahliyekirin. 
 
Girtiyên li girtîgeha jinan a Sîncanê Mukaddes Kubilay, Zeynep Bingol, Rozerîn Kurt, Ozlem Demîr, Sedef Demîr, Sermîn Demîrbag, Sabîte Ekîncî, Jiyan Ateş, Rojda Erez, Hanim Yildirim, Necla Yildiz, Dîlan Oynaş, Berîn Sari, Nedîme Yaklan ji ber biryarên lijneyê nayên berdan.
 
Jinên îfazê wan hatine şewitandin wiha ne:
 
Hinceta şewitandina înfaza Mukkades Kubîlay: Ne poşmane
 
Mukaddes Kubîlay di 2014’an de li Agiriyê ji DBP’ê wek hevşaredar hat hilbijartin. Di 1’ê Adara 2017’an de qeyûm hat tayînkirin. Sirri Sakik ji peywirê hat girtin û Mukaddes di 27’ê Kanûna 2016’an de li Îzmîrê hat binçvakirin û 7 sal û 6 meh ceza lê hat birîn. 5 sal û nîve girtiye. Mukaddes divê 4’ê Tebaxa 2022’yan de bihata berdan lê ji aliyê lijneyê ve bi hinceta poşmanî qebûl nekiriye, nehat berdan. Di meha cotmehê de dîsa bi heman hincetan nehat berdan.
 
Hinceta şewitandina înfaza Sabîteyê: Motîveya xwe ji sûc bigire kêm e
 
Sabîte Ekîncî ji bo şaredariya Gimgim a Mûşê hat hilbijartin û 9’ê mijdara 2016’an de hat girtin û şandin Girtîgeha Mûşê. 7 al û 6 meh ceza lê hat birîn. Piştre şandin girîgeha Sîncanê. Di 28’ê hezîranê de lijneyê bi hinceta ‘rewşa baş tuneye’ tahliyeya wê sê mehan taloq kir. Hat gotin ku tahliyeya wê taloqî 19’ê Kanûna 2022’yan hatiye kirin. Lijneyê pirsên wekê ‘te çima mamostetî berda û bûyî şaredar’, ‘PKK pirsgirêkeke? Rêxistine? Pirsîn.  Lijneyê bi hincet motivasyona wê ya ji sûc dûr bikeve keme tahliye nekir.
 
Sê caran înfaza Berrîn Sari hat şewitandin
 
Berrîn di 20’ê Gulana 2016’an de bi îdiaya propaganda rêxistinê kiriye li Bedlîsê hat girtin û şandin girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê. Darizandina wê du salan şûnde dest pê kir û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 7 sal û 6 meh ceza lê hat birîn. 6 mehan li girtîgeha Bedlîsê ma û sirgûnî girtîgeha Jinan a Sîcanê hat kirin. Berîn 5 sal in li girtîgeha Sîncanê ye û divê 20’ê Kanûna 2021’ê de bihata tahliyekirin lê Lijneya îdarî û Şopandinê bi îdiaya rewşa baş tune tahliye nekirin. Lijneyê 3 mehan tahliye taloq kir û di Adara 2022’yan de dîsa bi biryara ‘rewşa baş tune ye’ bernedan. Berîn di mijdara 2023’yan de wê dîsa derkeve lijneyê. 
 
Roja bihata tahliyekirin biryar hat dayîn
 
Bi iddiaya "Endamtiya rêxistinê" di sala 2016'an de rojnameger Dîlan Oynaş hat girtin. Tevî cezayê Dîlana li Girtîgeha Jinê ya Sîncana Enqereyê tê girtin, di 26'ê Nîsana 2022'yan de xelas bûye jî lê belê bi biryara Lijneya Çavdêrî û Îdareyê hîn girtiye. Lijneya Çavdêrî û Îdareyê di 27'ê Nîsana 2022'yan de bi hinceta "halê baş tune ye" Dîlan tehliye nekir. Her wiha di 21'ê Tîrmeha 2022'yan de jî bi hinceta "poşmantî qebûl nekiriye" tehliyeya wê 6 mehan hat dirêjkirin. Di 21'ê Çileyê de bi hinceta cezayê dîsîplînê tehliyeya Dîlanê hat taloqkirin. Di 27'ê Adarê de jî lijne kom bû û dîsa bi hinceta "poşmantî" qebûl nekiriye nehat berdan. Lijneyê 26’ê Nîsanê de ceza 6 mehên din jî hat taloqkirin.
 
Ji ber neçû koxuşa serbixweyan înfaz hat şewitandin
 
Jiyan Ateş a ku li Girtîgeha Jinê ya Sîncanê girtiye bi iddiya "endamtiya rêxistinê" 12 sal û 9 meh ceza lê hatibû birîn û ev nêzî 10 salan e ku di girtîgehê de ye. Jiyan Ateş a ku ev nêzî 10 salan e di girtîgehê de ye tevî ku înfaza wê temam bûye jî nayê tehliyekirin. Ji ber biryara Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê înfaza wê hat şewitandin.
 
Rojda nehat berdan
 
Rojdan Erez ya di Adara 2016’an de li Agiriyê bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hat girtin û 7 sal ceza lê hat birîn. Rojdan ya 15 rojan li Panosê girtî ma surgunê girtîgeha Jinan a Sîncanê hat kirin. Rojan tevî hukma wê qediyabû di 25’ê cotmehê de nehat berdan. 
 
Tahliyeya wê dê di 14’ê îlonê de bê nirxandin
 
Necla Yildiz di 2019’an de meha cotmehê de li Stenbolê bi îdiaya endamtiya rêxistinê hat girtin û niha li girtîgeha Sîncanê ye. Divê 3’yê Sibatê de bihata tahliyekirin lê lijneyê 3 meh taloq kir. Tahliyeya Neclayê 14’ê Îlonê de wê dîsa bê nirxandin.
 
Ji ber poşman nebû nayê berdan
 
Ozlem Demîr ku hevseroka Agiriyê bû di 2016’an de bi îdiaya endamtiya rêxistinê hat girtin û 8 sale girtiye. Ozlem piştî girtîgeha Panosê surgunê girtîgeha Jinan a Sîncanê hat kirin. Ozlemê ku 8 sal ceza temam kiriye tahiyeya wê bi hinceta ku poşman nebûye 6 mehan hat taloqkirin. 
 
Ji ber derneket hevdîtina şexsî înfaz hat taloqkirin
 
Hatim Yildirim ku cezayê wê qedya û divê di 25’ê Mijdarê de bihat aberdan ji aliyê Lijneya Şopandin û İdarî ve bi hinceta ‘dirûşme berz kiriye, sirûd gotiye, tevli greva birçîbûnê bûye’ tahliye 6 meh taloq kir.
 
Çar caran hat taloqkirin
 
Rozerîn Kurt di 9’ê Gulana 2015’an de bi îdiaya ‘endmtiya rêxistinê’ dema li Zanîngeha Bedlîsê dixwend hat girtin û 9 sal ceza lê hat birîn. Dihat payîn ku Rozerîn di 28’ê Mijdara 2022’yan de bê tahliyekirin. Di 2’yê Tebaxê de derxistin lijneyê û 6 mehan înfaz hat taloqkirin. 4 caran înfaza wê hat şewitandin. Rozerîn wê 14’ê Çileyê 2024’an de dîsa derkeve lijneyê.
 
Sê caran înfaz hat taloqkirin
 
Hevşaredara Qereyaziyê Zeynep Han Bîngol di 6’ê Kanûna 2016’an de hat girtin û 7 sal û 6 meh ceza lê hat birîn. Zeynep ya li girtîgeha Sîncanê ye lijneyê tahliyeya wê du caran her carê sê mehan taloq kir.
 
Cara 3'yem înfaza wê hat taloqkirin
 
Sedef Demîr jî yek ji girtiyên ku ji ber poşmaniyê qebûl nake tahliyeya wê tê taloqkirinê. Sedef di 2016’an de bi îdiaya emdamtiya rêxistinê hat girtin 8 sal û 3 meh ceza lê hat birîn. Sedef ku divê 15’ê Adarê de bihata berdan cara sêyemîn  înfaza wê hat taloqkirin.
 
Înfaza girtiya 30 salî hat şewitandin
 
Nedîme Yaklan 30 sale girtiye û 36 sal ceza lê hatibû birîn. Nedîmeyê di 1’ê Nîsana 2023’yan de ceza temam kir û lijneyê tahliyeya wê sê mehantaloq kir. Di 15’ê hezîranê de ji nûve înfaz hat taloqkirin.  Di 15’ê îlonê de wê dîsa derkeve lijneyê.
 
Di 17'ê tîrmehê de derkeve pêşberî lîjneyê 
 
Sermîn Demîrdag di 13’yê Nîsana 1993’yan de hat girtin. Di 7’ê Adara 2023’yan de ceza qedya lê lijneyê înfaz şewitand. Di 25’ê Gulanê de lijneyê dîsa înfaz şewitand. Di 17’ê tebaxê de wê Sermîn derkeve lijneyê.