Parêzer Raziye Ozturk: Tecrît berdewamiya komploya navneteweyî ye

  • 09:06 15 Tebax 2023
  • Rojane
 
Rojda Aydin 
 
WAN - Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk, destnîşan kir ku tecrîd berdewamiya komploya navneteweyî ye û li dijî komployê divê têkoşîneke mezin bê dayîn. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployek navneteweyî teslîmê Tirkiyeyê hat kirin û ji wê demê vir ve li Girava Îmraliyê tecrîdek kûr tê meşandin. Parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Asrinê herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn û ji wê demê vir ve ji bo hevdîtin bikin gelek caran serlêdan kirin û ev serlêdan bê bersiv man. Di heman demê de di sala 2023’yan de derket holê ku dîroka wê nehatiye diyarkirin de ji bo Abdullah Ocalan du caran cezayê dîsîplînê hatiye dayîn.
 
Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk, derbarê tecrîda her ku diçe giran dibe de axivî.
 
‘Li Girava Îmraliyê prosedûrek şexsî tê meşandin’
 
Raziye, anî ziman ku ew wek parêzerên Abdullah Ocalan her heftê du rojan û malbat jî rojekî hem serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û hem jî ji Midûriyeta Girtîgeha Girava Îmraliyê didin û got ligel ew serlêdanan tu bersivê nagirin. Raziye, diyar kir ku ew nizanin ku derbarê girtiyên wan de cezayê dîsîplînê heye an na, an jî qedexeyek heye nizanin û wiha pê de çû: “Li Girava Îmraliyê destûr nayê dayîn ku hevdîtina malbat û parêzeran pêk bê. Der barê vê yekê de Midûriyeta Girtîgeha Giravê tu bersivê nade me. Ev prosedûr bi taybetî di şexsî Girava Îmraliyê de tê meşandin. Em wek parêzer xwedî wê mafê ne ku dikarin bi mûwekîlên xwe re hevdîtinê bikin. Lê li Girtîgeha Îmraliyê de prosedûrek hatiye diyarkirin û li dijî vê prosedûrê em neçarin serlêdana dozgeriyê bikin. Lê em hem ji dozgerî û hem jî midûriyetê re vê serlêdanê dikin. Lê heta niha li dijî van serlêdanên m e tu bersivekî negirtiye. Der barê mûwekîlên me de cezayê dîsîplînê heya an na, dema em ji dadgeriya înfazê re serlêdanê dikin hîn dibin. Carna jî em derbarê naverokê de tu agahiyê bigirin.”
 
‘Mînaka vê li tu deverên cihanê tuneye’
 
Raziye, destnîşan kir ku prosedûra li Girava Îmraliyê tê meşandin di şexsê Abdullah Ocalan de tê meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girava Îmraliyê li gor girtîgehên dinê di aliyê statûyê de xwedî cihek cûda ye. Li tu deverên cihanê mînakek bi vê rengî ku di girava girtîgehê de girtî bi tena serê xwe hatiye girtin, di bin îzolasyonê de ye û mafê wan ji destên wan hatiye girtin, tuneye.”
 
‘Qedexeyek fîîlî heye’
 
Raziye, bi lêv kir ku cezayê disîplînê û qedexeya hevdîtinê ya bi parêzeran re ne hiqûqiye û got dema serlêdana hevdîtinê dikin hîn dibin ku cezayê disîplînê li mûwekîlan hatiye birîn, wekî din nikarin xwe bighînin tu agahiyeke zelal. Raziye, bal kişand ser rapora CPT ya 2019’an û wiha pê de çû: “Bi vê raporê cezayê disîplînê yên heta 2019’an em bi awayî fêr bûn. Ji van yek jî mûwekîlên me ku xwedî mafê werzîşê ne, ji ber hinek vê mafê ji bo werzîşê û hinek jî bo voltayê veqetandine ye. CPT di raporên xwe de diyar kir ku sedemên Tirkiyeyê yên van cezayên dîsîplînê, xapandine. Ji bo qedexeya parêzeran bibe divê di hêla qanûnê de hevdîtinek hebe. Lê belê em ji tebaxa 2019’an ve ji mûwekîlên xwe tu agahiyê nagirin û em nikarin hevdîtinê bikin. Tenê qedexeyek fîîlî heye.”
 
‘Ev yek berdewamiya komploya navneteweyî ye’
 
Raziye, bal kişand ser bidawîkirina tecrîdê gelek serlêdanên baroyan û li gelek welatan jî kampanyayên îmzêyan hatibûn destpêkirin û wiha pê de çû: “Dîsa hempîşeyên me yên ku di hêla hiqûqê ya navneteweyî de xebat dimeşînin hatin Tirkiyeyê, bi Yêkitiya Baroyan û Baroya Stenbolê re hevdîtin pêk anîn. Ev rewşa ku li dijî hiqûqê ye ji bo bi dawî bibe xwestin gavên pêwîst bên avêtin. Xeynî çend baroyan kesek deng dernexist. Ev rewşa bêjiqûqiyê ya li Îmraliyê û em dikarin weke gerdûnî bigirin dest. Ev vê yekê weke berdewamiya komploya navneteweyî dimînin. Di nava komploya navneteweyî de gelek dewlet û hêz hebûn. Ji van gelek dewletan di vê tecrîdê de rola xwe dilizin. Ji ber vê yekê jî heke em li dijî tecrîdê têkoşînê pêşbixin divê di hêla gerdûnî de têkoşînê mezin bikin. Divê hin baroyên din jî serî li CPT û Wezîrê Dadê bidin. Her wiha serdanên me û yên baroyên ku serlêdan kiribûn ji hêla Wezîrê Dadê ve bêbersiv man."
 
‘Divê Tirkiye bê teşhîrkirin’
 
Raziye, bi lêv kir ku CPT’ê parçeyek saziyên navnetweyî ye û got Tirkiye jî dewleteke girêdeyî Konseya Ewropayê ye. Raziye, got ji ber vê yekê dewlet û saziyên girêdayî wê dewletê jî hevdû diparêzin û wiha pê de çû: “Mîsyona CPT pêşîgirtina li hemberî  îşkenceyê ye. CPT di raporên xwe de jî gotibû ku li Girtîgeha Îmraliyê îşkece heye û ev rewş nayê başkirin. Wekî tê zanîn di sala 2019’an de hevdîtina parêzer û malbatan pêk hatibû. Wê demê CPT salname dabû pêşiya Tirkiyeyê.  Di hêla aliyê hevdîtinên parêzer û malbatan de, cezayê disîplînê yên xapandinê ne û ev biryar di encama armanca siyasî de hatiye dayîn, hatibû tespîtkirin. Di vê çarçoveyê de raporek derketibû holê.  Piştî 2019’an yanî hevdîtina herî dawî ya parêzeran şûnde rewşa Girtîgeha Girava Îmraliyê zêdetir giran bû. Ev yek belgeyên ku me ji CPT re şandibûn de cih digire. Dewleta alîgir ku pêşniyarên CPT bi cih neanî divê sepandinek pêk bîne. Ev sepandin çiye? Vê rewşê dikare teşhîr bike û ji raya giştî re parve bike. Tirkiye ku pêşniyarên CPT pêk naîne divê bê teşhîrkirin. Ji xeynî wê jî rewşa Konseya Ewropayê jî heye. Dema mirov lê dinêre mekanîzmayên kontrolê hene. Lê belê ev yek li Girtîgeha Girava Îmraliyê tu carî derbasdar nebûye. Tu saziyên serbixwe nekarî biçin Girava Îmraliyê. Di hêla saziyên navneteweyî de vê yekê bi tenê CPT dikar bike. Ji ber vê yekê çûyîna CPT ya li giravê û parvekirina raporan ji bo me gelek girîng e.”
 
Girava Îmraliyê û girtîgehên din
 
Raziye, bal kişand li ser binpêkirinên mafên girtiyan ên li girtîgehên din tên jiyîn û destnîşan kir ku li dijî her rewşê li Girava Îmraliyê dernexistina her dengekî li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê dibe sedemên cûda û mînakên vê yekê dîtine. Raziye, diyar kir ku li dijî girtîna Abdullah Ocalan a li Girava Îmraliyê tu kesî deng dernexist û wiha axivî: “Di nava wê demê de li dijî Girtîgehên Tîpa F yê têkoşînek mezin hebû. Lê ji ber di 1999’an de li dijî kesan girtîgehên şexsî pêk hatin û di qada civakî de şikestinekî pêk anî.  Wê têkoşînê hêdî hêdî da sekinandin û girtîgehên tîpa F,  kir meriyetê. Pêkanîna cezayê heta hetayî jî bi Birêz Ocalan re hat. Birêz Ocalan ji ber ku sembola Gelê Kurd e ev yek li ser wî hat ceribandin. Ji ber deng zêde nehat derxistin û têkoşînek mezintir nehat meşandin ev yek li hemû girtîgehê Tirkiyeyê û Kurdistinê belav bû.”
 
‘Şewitandina înfazan berdewamiya tecrîdê ye’
 
Parêzer Raziye, destnîşan kir ku rejîma înfazê ya girankirî ku li ser Abdullah Ocalan û li ser du mûwekîlên din tên pêkanîn, bi biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve hat tespîtkirin ku îşkenceye û got: “Lê ev rewşa îşkenceyê di sala 2014’an de hatiye tespîtkirin û ji wê demê vir ve li dijî rejîma înfazê ya girankirî tu rêkûpêkkirin nayê kirin. Îro gelek girtî di bin navê rejîma înfazê ya giran de tên girtin. Ji hemû mafê xwe hatine dûr xistin û hûcreyên yek kesî de tên girtin. Bi tenê saetek mafê hewa girtinê didin. Gelek mînakên bi vê rengî hene. Ji ber vê yekê jî ji ber li dijî rewşa Girava Îmraliyê dengek baş derneket, ev li hemû girtîgehên din belav bûye. Şewitandina înfazan jî berdewamiya vê yekê ye.”
 
Tespîtên Abdullah Ocalan a li ser Peymana Lozanê 
 
 Raziye, di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser Peymana Lozanê û fikrên Abdullah Ocalan ên li ser vê yekê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Birêz Ocalan li ser Peymana Lozanê berê jî tespîtên mezin kiriye. Birêz Ocalan dîroka kurdan bi tevahî girtiye dest û nîqaşan kiriye. Ji bo me çavkaniyen dewlemend û paradîgmayek heye. Ev paradîgma, paradîgmaya azadiya jinê û paradîgmayek ekolojîk e. Di hêla îdolojiyê de paradîgmayek ku hemû civakê azad bike ye. Ji bo dawî vê şerê bê û ev paradîgma pêk were divê Birêz Ocalan azad  be, ev bi vê pêkane. Dengek ku em ji wî bibihîzin dê vê pirsgirêkê çareser bike. Dema ku bi Birêz Ocalan re hevdîtin dihatin kirin aramiyek hebû û fikrên wî di nava civakê de bû sedema hêviyek mezin. Lê piştî ku hevdîtin bi Birêz Ocalan re bi dawî bûn, şer jî carekedin destpê kir. Ji xwe tecrît jî ji ber vê yekê heye. Ev tecrît ji ber hêzên ku şer dixwazin pêk tê.”