Ji Komeleya Alîgiran ji bo girtîgehan kampanya

  • 09:03 4 Îlon 2023
  • Rojane
 
AMED - Komeleya Alîgiran a Berxwedan a Amedsporê bi navê ‘Em pira azadiyê ji bo zindanan ava dikin’ kampanya dan destpêkirin. Komele bi vê kampanyayê armanc dike ku hewcedariya pirtûkan a girtiyan bi cih bînin û ji bo girtîgehan hestiyariyê biafirînin.
 
Komeleya Alîgiran a Berxwedan a Amedsporê bi navê ‘Em pira azadiyê ji bo zindanan ava dikin’ kampanya da destpêkirin. Bi vê kampanyayê tê armanckirin ku pirtûkan bigihînin girtiyan, bi vê wesîleyê bala civakê bidin girtîgehan. Endama Koma Berxwedan a Jinan a Amedsporê Sînem Çuhadar der barê kampanyayê de ji ajansa me re axivî.
 
Armanc pirtûk bigihêjin girtiyan
 
Sînemê di axaftina xwe de diyar kir ku yek ji armanca destpêkirina kampanyaya wan ev e ku moral bidin girtiyan û got girtî di alî xwegîhandin û peydakirina pirtûkan de pirsgirêkan dijîn. Sînemê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Hevalên me nikarin pirtûkan peyda bikin. Pirtûkên bi PTT’ê tên şandin jî nagihêjin hevalên me. Armanca me eve ku em hem pirtûkan bigihînin wan û li dijî bihabûna pirtûkan piştevaniyê ava bikin. Bi vê armancê me ev kampanya da destpêkirin. Em bawer dikin ku wê gelê me pirştgiriyê bidin kampanyaya me. Me xwest em dengê hevalên xwe yên girtî bidin bihistin.”
 
Her ku pirtûk bên wê proje bidome
 
Sînemê destnîşan kir ku kampanya di 29’ê Tebaxê de dest pê kiriye û wiha bi lêv kir: “Me ev kampanya bi armanca agahdarkirinê da destpêkirin. Armanca me em dengê hevalên xwe yên girtî bidin bihistin. Di kampanyayê de sînor tûne ye. Her ku pirtûk bên wê kampanya bidome. Em dixwazin ne tenê ji Amedê ji bajarên din jî pirtûk bên şandin.”
 
‘Ji bo hezkirinê aştî, ji bo aştiyê berxwedan’
 
Sînemê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku wek ekîba berxwedanê wê bi vê kampanyayê sînor nemînin û wiha  bang kir: “Li dijî hişbirê jî kampanya me wê di  demek nêz de dest pê bike. Em ê turnuvayên futbol û voleybolê pêk bînin. Em ê berxwedanê hînî ciwanên bajar bikin. Em bang li ciwan û jinên kurd dikin ku bila azad bin, bila li mafên xwe bigerin, berxwedêr bin, ji bo hezkirinê aştî, ji bo aştiyê berxwedan. Pirtûkên xwe dikarin bînin Komeleya Alîgirên Amedsporê ya ligel Buket Lahmacun a pişt Kolana Hunerê.”