Dayika Yilmaz ê cenazeyê wî di qûtiyê de dan: Ez şopdara têkoşîna wî me

  • 09:05 5 Îlon 2023
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
ERZİROM - Dayika Yilmaz Ûzûn, Sona Ûzûn a ku piştî 3 salan cenazeyê kurê xwe di qûtiyê de wergirt destnîşan kir ku ji vê êşê girantir êşek tune ye. Dayîk got ew ê bibin şopdarê têkoşîna kurê xwe.
 
Hestiyên Yilmaz Ûzûn (Tolhildan Tekman) ê HPG’yî ku di sala 2020'î de li Sêrtê tevî 5 hevalên xwe di êrişeke hewayî de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 3 salan di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de  radestî malbata wî kirin. Cenazeyê Yilmaz piştî ku radestî malbatê hat kirin li Taxa Bastok a navçeya Tatos a Erziromê di bin dorpêça leşkeran de hat definkirin.
 
Yilmaz ê ku li Tatosê di nav malbatek welatparêz de hatiye dinê, di temenê biçûk de zext û zilma dewletê nas dike. Yilmaz li dijî van zext û zordestiyê di temenê ciwantiyê de di nav xebatên siyasî ên ciwanan de cih digire. Yilmaz ê ku bi salan di nav xebatên ciwanan de dixebite, li dijî zilm û êrîşên dewletê biryar dide û di sala 2019’an de tevlî PKK’ê bibe û di sala 2020’î de jî di encama êrîşee hewayî de tevî 5 hevalên xwe di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dide.
 
Dayîka Yilmaz, Sona Ûzûn (55) derbarê kurê xwe û cenzeyê wî yê ku di qutiyê de radestî wan kirin de axivî.
 
Sona, anî ziman ku kurê wê li Stenbolê di nava xebatên ciwanan de cih digirt û her tim tevlî xebatên siyasî ên ciwanan dibû. Sona, diyar kir ku rojek kurê wê hatiye jê re gotiye li Kurtkoya Stenbolê ji xwe re kar dîtiye û di dirêjiya axaftina xwe de wiha got: “Ji min re negot ez ê biçim Amedê. Digot min li Kurtkoyê ji xwe re kar dîtiye ez ê biçim bixebitim. Hevjînê min destûr neda li wê derê bixebite, ji ber ku cihek gelek xirab bû. Roja şemiyê bû ez rabûm min dît ku serê xwe dişo. Min jê re got  tu çima rabûyî û wî jî  ji min re got ‘min ji te re gotibû karê min heye û ez ê biçim.’ Du pantolon û tsort kir çenteyê xwe û ji malê derket. Lê nasnameya xwe di bêrîka xwe ya din de ji bîr kiribû. Nîv saet kete navberê. Carekedin hat û nasnameya xwe girt. Piştî ku wê rojê ji malê derket û çû ez lê geriyam lê telefona wî girtî bû. Tengezariyek ketibû dilê min û min nikribû xwe bigigîhandayê. Yilmaz zarokê min ê biçûk e. Heta 10 saliya xwe jî bi min re radiket, min jê re digot di nav nivînê xwe de rakeve. Wî jî digot ‘Heta bêhna te neyê min ez nikarim rakevim. Bêhna te gelek xweş e .’  Hefteyekî telefona wî girtî bû. 8 rojê wî qediyan roja 9’an bi telefonê li min geriya. Ji min re got ‘dayê ez gelek başim cihê min gelek xweş e. Hevalên gelek baş hene û ez dixebitim.’ Ji imin re got ‘ez hatime Amedê.’ Kurê min hem li Stenbol û hem jî li Amedê tim di nava xebatên ciwanande bû. Dema ku di nav xebatên ciwanan de bû her gav wêneyê xwe ji me re dişand. Lê piştî demekê êdî me jê tu agahî negirt.”
 
 
Di nifûsê de mirî nîşan didin û agahî nadin malbatê
 
Sonayê,  da zanîn ku di sala 2021’ê de li Sêrtê bang li wan kirine ku mînaka xwînê bidin û got li ser vê yekê wan çûne xwîn dane. Sonayê, destnîşan kir ku wan piştî ku xwîn dane tu agahî nedane wan û wiha pê de çû: “Ji hevjînê min re gotine 6 kes bûne û ji wan 3 kesî jiyana xwe ji dest dane û sê kes xilas bûne. Me got kurê min saxe û derbas bûye aliyê din.  Me nizanîbû ku di sala 2020’î de jiyana xwe ji dest daye, beriya çend roj berî ku cenaze bidin me em hîn bûn ku jiyana xwe ji dest daye. Ji bo DNA’yê me nîmûne dan,  lê tu bersivek nedan me. Dozgeriyê encama DNA’yê dide lê agahiyê nade me. Piştre di nifûsê de wan mirî nîşan didin, lê ji 5 malbatan re tu agahiyê nadin. 3 sal derbas bûn kesek li me negeriya û negot werin cenazeyê xwe bigirin.”
 
Piştî Yilmaz zextên li ser malbatê
 
Sonayê, bi lêv kir ku piştî kurê wê çû şûnde gelek caran bi zextên polîsan re rû bi rû mane û wiha axivî: “Gelek caran bişev û biroj hatin ber deriyê me. Ji me re gotin ‘werin derbarê tevgerê de gilî bikin û li ber deriyê HDP’ê yê Amedê rûnên. Tu ne wekî hevjînê xwe yî, tu baştir fêm dikî.’ Min jî ji wan re got kurê min bi vîna xwe ya azad  çûye. Ez nikarim kurê xwe bînim. Ji min re gotin ‘werin em ê te bi wî bidin axaftin. Di aliyê madî û manevî de hemû tişt aydê me ye. Were alîkariya me bike û gilî bike.’ Lê ji sala borî ve nema hatin ber deriyê me  Ez bawer im wan jî bihîstibû ku kurê me şehît ketiye. Ev du hilbijartin bûn kaxizê kurê min yê hilbijartinê nehatin. Heta min ji hevjînê xwe re jî behsa vê yekê kir. Lê hevjînê min hêvî dida min digot ‘na kurê me başe.’ Lê me tu carî hêviya xwe qut nekir. Rojekê bang li hevjînê min kirin û gotin were Qereqola Atişalaniyê û roja din hevjînê min got. Dîsa heman tiştê ji wî re jî gotine, lê hevjînê min qebûl nekir.”
 
‘Ji vê êşê girantir tu êş tune ye’
 
Malbata Yilmaz piştî ku hîn bûn kurê wan jiyana xwe ji dest daye, çûne Sêrtê û cenazeyê xwe wergirtine. Malbat dema ku ber bi Erziromê ve ketine rê jî bi zilma dewletê re rû bi rû mane. Di dema hatinê de gelek caran pêşiya wan hatiye birîn û kontrola nasnameyan hatiye kirin û bi gelek hincetên cûr bi cûr zext li wan hatine kirin. Piştre maşîneyek didin pêşiya malbatê û ji malbatê re dibêjin vê bişopînin. Maşîneya ku bi zanebûn hêdî hêdî hatiye heta 6’ê êvarê bi zorê gihiştine gund û hemû rêyên gund jî hatine girtin. Sona, bi van gotina behsa roja ku cenazeyê kurê xwe wergirtiye kir: “Kurê min bejna wê gelek dirêj bû. Lê di qûtiyê de hestiyên kurê min dan. Hevjînê min laşê wê yê ku hatiye parçe kirin di nava kefen de anî ber hevdû û me defin kir. Ji vê êşê êşek girantir tune ye. Ev bê wîcdaniyek mezin e. Ewladê mirovan mirov dikare bike parçe parçe û bike qûtiyekê û bide destên malbata wan.  Xwîna wî dê li erdê nemîne. Dema ku cenazeyê kurê min di qûtiyê de radestî bavê wî hat kirin, dilê wî gelek şewitî. Dilê min jî wek dilê dayîka Hakan şewitî. Ha Hakan ha Yilmaz.”
 
‘Mirovekî gelek kelecanî bû’
 
Sonayê, di dawiya axaftina xwe de got daxwaza Yilmaz  ew bûye ku ev zilm bi dawî bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Yilmaz jiyanek azad dixwest. Mirovekî gelek kelecanî û zane bû. Dema ku di televîzyonê de şerê Kobanê dît gelek giriya û hêrs bû. Ji ber vê yekê li dijî vê zilmê hêrsa wî gelek mezin bû. Em ê bibin şopdarên têkoşîna wî.”
 
Egît, Hakan û Yilmaz
 
Egît Îpek ê ku di sala 2010'an de tevlî nava refên HPG'ê bû, di sala 2017'an de di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû bû û malbata wî 3 salan li benda encamên DNA'yê mabû. Hestiyên Agît Îpek di Nîsana 2020’î de bi PTT Kargoyê di qutiyê de radestî malbatê hat kirin. Di heman demê de li navçeya Sûrê ya Amedê jî di 2’yê Kanûna 2015’an de di qedexeya derketina derve ku hat îlankirin de Hakan Arslan jî jiyana xwe ji dest dabû. Piştî lêgerîna 7 salan a malbatê cenazeyê wî jî di 1’ê Îlonê de di torbeyekî de radestî bavê wî hat kirin.