Berxwedana bi felsefeya 'Jin jiyan azadî' sînor derbas kirin (1)

  • 09:09 10 Îlon 2023
  • Dosya
 
Li Rojhilat û Îranê berxwedana jinan a piştî 1979'an
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Rojhilat û Îranê beriya şoreş û piştî şoreşê jin ji bo destkefteiyên xwe têkoşiyan û îro sînor bezandine. Ji her alî jin bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ berxwedana xwe geş dikin. 
 
Li Îranê di 1979’an de piştî Şoreşa Îslamî êdî li Îran û Rojhilat tû tişt ne wek berê bû.  Piştî  1979’an de li bajarên Rojhilat û seranserê Îranê di alî tevgera jinan de dibe nokteyek dîrokî. Bi şoreşê re rêveberiya şerîatê hat û wek jinan dipa geşedan pêk nehatin. Di alî mafê jinan de rewş her ku çû şûnde ket û ev bû sedema serhildanê.
 
Jin ji qada siyasî hatin dûrxistin
 
Jin ji qada siyasî hatin dûrxistin û li gorî Destura Bingehîn a Îslamî, wê lîderê gel mêr Velayet-î Fakîh bûna û serokomar jî di vê rewşê de mêr dihat qebûlkirin. Ji 1979’an şûnde bi destura bingehîn hejmara jinan a di meclîsê de hat sînorkirin. 
 
Hişmendiya femînîst derket holê
 
Mafê jinan hatin xespkirin. Piştî şoreşê tevî geşedanan jin dîsa di eniya pêş de bûn. Bi piştgiriya jinan mafên ku Îslamê da jinan, fikra wê jin daxwazên xwe bînin ziman serdest bû. Lê piştî şoreşê hikûmetê bi polîtîkayên xwe xeyalên jinan têk birin.
 
Xebatên komeleyan dest pê dikin
 
Di vê pêvajoyê de jinên xwedî nêrîna laîk, komeleyan ava dikin û xebatan dimeşînin. Lê hikûmet sînorkirinan tîne û xebatên jinan encamê nagirin. Ceza didin endamên komeleyan û hinek jî neçar dimînin koçî welatên din bikin. Ev rewş dibe sedem ku jin li dijî hikûmetê muxalîf bin.
 
Protestoya yekem di 8’ê Adarê de pêk tê
 
Piştî şoreşê cara yekê 8'ê Adarê hat pêşwazîkirin. Jin 8 rojan di 8’ê Adarê de li kolanan bûn. Daxwaza wan ev bû ‘me ji bo sergirtinê şoreş nekir me ji bo azadiyê şoreş kir’. Jinan piştî şoreşê ferq kirin ku şoreş bi ku ve diçe. Piştî vê sergirtin di şevekê de ferz kirin û hêdî hêdî pêş xistin. Ewil li saziyan piştre li hemû qadên civakê ferz kirin. Têkoşîna jinan piştî şoreşê jî berdewam kir.
 
Têkşîn bi riya çapemeniyê berdewam kir
 
Têkoşîna jinên Îranî û Kurd  ji ber şerê Îran –Iraqê yê 1980-1988’an de pêk  hat  hinekî sekin. Di vê pêvajoyê de jinan çalaki pêk neanîn. Lê dîsa têkoşîna xwe bi hinek weşanan didomandin. Piştî şer tevgera jinan dîsa zindî dibe. Têkoşîn di salên 90’î de peşiya tevgera reformê vedike. Di vê dema nû de jin xebatên xwe  bi weşand û komeleyên cuda didomînin.
 
Bertek û rexne tên ziman
 
Piştî şoreşê pirsgirêkên ku jinan jiyane, bertekên li dijî hiqûmetê bi hevkariya kovaran tê bihistin. Di sala ewil a şoreşê de komeleya jinan tê avakirin. Lê hikûmetê zext kir ku  di mijara mafê jinan de jinên îslamî û laîk de jin bi hev re tevbigerin.
 
Ji her fikrê jin bi hev re têdikoşin
 
 
Di salên 90’î de ji her fikrê jin ji bo mafên xwe bi hev re têdikoşin. Di vê demê de jinên bi fikrên cuda bi hev re tevdigerin. Di 1994’an de lîderê şoreşê Ayetullah Humeynî dibêje jin û mêr di perwerde, siyaset û kar de wekhevin. Bi vî awayî salên 90’î de ji aliyê merciyên Îranê ve tê gotin mafê jinan tê radestkirin lê ev li ser kaxizan dimîne. Wekheviya jin û Mêr pêk nayê.
 
Hinek guherîn pêk hatibin jî li welat mêr li dijî jinan di asta jor de bûn. Qada xebata jinan tê sînorkirin. Piştî ji ber zextên hikûmetê aktiftir dibin. Bi sînor be jî jin hinek mafên xwe bidest dixin.
 
Dema reformê destpê dike
 
Piştî 1998’an tevgera jinan di civakê de zêde hat dîtin. Wê demê jinan kampanya ‘ji bo mafê jinan îmze’ dan destpêkirin. Wê demê li kolanan ji bo jinan Îmze hat komkirin. Jinên ev kampanya meşandin ji hikûmetê zext dîtin hatin binçavkirin. Lê dîsa jî tevgera jinan zindî bû di terza cil û bergan de di mafê jiyanê de xwedî gotin bûn. Di 2005’an de dema Hatemî qediya û Ahmedî Nejat hat ser peywirê. Bi hatina wî re yekîneyên polîsên ahlaqê hatin avakirin. Dest bi dewriyeya kirin û nûnerekî wezareta karê hundir, ji îstîxbarekê kesek û ji emeniyetê jî nûnerek tê de cih girt.  Ewil gotin wê der barê jinan de hişyariyan bikin. Lê piştî demekê derbarê mafê jiyana jinan de biryar girtin.
 
Komele û STO hatin vekirin
 
Di vê demê de gelek komele û Saziyên Civaka Sivîl yên der barê mafê jinan de faliyet dimeşandin hatin avakirin. Di 1997’an de hejmara saziyên der barê jinan de xebat dimeşandin 67 bûn û ev hejmar di 2005’an de dibe 480’ê. Di 2005’an de ji bo jinan pêvajoyek tije dest pê dike. di meha hezîranê de jinan sê çalakiyên protestoyî pêk anîn. 
 
Maf hatin xespkirin
 
Di 12’ê Hezîrana 2006’an de jinan xwe amade kir ku çalakiya protestoyî pêk bînin lê polîsê Îranê êrîşî jinan kir. Kovar û rojnamegerên dema Muhammed Hatemî de hatin vekirin div ê demê gelek ji wan hatin girtin. Vê pêvajoyê de li bajarên Rojhilat jinan têkoşîna xwe meşand. Di 2008’an de Zeynep Celaliyan l idijî hikûmetê berxwe da.Di 2008’an de Zeynep Celaliyan l idijî hikûmetê berxwe da. Şirin Elemhulî li gel 4 hevalên xwe di 9'ê Gulana  2010'an de hat dardekirin. . Her wiha berxwedana Şîrîm elemhulî û Reyhan Cebarî jî çend mînakên ji vê ne.
 
Jin di 2009’an de piştî hilbijartinên serokomariyê şûnde pişgirî dan Tevgera kesk. Di 2013’an de Hasan Ruhanî hat desthilatdariyê û  li hember mafê jinan nêzîkatiyên nerm nîşan dide.
 
Zext didomin
 
Di 2014’an de çalakiya protestoyî pêk tê. Yek ji çalakiya din a di 2014’an de pêk hat rojnameger Masîh  Alînejad da destpêkirin. Masîh bi zor serî girtin protesto kir. 
 
Jin di çalakiyê de ne
 
Jinên bîsîklet li kolanan dajotin rastî zextan dihatin. Li dijî sergirtinê têkoşîn ji nû ve dest pê kir. Rojên çarşemê çalakiya çarşema spî hat destpêkirin. Jinan bertekên xwe dianîn ziman. Jinan li ser çapemeniya civakî bertekên xwe nîşan dan. Nokteya têkoşînê ya girtîn di 2017’an de li Tehranê jinek derkest ser platformê û çalakiya bêdeng pêk anî. Wê jinê teşeyê têkoşînê guhert û jinên Îranê pir zêde piştgirî danê. Gelek jin ji ber vê hatin binçavkirin û piranî ji welat derketin çû welatên din. Têkoşîna sergirtinê bi giştî guherî. Tevî her tiştî jinan şûnde gav navêtin. Bi Jîna Mahsa re jî ev derket asta jor. Li Rojhilat û Îranê beriya şoreş û piştî şoreşê jin ji bo destkefteiyê xwe têkoşiyan û îro sînor bezandine. Ji her alî jin bi felsefa ‘jin jiyan azadî’ rê didin berxwedana xwe û berxwedana wan li hemû cîhanê belav bûye.