'Heta serokê me dernekeve azadî ne pêkan e'

  • 09:02 19 Îlon 2023
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Dayikên ku li dijî tecrîda li Îmraliyê û li dijî polîtîkayên qirkirina gelê Kurd bi salan e têkoşînê didin û li cenazeyên xizmên xwe digerin, diyar kirin ku aştî bi azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêkan e. Dayikan bang li her kesî kirin ku di nava têkoşîna tê dayîn de cihê xwe bigirin. 
 
Ji damezrandina Komara Tirkiyeyê û vir ve polîtîkayên îmha, tinehesibandin û qirkirina gelê Kurd dewam kirine û ji aliyê hikûmeta AKP-MHP’ê ve jî ev 20 salin ev polîtîka bênavber didomînin. Di heman demê de bi polîtîkayên weke belavkirin tiryak, fuhuş, tacîz û tecawizê bi taybet li dijî jin û zarokan pratîka xwe ya şerê taybet a li dijî gelê Kurd li tevahiya Kurdistan û Tirkiyeyê dewam dike.  Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê ya li Îmraliyê ku yek ji van polîtîkayane jî bê navber didome.  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku di sala 1999'an de di encama komploya navneteweyî de hat girtin û 24 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de ye. Ev tecrîde her ku diçe li tevahiya civakê beşav dibe.
 
Li dijî îşkenceya dewletê jinên laçik spî...
 
Yek ji mînakên herî şênber ên tecrîda li ser civakê jî nêzîkatiya "dijminatî" ya li hemberî cenazeyên gelê Kurd e. Di nava van "nêzîkatiyan" de gelek pêkanînên îşkenceyê yên weke revandina cenazeyan, neşandina mela, nebirina cenazeyan bi balafiran, nebicihanîna wecîbeyên olî û nehiştina definkirinê ye. Dîsa îşkenceya teslîmkirina cenazeyan ya li malbatan bi awayekî ku rûmeta mirovahiyê tê binpêkirin bi salan e didome. Dayikên ku bi salane li dijî hemû polîtîkayên şer û tecrîdê li qadan, kolanan, ablûqeyan û di nava pevçûnan de ne û yekane daxwaz û armanca têkoşîna wan aştî ye jî dest ji têkoşîna xwe bernadin.
 
Me mîkrofona xwe dirêjî  dayikên ku bi salane li cenazeyên zarokên xwe digerin û bê navber têkoşînê didin kir.  
 
5 sal in li cenazeyê kurê xwe digere
 
Melîke Înce ya ku 5 sal in li hestiyên kurê xwe digere, diyar kir ku dewletê bi tecrîdê polîtîkayên xwe yên dijminane didomîne. Melîke diyar kir ku navnîşana çareseriyê Rêberê PKK’ê ye û got, “Ev 2 sal in tu kesî ji Rêbertî tu agahî negirtiye. Em nizanin tenduristiya wî çawa ye. Pergal nahêle ku em agahiyekê ji rêberê xwe bigirin. Ji bo kesên ku dixwazin biçin û hevdîtinê pêk bînin her tim astengiyan derdixin. Em vê tecrîdê qebûl nakin û em ê vê tecrîdê bi dawî bikin. Ger tecrîda li ser Rêbertî bi dawî bikin wê aştî li hemû cîhanê pêk were. Ji bo tirk, kurd, ereb û çerkezan dê geşedanên baş çêbibin. “Zilma ku li me hatiye kirin bes e. Melîkeyê wiha berdewam kir, "Kurê min di sala 2018'an de di hefteya ewil a êrîşa li ser Efrînê de şehîd bû. Heta ku ez bimirim ez ê daxwaza cenazeyê kurê xwe bikim. Em qebûl nakin zarokên me li goristana bêkesan bên definkirin. Em şer naxwazin, bila êdî dayik negirîn. Bila her kesê li girtîgehê bi taybet Rêbertî azad bibe."
 
'Ji bo gel nefesê bigire divê tecrîd bê rakirin!'
Rewşan Guner ku bi salane li hestiyên birayê xwe digere, diyar kir ku meha Îlonê meha aştiyê ye lê şer bi dijwarî didome. Rewşanê, anî ziman ku hemû krîzên li welat di serî de krîza aborî ji ber şer derketiye holê û got, “Êdî li van axan edalet û demokrasî nemaye. Sedema vê jî ew e ku gel nikarin jiyana hevpar bijîn û pirsgirêka kurd çareser nabe." Rewşanê, da zanîn ku ji ber tecrîda mutleq ev 2 sal zêdetir e tu agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin û got, "Divê ev tecrîd di zûtirîn demê de bê rakirin û êdî gel nefesekê bigire. Ger tecrîd bi dawî bibe em ê weke civak di nava aştî û aramiyê de bijîn. Ez bang li kesên ku ji vî welatî hez dikin dikim ku ji bo aştiyê bînin vî welatî hewl bidin."
 
Tecrîda Îmraliyê bandorê li ser cenazeyan jî dike
 
Rewşanê, anî ziman ku cenazeyê birayê wê nedane wan û wiha got: “Di pêkanînên dewletê de tiştekî bi navê exlaq nîne. Bi nirxên Kurdan dilîzin. Tecrîda li Îmraliyê bandorê li ser girtina cenazeyna jî dike. Birayê min jî şehîd e. Cihê definkirinê sê caran hate guhertin. Cenazeyê wî ewil li Bedlîsê hat definkirin û paşê birin Goristana Garzanê. Paşê bêyî ku em bizanibin ew li Kilyosê veşartin. “Em cenazeyê xwe dixwazin, lê nadin me.
 
'Heta ku serokê me dernekeve azadî pêk nayê!'
 
Medîha Înce ya ku bi salan e ji bo aştiyê têdikoşe, sedema israra desthilatdariya AKP-MHP'ê di polîtîkaya şer de bêtehamuliya li hemberî gelê Kurd nirxand. Medîhayê diyar kir ku hewl didin gelê Kurd tune bikin û got, “Di encama qebûlnekirina me de hestiyên zarokên me bi torbeyan ji me re dişînin. Ev dijmirovî ye. Berê jî em hatin girtin, zext û îşkencekirin. Lê me tu carî tiştên wiha nedîtibûn. Em bi AKP'ê re bûn şahidên van pêkanînan .  Ev şermeke mezine."  Li aliyê din Medîhayê da zanîn ku êrîşên bi çekên kîmyewî yên li Kurdistanê berdewam dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Mirovan dikujin, ango hovîtiyê dikin. Li hemberî vê yekê em ji zext, êrîş, top û tivingên wan natirsin. Heta dilopek xwîna me bimîne em ê li ser piyan bin. Em vê zilmê qebûl nakin.Heta ku serokê me dernekeve û em li ser maseyê rûnên azadî pêk nayê."
 
'Em vê zilmê bidwî bikin'
 
Medîhayê bang li gelê Kurd kir û got, “Divê her kes rabe ser piyan, xwe biparêze û koletiyê qebûl neke. Divê gelê me li malên xwe rûnene. Heta kengî dê cenazeyên şehîda bê? Di torbe de şandina cenazeyên şehîdan ji hemû civakê re peyamek e. Bila gelê me bibe yek û vê zilmê bi dawî bike. Dema serokê me azad be dê azadî jî pêk were."
 
'Li şûna hêstiran xwîn ji çavên dayikan dibare'
 
Hanim Keskîn a ku bi salan e dev ji têkoşînê bernedaye jî destnîşan kir ku ji bo bidawîkirina şer û berdana girtiyên siyasî yên di girtîgehê de ew bi israr in ku aştiyeke bi rûmet ava bikin. Hanimê anî ziman ku dayik di têkoşîna xwe ya aştiyê de bi biryar in û got, “Divê em alîkariya hev bikin, zindanan hilweşînin û girtiyan derxînin. Divê êdî dayik negirîn. Em tiştekî xirab naxwazin. Em aştiyê dixwazin. Ji ber ku tu agahî ji Îmraliyê nayê, şer roj bi roj girantir dibe. Divê Kurd li ber xwe bidin. Ger em bibin yek dê ev şer bi dawî bibe. Divê em li dijî zilmê paşde gav navêjin. Bes e. Li şûna hêsitiran xwîn ji çavên dayikan dibare.Em bi israr dibêjin aştî, aştî, aştî."