'Welatê herî ewle û bextewar'

  • 09:08 5 Tîrmeh 2020
  • Medya Kritîk
Leyla Ayaz 
 
AMED - Bi gavên lez rojev diguherin. Lê hîn mijar hene ku herçend rojev biguherîn jî zîndî dimînin. Wekê mijarên sereke şîdeta li hemberî jinê… Lê belê ne di medyaya alîgir de… 
 
Li tevahiya cîhanê vîrûsa koronayê (Covid-19) hêj bi bandor e. Hemû merheleyên vîrûsê di çapemeniya nivîskî, dîtbarî û medyaya civakî de cih girtin. Em ê bi çend mijaran binêrin ku gelo çapemeniya  alîgir pêvajo çawa girtiye dest.
 
Di vê pêvajoyê de karê çapemeniya alîgir pir rehet bû ji ber ku ji navendeke giştînameyeke rojane dihat amadekirin û piştre jî karê weşanê dihat destpêkirin. Bername û nûçeyên televîzyonan, malperên nûçeyan, rojnameyên ku li ser dijîtalê weşan dikirin û her wiha medyaya civakî tenê berpirsiyariya pêşkeşiyê girtibûn ser xwe. 
 
Bi bernameyên curbicûr yên çand, huner, xwarin, pêşbirk û bi taybetî jî bi reklaman civak dihat birêxistinkirin. Li xaniyên herî luks, odeyên mezin yên rûniştinê û yên razanê, mutbaxên mezin, xaniyên bi baxçe, bi hawiz û şaneşînên mezin; zarok, ciwan, jin, mêr, pîr û kal bi hev re ji raya giştî re bangewaziya “Li malê jiyan xweş e” dikirin! 
 
Ligorî çapemeniya dîtbarî û nivîskî bi giştî li welat rewş asayî bû… "Karker û kedkar li gorî rêgezên xweparastinê diçûn kar, civak bi pakêta aboriyê ya hikûmetê di vê pêvajoyê de pirsgirêka aboriyê nedijiyan, li malê jin û mêr jiyaneke hevpar diafrandin û bi hev re kar dikirin, bi saya mekanîzmayên dewletê jinan xwe di ewlehiyê de hîs dikir û ji bo piştgiriyê bidin kedkarên tendurisyê jî her roj li şaneşînan çepîk dihatin lêxistin…" 
 
Li gorî vê çapemeniyê welatê ku herî ewle, dilşad û bextewar ev der bû. Li welat ji bilî vîrûsê tu pirsgirêkeke din tune bû…
 
Lê tişta balkêş jî asta şîdeta li hemberî jinê bû ku roj bi roj zêde dibû. Em ê mijara şîdeta li hemberî jinê di çapemeniya aligir de çawa hatiye dîtin binîn ziman û mijara xwe li vir biqedînin. 
 
….“Li Tirkiyeyê şîdeta li hemberî jinê kêm bû”,  “Li cîhanê asta şîdeta li hemberî jinê zêde bû lê li Tirkiyeyê kêm bû”, “Li Tirkiyeyê şîdeta di nava malê de kêm bû”…. 
 
Dayîn ji me nirxandin ji we...