Şîdeta bi dîmenan tê rewakirin

  • 09:34 19 Tîrmeh 2020
  • Medya Kritîk
Derya Ceylan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Dîmenên ku rola wan di rewakirina şîdeta mêr û afirandina nêrîna di civakê de gelek girînge, îro jî ji aliyê hinek çapemeniyan ve tên bikaranîn û li dijî vê rewşê jin an jî zarok dîsa jî bi şîdeta mêr re rû bi rû ne.
 
Der barê destdirêjî, şîdet û tecawiza li hember jin û zarokan her roj di çapemeniyê de nûçe tên serwîskirin. Yek ji nokteya herî girîng a di van nûçeyan de dîmenên tên bikaranînê ne. Em dixwazin balê bikşînin ser van dîmenên ku di civakê de rê li ber afirandina nêrînan vedikin.
 
Di salên dawî de kêm be jî di alî bikaranîna dîmenan de sererastkirin bên jiyîn jî hinek saziyên çapemeniyê dîmenên bi vî terzî dimeşînin. Mînak di nûçeyeke şîdeta li hember jinan de di wêneyê tê bikaranîn de, mêr kulma xwe li jinê radike û jin jî li quncikekî bê parastin disekine. Bi dîmenên wisa nûçeyên tên serwîskirin de wek ‘hêza mêr’ tê nîşandan û şîdeta mêr tê rewakirin.Mînak di malpera nûçeyan a Mîllîyetê ya 3’ê Adarê de bi nûçeya sernavê ‘kuştinên jinan di du mehên dawî de ji sedî 32 ketiye’ dîmenê hatiye dayîn. Di malpera înternetê ya Sabahê de jî nûçeya bi ser navê ‘Wezîr Selçuk aşkera kir: Protokola Parvekirina Daneyên Şîdeta li hember jinan hat îmzekirin’ e.
 
Di nûçeyên destdirêjiyê de jî rewşeke dişibe vê mijara gotinê heye. Ji bo vê jî wek mînak nûçeya di malpera înternetê ya Hurriyetê ya bi ser navê ‘Mêrê 72 salî bi îdiaya destdirêjiya li zaroka 8 salî hat girtin’e. Di vê nûçeyê de dîsa ne gumanbar, mixabin dîmenê ku zarok hedef digirt hat bikaranîn. Dîmenên wisa wekê ku zarok sûcdar e tê nîşandan û di heman demê de jî di civakê de nêrînek wisa tê afirandin.
 
Li aliyekê balê dikşînin ser gumanbar û li aliyê din jî der barê şîdet, tecawiz û destdirêjiyê de dîmenên ku jin û zarok tên sûcdarkirin tê parvekirin. Ev jî tê wateya parastina gumanbar.
 
Li şûna vê ger dîmenên ku balê bikşînin ser çalakiya gumanbar hebin wê pêşî li vê nêrînê jî bê girtin.