Di wêjeya Kurdî de zimanê zayendperest

  • 09:06 26 Tîrmeh 2020
  • Medya Kritîk
Roza Metîna
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Dema em li Wêjeya Kurdî ya ku di gelek qadan de dibe eynika civakê dinêrin em dibînin ku bi taybet mêran zimanê zayendperest bi kar anîne. Di heman demê de jî di gelek roman û çîrokan de bi zimanê xwe jin weke objeyeke zayendperest nîşan dane û bi kesayete xurt dernexistine pêş. 
 
Wêjeya Kurdî hîmekî sereke yê hebûn, çand, huner û jiyana Gelê Kurd e. Em dema li Wêjeya Kurdî dinêrin wekî deryayekê ye û dîrok, erdnîgarî, jiyan û nirxên civakî di nava xwe vedihewîne. Lê belê hinek têgehên  zayendperest ên ku bi taybet ji aliyê mêran ve di nava Wêjeya Kurdî de hatine bikaranîn ji aliyekî jî zirarê dide binhişiya civakê û texrîbatekê dide çêkirin. Her wiha derxistina pêş ya bi kesayete lawaz a jinê jî ji pêşketina civakê re dibe mînakeke neyînî. 
 
'Bandora girîng a li ser binhişiya civakê'
 
Nivîskar, helbestkar, hunermend, wênesaz di nava civakê de xwedî rolên taybet in. Loma bandoreke wan a girîng li ser binhişiya civakê hene. Dema diaxivin, dinivîsin, rexne û şîrove dikin ev dibe sedema nîşandayina rêyekê ya ji bo civakê. Di stran, helbest, çîrok, gotar, romanên tên nivîsandin de wate û rola li jinê tê barkirin gelekî girîng e. Gotinên zayendperest û xizmetê ji tundiya li ser jinê dike dema bê bikaranîn ev dibe sedem ku civak di bin bandora vê yekê de bimîne û tundiya li ser jinê zêdetir bibe. Yan jî nêzîkatî û nêrîna li dijî jinê biguhere. Hinek qalib hene ku dema tê bikaranîn raste rast îrade, kesayet û hebûna jinê hedef digire. Ev qalibana jî di encama zihniyeta desthilatdar a mêr a pênc hezar salî de derketine pêş. Hinek qalibên mîna bûka biçûk, biratiya gelan, welatê bav û kalan, xwedê birayê te bihêle, fesadiyên li ser tenûran û hwd. dema di çîrok, roman, gotar, helbestan de tên bikaranîn keda jinê ya bi hezar salan jî vala derdixe. 
 
'Jin li deriyê paş ê binhişiya civakê tê hiştin'
 
Dema tu bi metik, xaltîk, pîrik, cîraneke xwe yên bi taybet temenmezin diaxive û pirsa wan dike û tu dibêjî tu çawa yî rast e rast vê gotinê dibêjin 'Xwedê birayê te bihêle'. Nabêjin 'Xwedê xwişk û birayê te bihêle'. Bi vê yekê jin li deriyê paş ê binhişiya civakê tê hiştin. Qaliba din a 'welatê bav û kalan' dîsa bi bikaranîna xwe ya di wêjeyê de keda jinê ya di avakirina welatekî de binpê dike. Bikaranîna qaliba 'bûka biçûk' jî di gelek cihan de zewaca di temenê biçûk de rewa dide nîşandan. Ev yek jî dibe sedema şikandina îradeya jinê. 'Biratiya gelan' ji aliyê jin, zarok, mêr, yên temenmezin û hwd. hema em bêjin ji aliyê hemû kesan ve tê bikaranînin. Ji xeynî kesên di hişmendiya talûkeya têgeh û qalibên zayendperest de ne. 
 
'Em ne mecbûr in qalibên zayendperest bi kar bînin'
 
Dibe ku hinek qalib berhemên zihniyeta baviksalarî bin lê em ne mecbûr in van qalibana bi kar bînin. Dewsa 'biratiya gelan' em dikarin 'wekheviya xwişk û birayan an jî wekheviya gelan' jî bi kar bînin. Dema em bên mijara qaliba 'fesadiya li ser tenûran' jî divê em li vir bi awayekî girîng lêpirsînê di warê kesayet û binhişiya xwe de bikin. Tenûr di dîroka Gelê Kurd de motîveke gelekî bi qiymet û bi wate ye. Çawa em qîmetê didin nanî û em dema li erdê dibînin em maç dikin û datînin ser eniya xwe tenûr jî di dîroka Gelê Kurd de xwediyê cihekî taybet e. Sembola ked û bereketê ye. Bi sebir û keda jinê ji dîrokê hatiye heta roja me ya îro. Lê mixabin di gelek nivîs, gotar, helbest û çîrokan de em dibînin ku sembola kedê tenûr bi mijara 'fesadiyên li ser tenûran' derdikeve pêşberî me.Dema em li pirtûka helbestê ya Zerdeşt Cemal a bi navê Sê Koçrewan dinihêrin di nava helbesteke wî de jî têgeha 'fesadiyên li ser tenûran derbas dibe'. Keda jinên ku pêşengiya parastina nirxên civakê ya li ser axa welatekî kirine û ew welat li ser piyan hiştine bi gotina 'welatê bav û kalan' tê binpêkirin. Dibe ku ev qaliban zêde ne li ser guhên gelek kesî be û tew jixwe re bêjin 'ma de bila bê bikaranîn ew ê çi bibe îja' lê divê em ewqas biçûk li vê merseleyê nenêrin. 
 
'Jinê wekî objeyeyeke zayendperestiyê derdixin pêş'
 
Di gelek pirtûkên ku ji aliyê mêran ve hatine nivîsandin de jin wekî objeyeke zayendperest hatiye dîtin û bi kesayeteke lawaz derketiye pêş û bi vê yekê girêdayî di heman demê de êrîş li dijî hestên welatparêziyê yê Gelê Kurd hatiye kirin. Di gelek romanên Kurdî ku ji aliyê mêran ve hatine nivîsandin de di gelek kêliyê jiyanê de jin tenê wekî objeyeke zayendperestiyê derdikevin pêş. Divê êdî mirov di nivîsên xwe de ji hinek qalibên klasîk xwe rizgar bike. Ne cihên zayendî yê jinê lê belê sekin, jixwebarî, îdeolojî, kesayeta xurt a jinê dema ku di roman, çîrok û hwd. de derkevin pêş ev êdî di warê nêrîna li jinê dibe sedema guhertinekê.