Daraza mêr û çapemeniya zayendperset a desthilatdariyê ne tesaduf e!

  • 09:03 30 Tebax 2020
  • Medya Kritîk
Berîtan Canozer
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bêguman şîdeta li ser jinê ne tesaduf e, bierdêrê kaşkirina jinê, bi heqaret, tecawiz û tacîzê re rûbirû mayîn a jinan ne tesaduf e… Herwiha mêrantî jî ne tesaduf e! Daraza mêr û çapemeniya zayendperest a desthilatdariyê ne tesadufe.
 
Jin bi gotin ‘em dikarin biguherin, veguherînin, biserkevin’ derketin rê û soz dan ku wê têkoşîna jinê, îradeya jinê ya hewl tê dayîn bê desteserkirin, mezin bikin. Li dijî vê jî mêr hewl didin jinan biçewisînin. Ji ber ku jina berxwedêr, xwedî hişmend, dijminê herî mezin yê mêr e.
 
Li mal, kargerî, kolan,otubus, banka, bazar û marketê. Jin li her qada jiyanê bi desthilatdariya mêr re tên rû hev.
 
Rêzefîlm û fîlmê nasnameya jinan hedef digirin
 
Wisaye ku rêzefîlm, fîlm, bernameyên nûçeyan jî hewl didin vê bi jinan bidin  qebûlkirin. Yanî bi mînakên ‘jina makul’ hewl didin jinan bi teşe bikin. Yên temaşe dikin dizanin, rêzefîlmê ‘Yasak Elma’ heye… Di vê rêzefîlmê de mêrek û 5 jinên ji bo wî şer dikin hene. 5 jin jî ji hev dibehicin, li pey hev lîstikan dilîzin, dixwazin vî mêrî kêfxweş bikin.
 
Ne tenê ev e bêguman... Gelek rêzefîlm û fîlmên ku jinan bê hêz, bê îrade nîşan dide, jinan wek dijminê jinan nîşan dide hene. Bêguman divê nûçeyên zayendperest yên çapemeniya alîgir jî bê axaftin. Bi hezaran sernavên ku şîdet û kuştinên jinan rewa û normal dikin ên wekê ‘mêrê krîz derbaskir hevjîn-hezkiriya xwe qetil kir’, ‘kuştina hezkirinê’, ‘bavê keça xwe bi hezkiriyê wê re dît ew kuşt’ hene…
 
Divê lîstikvanên jin rolan red bikin
 
Bêguman bandora vê ya li ser civakê tê dîtin. Rêzefîlm û nûçeyên mijara gotinê ne, tê dîtin ku wek şîdet, kuştin û tecawizê li civakê vedigere. Li tu derê cîhanê di fîlm û rêzefîlman de, senarîst û derhênerên ku jinan evqas biçûk dixînin, nayê dîtin. Ji ber vê jî jinên ku van rolan jî qebûl dikin divê bên rexnekirin. Divê jin bi jinê vê neke, van rolan red bikin.
 
Rol model civakê diyar dike
 
Hunermend neynika civakê ye. Xwedî hêza ku rê bide ber civakê ye. Her kes jî dizane ku civak çawa girêdayê van rêzefîlmane. Ciwanên fanatîkê rêzefîlmane, jinên fanatîkin hene. Ev jî bêguman kareketer û encamên neyinî derdixe holê.
 
Jin ne dijminê jin, warê jinê ye
 
Jinên di ferqa van de ne jî hedef dikin ku civakê biguherin û veguherînin. Li dijî van rêzefîlm û nûçeyane. Ji bo jinan di siyasetê de bibînin, dengê jinan bidin bihistin têdikoşin. Ji ber jin ne dijminê jinê, warê jinê ye. Naxwazin jin rastî tecawiz, tacîz û şîdetê bên. Yên Peymana Stenbolê pêk neanîn, çav li kuştina gelek jinên wek Îpek, Cansu, Ozgecan, Emîne û Duyguyan, girtin. Yên ji serkeftina jinan ditirsin, yên naxwazin desthilatdariya xwe winda bike ne.
 
Wê jin bi ser kevin
 
Belê vê baş bizanin. Jin wê dest jê bernedin. Heta Peymana Stenbolê pêk neyê, heta sernavên nûçeyan bê guhertin, heta senaryo xurt nebin û jina berxwedêr esas neyê girtin wê jin dest jê bernadin. Wê daraza mêr û çapemeniya zayendperset a desthilatdariyê pes bike, jin jî qezenc bike…