Bextewariya herî mezin azadî ye

  • 09:10 1 Mijdar 2020
  • Medya Kritîk
Aysel Işik
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelo haya senarîstên dîzîyan ên ku jinan bi zayina zarokan pîroz dikin, ji tundiya li ser jin û zarokan ên li Tirkiyeyê hene? Senarîst ji jinan re dibêjin zayina zarokan 'bextewariya herî mezin e'. Em jî dibêjin bextewariya herî mezin azadî ye. 
 
Dema em êvarî ji kar tên an jî di betlaneyê de em televizyonê vedikin û li hinek bername, dizi û reklaman dinêrin em dibin şahidê hişmediya mêr. Di van bername, reklam û diziyan de hişmendiya mêr derdikeve pêş. Lîstina bi havêna civakê gelo xwediyên TV'yan aciz nake?
 
Di her sezona nû de gelek diziyên TV'yan dikeve nava jiyana gelek kesan. Têgeha van diziyan a ku qet naguhere jî rol û mîsyona li ser jinê bar dike ye. Senarist her modela 'baş, dilsoz, dayikeke baş' û her wiha modela 'jina fesad û tevliheviyê çêdike' li jinan bar dike. Aqlê mêr dizane wê jinê çawa kategorîze bike. Hişmendiya binêrin 'jinên baş û nebaş hene, jinên bên qetilkirin ên neyên qetilkirin hene' di bin hişê civakê de dide rûniştandin. Gelek sahneyên ku divê mirov li ser biaxive heye. 
 
Ez dixwazim behsa diziyekî ku van gotinên min piştrast bike bikim. Em hemû dizanin ku di vê pêvajoya jin ji bo maf û jiyana xwe têdikoşin de hewildana dewletan a rakirina mafên jinan diparêzin, hene. Dizi di warê dayina rotayê ya jinan de newestiyane. Di TRT 1 de di nava rojê de diziyê bi navê 'Dayika Nezan' tê weşandin. Di nava vî dîzîyî de 'serboriyên çar jinên hevalên hevdu' û dîsa 'jinên fesad û tevliheviyê çêdikin' hene...
 
Welhasil jinên dayikên û dixwazin bibin dayik di vî dîzîyî de nezan in. Senarîstê me yê 'bihiş' dibêje 'Ne hêsan e ku mirov bibe dayik'. Ez dixwazim hinekî behsa vî dîzîyî bikim. Dema em li ser gogleyê li vî dîzîyî digerin ev tişt derdikeve hemberî me:"Çar jinên bi navê Nil, Sevda, Beyza û Ceren ên ku ji zarokatiya xwe de hemû derdên xwe û bextewariyên xwe bi hev re parve dikin. Nil a ku dixebite ji carekê de bi ducanî dimîne. Ew ê kelecana bextewariyê ya dayiktiyê bi hev re bijîn. Ew ê bi vê yekê çîrokên germ û tên naskirin bên ravekirin."
 
Bextewariya herî mezin çi ye?
 
Belê em gelekî xemgîn in ku ev tiştan di kurtebirê de tên nivîsandin. Ji me re dibêjin bextewariya herî mezin 'anîna zarokan e'. Kesên vê qebûl nekin jî ji wan re rêya tundî û nebextewariyê bi awayekî girtî na na bi awayekî vekirî nîşan didin. Lê mixabin kesên ku van rolan dilîzin û dixwazin bi civakê bidin qebûlkirin dîsa jin in...
 
Ev rewş bi vêya tenê naqede. Nokteyeke din jî ew e ku jinê dixwazin kategorîze bikin. Li gel kategoriya 'jina baş a ku zarokan tîne' ya 'fesad û tevliheviyê çêdike' jî heye. Jina baş û nebaş...Em gelek carî bi vê yekê rast tên. Jina ku pergala heyî qebûl nakin û nabin koleya mêr nebaş e. Di vî dîzîyî de jî jina ne baş heye û ji bo jina bi navê Nîl nebe mudur çi ji destan tê dike. Tu yê nermik û îtaatkar be ku te bigirin kategoriya baş. Ev tenê mînakeke lê belê mînakên bi vî rengî gelek in. 
 
Jinên di van rolan dilîzin çi difikirin
 
Ya rast ez naxwazim zêde behs bikim û we jehrî bikim. Lê mixabin gelek dîzîyên bi vî rengî me mehkûmî xwe dikin. Ev tundî, entrîka, mirinên bi guman û kareyên ku ji zarokan re dibin mînakên ne baş mixabin di jiyana civakê de mînak tên girtin. Û jin her kêliyê her saetê li mal, derve, her derê tên qetilkirin. Gelo dema jinên bi tundiyê rû bi rû dimînin û dibêjin 'mêrê li min dide di bin bandora vî dîzîyî de dimîne' jinên di wan rolan de dilîzin çi difikirin. Gelo lîstikvanên ku dibin sedem tundî li ser jinê bê kirin dema bi tundiyê rû bi rû dimînin bertekeke çawa nîşan didin?
 
Di vê pêvajoya ku nebaşiya bi rêxistin belav dibe de ya bi bandor ew e ku jin jî bi rêxistin bin. Erê ev gotin hema jixwe nayê gotin û divê em li dijî her gotin û pratîkên me kategorîze dikin derkevin. Erê ew ê bêguman bedelên vêya yên giran hebin lê belê divê em jî bîr nekin ku ew ê azadî jî bê bidestxistin...