![](/staticfiles/news/251460/2025/02/14/823x463cc-srnk-14-02-2025-birca-belek-kongresi-gerceklesti41.jpeg)
Komeleya Birca Belek rêveberiya xwe ya nû diyar kir
- 16:51 14 Sibat 2025
- Çand û Huner
ŞIRNEX - Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek ku li Cizîrê xebatên çandî didomîne, kongreya xwe ya awarte li dar xist û rêveberiya xwe ya nû diyar kir.
Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê xebatên ziman û çanda Kurdî bi rê ve dibe, bi dirûşma “Zimanê azad jiyana azad” kongreya xwe ya awartê ya 2’yemîn li Eywana Konferansê ya Şaredariya Cizîrê ya Şirnexê li dar xist. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, rêveberên rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Şirnex û navçeyên wê, nûnerên saziyên sivîl, Hevberdevkê Komîsyona Çand, Huner û Ziman a DEM Partiyê Heval Dilbihar, Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û gelek kes tev li kongreyê bûn.
Bername bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî dîwan hate hilbijartin.
‘Têkoşîna ji bo ziman girîng e’
Di kongreyê de parlamenter Newroz Uysal Aslan axivî û bi lêv kir ku têkoşîna zimanê Kurdî gelek girîng e û wiha got: “Her gel û pêkhate bi ziman û çanda xwe hene. Gelê Kurd herî zêde ji aliyê ziman û çandê ve bi polîtikayên pişaftinê re rû bi rû ma. Bi sedan sal in têkoşîna ziman û çanda Kurdî didome û cihekî dîrokî digire. Ziman û çand ji bo miletekî girîng e. Ji bo ew milet bê çand û bê ziman bimîne, bê nasnameya xwe bimîne polîtikayên pişaftinê ji aliyê serdestan ve tên lipêşxistin. Ji ber vê têkoşîna qada ziman cihekî girîng digire. Bi KHK’an gelek saziyên ziman hatin girtin. Saziyên me yên ziman ên piştî wan hatine vekirin jî dîsa bi êrişan rû bi rû dimînin. Li Amedê operasyoneke qîrkirinê li ser saziyên ziman hat kirin. Mamosteyên Kurdî hatin girtin. Vê sibehê li Îzmîrê Mala Hunerê ya Jîn Artê ji aliyê polîsan ve dorpêçkirin û lêgerîn lê hat kirin. Em li Meclisê û li qadan ji bo zimanê Kurdî têdikoşin. Di dawetên me de ji bo cil û bergên Kurdî welatiyên me tên binçavkirin. Ji bo wê jî qada ziman di têkoşîna me ya azadiyê de pir girîng e. Niha li ser çareseriyê nîqaş tên kirin. Di vê pêvajoyê de nîqaşa zimanê Kurdî jî tê kirin. Di girtîgehan de jî dixwazin zimanê Kurdî qedexe bikin û asteng bikin. Axaftina bi Kurdî ya bi birêz Abdullah Ocalan re tê qedexekirin. Nikare bi malbat û parêzerên xwe re bi Kurdî biaxive. Birêz Abdullah Ocalan di hevdîtineke xwe de dibêje, ‘Min bêriya axaftina bi zimanê Kurdî û guhdariya li dengbêjekî kiriye.’ Ev bêrîkirin erkeke li ser milê me hemûyan ku em xwedî lê derbikevin. Her Kurdek di axaftin û xwendina Kurdî de berpirsyar e.”
‘Bila kurdî bibe zimanê fermî’
Heval Dilbihar jî destnîşan kir ku xwedî derketina zimanê Kurdî berpirsyariya hemû Kurdan e û wiha axivî: “Bi sedan sal in dagirker û mêtîngerên li ser Kurdistanê çima xwestinê Kurdî tune bikin, gelek tişt hatine gotin. Hemû sewal û ajal bi zimanê dayikê xwe tên nasîn. Ji ber wê jî hemû netew bi zimanê xwe tên nasîn. Em gelek caran dibêjin ziman hebûn û rûmeta me ye. Ziman her tiştê neteweyekî di nav xwe de vêdişêre. Ji ber wê jî tunebûna zimanekî tunebûna dîrok û hebûna neteweyekî ye. Ziman ji ziman zêdetir e. Heke zimanek ji holê rabe ew gel jî ji hole radibe. Ji ber wê jî divê em xwedî li zimanê xwe derbikevin. Heke mirovek xwedî li zimanê xwe dernekeve, nikare xwedî li welatê xwe jî derbikeve. Dixwazin zimanê Kurdî bihelînin û ji holê rakin. Ew hovitî û sûcê li dijî mirovahiyê ye. Em Kurd jî çi parlamenter, çi hevşeredar û beşên civakê yên cuda divê bi şev û roj ji bo ziman nexebite ew jî hevparê vî sûcî ye. Hinceta ‘dewletê zimanê min qedexe kir ji ber wê ez nizanim û ez Tirkî baştir dizanim’ nayê qebûlkirin. Tenê ji bo xatirê dayika xwe be jî divê zimanê xwe hîn bibî. Em çi zimanan bizanibin baş e lê divê em zimanê xwe ji hemû zimanan baştir bizanibin. Dixwazin zimanê Tirkî li ser Kurdî ferz bikin û zimanê Tirkî şîrîntir nişan bidin û zimanê Kurdî jî weke zimanê gundiyan nîşan bidin ku Kurd jê birevin. Em ê jî li dijî vê yekê li malan û kolanan têkoşîna zimanê Kurdî li dijî desthilatdariyê û di nava xwe de mezin bikin. Divê zimanê Kurdî jî weke hemû zimanan li hemû qadan serbest be. Em perwerdehiya bi zimanê Kurdî dixwazin.”
‘Xwedîderketina li ziman pêwistî ye’
Hevşeredarê Cizîrê Abdurrahîm Durmuş jî anî ziman ku têkoşîna zimanê Kurdî divê bê xurtkirin û got: “Mirovahî bi ziman li pêş ketiye. Ziman hebûna civakan e. Xwedî derketina ziman ji her tiştî pêwîstir e. Em têkoşîna zimanê dayikê didin. Lewra em dibêjin jina azad û zimanê azad wê jiyanake azad bîne. Em pir kêfxweş in ku mazûvaniya kongreya Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek dikin. Divê em hemû xwedî li Kurdî derbikevin.”
Piştî axaftinan sînevîzyona ku qala têkoşîna zimanê Kurdî dike hat nîşandan. Piştre Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahît Akil rapora faaliyetê ya salane xwend. Piştî xwendina raporan hevserok û rêveberiya nû ya komeleyê hatin bijartin.
Peyman Urun û Edîp Ûrûç ji bo hevserokatiya Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belekê hatin hilbijartin.
Kongre bi berzkirina dirûşma “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.