Heyeta Îmraliyê bi Waliyê Hewlêrê re hevdîtin pêk anî

  • 21:27 15 Sibat 2025
  • Rojane
Melek Avcı
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê bi Waliyê Hewlêrê Umed Xoşnax re hevdîtinek pêk anî û têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd axivîn.
 
Heyeta Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê piştî hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalanre,  îro çû Başûrê Kurdistanê. 
 
Endamên Heyeta DEM Partiya ya Îmraliyê Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir,  ji Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez û Ozgur Erol, Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Bedran Ozturk û Parlamenterên DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç di nava şandeyê de cih digirin. 
 
Bernameya heyetê
 
Heyet dê sibehî bi Serokê PDK’ê Mesût Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtinê pêk bîne. Di hevdîtinê de dê hûrgiliyên hevdîtinên Îmraliyê werin parvekirin û nêrîn û pêşniyarên kesên eleqedar yên têkildarî pêvajoyê werin girtin. 
 
Şande dê piştre derbasî Silêmaniyê bibe û bi Serokê YNK’ê Bafil Talabanî, Qubat Talabanî û rayedarên YNK’ê re hevdîtinekê pêk bîne.