
Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesrûr Barzanî bi dawî bû
- 09:32 19 Sibat 2025
- Rojane
Melek Avci
HEWLÊR - Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî de bi dawî bû.
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hevdîtinên xwe yên li Herêma Federe ya Kurdistanê temam kir. Şandeyê îro li Hewlêrê bi Serokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtin kir.
Civîn ji çapemeniyê re girtî pêk hat.