Şukran Demîr: YÎBO çîroka min bû

  • 09:02 24 Îlon 2025
  • Çand û Huner
Elfazî Toral
 
STENBOL - Şukran Demîr ku yek ji derhênera belgefîlma "Wek alava tundî û asîmîlasyonê YÎBO" ye bi gotinên "YÎBO parçeyek çîroka min jî bû" diyar kir ku YÎBO pirsgirêkek civakiye û balkişand ser rûhevhatina civakî.
 
Dibistanên Herêmî yên Seretayî ya Razayî (YÎBO) ku hedef dike zarokên Kurd asîmîle  bike, di 2023’yan de bû mijara xebateke belgefîlmê. Nivîskara e-kîtab a bi sernavê "Wek alava tundî û asîmîlasyonê YÎBO" ku çarçoveya Porojeya Ciwanan a Navenda Bîrê ve hatiye amadekirin, Şukran Demîr û Ozgur Onal e û ev xebata nivîskî kirin belgefîlm.
 
Di belgefîmê de nêrînên mezunên 25 YÎBO’yan ku navbera salên 1962-2010’an de li bajarên Kurdistanê Bedlîs, Wan, Colemêrg, Êlih, Riha,Amed, Dêrsîm û Mûşê jiyane û mezûn bûne tên vegotin. Di xebatê de tê diyakirin ku ev ne tenê saziyên perwerdê ne, heman demê de cihên asîmîlasyonê ne. YÎBO wek cihên ku zarok ji nasnameyê tên qûtkirin û di bin dîsîplîna leşkerî de tên teşekirin tê pênasekirin.
 
Bîra civakî dertê holê
 
Di belgefîlm de tê dîtin ku YÎBO piştî salên 90’î bi valakirin û şewitandina gundan zêde bûne û tê dîtin ku polîtîka asîmîlasyonê ya li van deran bandor li her qada civakê dike. belgefîm bi zimanê vegotina dîtbarê hatiye avakirin û şahidiya mezunan, arşîv û avahiyên dibistanan yên hatine terkirin jî cih digirin.
Belgefîlm di 9’emîn Mîhrîcana Belgefîmlan a Fîlm Amed ya bi hevkariya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn û Şaredariya Peyasê ve hat organîzekirin cih girt. Fîlm navbera 26-30’ê îlonê de wê derkve pêşberî temaşevanan.
 
Yek ji derhênera belgefîlm Şukran Demîr ji JINNEWS’ê re axivî.
 
 
YÎBO çîroka min bû’ 
 
Şukran Demîr diyar kir ku li dibistanên YÎBO’yê xwendiye û bi polîtîkayên asîmîlasyonê re hatiye rû hev û got: “Min dibistana navîn li Dibistana Herêmî ya Razayî ya Colemêrgê xwend. Ev mijar her tim hîşê min de bû. Min û Ozgur Onal ev bi xebat bi hev re kir.  Me her tim qala YÎBO’yan dikir. Ev proje derket pêş me. Me serî lê da û hat qetilkirin. Me dest bi xebatan kir. Me di formata E-kîtap de derxist. Bi mehan kesên pê re hevdîtin kir re dîmen jî kişandin. Çîroka wan gelek bi nirx bû. Me biryar da em wergerînin belgefîmê. YÎBO parçeyek çîroka min jî bû. Min dizanibû ku kesên li wir dixwînin ne kêfxweş in. YÎBO ne tiştekî ji rêzê bû. Ji asîmîasyonê re xizmet dikir.”
 
‘Nedihiştin em Kurdî biaxivin’
 
Şukran Demîr bi lêv kir ku YÎBO di salên 1962’yan de vebûne û got: “Di qanûnê de tê gotin li cihên xwecîhî yên belav ji bo zarok xizmeta perwerdê bibînin hatine vekirin. Lê zêdetir li bajarê Kurdan tên vekirin. Mînak li Behra Reş jî herêm belavin. Lê tevî vê li bajarên Kurdan hejmara YÎBO’yan zêde bû. Di hevdîtinên ku me bi kesên li YÎBO’yan xwendine re kir, aşkeraye ku ev der cihên asîmîlasyonê ne, ji asîmîlasyonê re xizmetê dikin. Ne dihatin em Kurdî biaxivin. 6 mehan carê me malbatên xwe didîtin. Têkiliyên me ji malbatê qût dikirin.”
 
‘Pirsgirêkek civakiye’
 
Şukran Demîr ev nirxandin kir: “Ji destpêka komarê de Kurd bi asîmîlasyonê re hatin rû hev. Bi dibistanên YÎBO’yê xwestin civakê teşe bikin.Li cihê ku xwendekar biguherin malbat jî diguherin. Civak jî diguhere. Zarok asîmîle dibin û diguherin. Ji ber vê jî bandora YÎBO’yan gelek mezine. Ev pirsgirêkek cidakiye. Dema min serî li vê xebatê da min got ne şexsiye ev pirsgirêkek civakiye û me wisa dest pê kir.”
 
Şukran Demîr pêvajoya aştî û civaka demokratîk jî bibîr xist û balkişand ser rûhevhatina bi bîra civakî re û got: “Divê civak bi vê re bê rû hev. Em êbi belgefîlma dibistanên YÎBO’yê bi mirovan re runin û nîqaş bikin.”