
Der barê gumanbarê ku Eser Karaca qetil kir de îdianame
- 18:17 24 Îlon 2025
- Rojane
MEREŞ - Di meha Gulanê de gumanbar Atîlla Ayintapli Eser Karaca qetil kiribû. Der barê gumanbar de ji sûcên ‘hevjîn ji qestî qetilkirin’, ‘bi çekê tehdîdkirin’ îdianame hat amadekirin.
Li Mereşê di 21’ê Gulanê de gumanbar Atîlla Ayintapli Eser Karaca qetil kiribû. Der barê gumanbar de îdianame hat amadekirin û ji sûcên ‘hevjîn ji qestî qetilkirin’ cezayê muebetê ji sûcê ‘bi çekê tehdîdkirin’ 7 sal ceza hat xwestin. Îdianame ji aliyê 5’emîn Dadgeha Ceza Giran a Mereşê ve hat qebûlkirin.