Şaredariya Kopê Navenda Jinan a Evrîm vekir

  • 18:04 24 Îlon 2025
  • Rojane
MÛŞ – Şaredariya Kopê a DEM Partiyê Navenda Bîhnvedanê a Evrîm vekir.
 
Şaredariya Kop a Muşê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demorkasiyê ya Gelan (DEM Partî)   ji bo jinên navçe û jinên jin gund tên navçeyê bîhna xwe vedin, hewcedariyên xwe bînin cih, Mala Bîhnvedanê ya Evrîm vekir.  Parlamentera DEM Partî ya Muşê Sumeyye Boz, rêveberên rêxistinên DEM Partî ya Muşê û navçeyên wê, hevşaredarên Mûş, Gimgim, Milazgîr û aktîvîstên TJA’yê tevli bûn.
 
Hevşaredara Kopaê Aryan Dogan da zanîn ku ew paradîgma demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê esas digirin û got ev navend sembola ked, hêvî û hevgirtina jinan e.
Parlamenter Sumeyye Boz jî axivî û da zanîn ku  şaredariya Kopê şaredariya jinane û ji b jinan wê xebatên xwe bidomînin. Piştî vekirina navendê jinan govend gerand.