Ji lîstîkvanên Îranê li hember komkujiyan bertek

  • 14:30 22 Sibat 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Lîstîkavnên navdar ên Îranê Katayoun Riyahî û Anahîta Hemmatî, bi parvekirinên xwe yên li ser hesabên Înstagramê piştgirî dan malbatên kesên ku di serhildana “Jin Jiyan Azadî” de jiyana xwe ji dest dane.
 
Lîstikvana Îranî Katayoun Riahi ji nûde wêneyekî yê Mecîd Rehnavard, ku di dema serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" de hatibû darvekirin, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parve kir.
 
Katayoun Riyahî, di parvekirina xwe de wiha got: "Hûn nikarin vê êşê bi hêsanî pênase bikin; hinek kes porê xwe qut dikin, çepikan lê didin, di reqisin, stranan dibêjin, li hember vê li axa Lalazar xwîn di reqise.”
 
Her wiha di parvekirina Katayoun Riahi de tê gotin êdî kes di merasîmên cenazeyan de Quranê naxwîne û şînê nagire, li şûna wê muzîk tê lêxistin û mirov pîrozbahiyê dikin.
 
Mecîd Rehnaverd di 21ê Kanûna sala 2022’an de bi tohmeta kuştina du endamên Besîcê di dema serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" de hat girtin û di demek kurt de piştî wê hat darvekirin.
 
Her wiha lîstîkvanekdin jî ya bi navê Anahîta Hemmatî jî, peyama Elnaz Mahdavî ya xwişka Hamîd Mahdavî ya di xwepêşandanan de hate qetilkirin parve kir û piştevaniya xwe ji bo malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane diyar kir.
 
Anahita Hemmatî, di parvekirina xwe de got “Îraniyek, êşa we parve dike” piştgiriya xwe ji bo malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane û xwepêşandanan anî ziman.