Ji ser sinorê Qamişloyê bang: Rê diyar e rê Îmrali ye

  • 15:51 17 Kanûn 2024
  • Rojane
MÊRDÎN - Di çalakiya nobedê ya li ser sînorê Qamişlo de hate destnîşankirin ku pirsgirêka Kurd bi şer çareser nabe û ev tişt hate gotin: “Rê diyar e, rêya Îmraliyê ye. Birêz Öcalan jî di hevdîtina xwe ya dawî de diyar kir ku ew ye dikare şer bi dawî bike.“
 
Çalakiya nobedê ya li ser sînorê Qamişlo yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ya bi navê  Artêşa Netweyî ya Sûriyeyê (SMO) yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja xwe ya 5’emîn de dewam dike., Bi sedan kes li ser sînor kom bûn. Di çalakiya nobedê de stran hatin gotin, gelê Sêrtê jî piştgirî da çalakiya nobedê. Beşdarên nobetê pêşmalkên bi nivîsa "Rojava rûmeta me ye", "Bijî bexwedana Rojava" û "Ji şer re na hema niha aşti" li xwe kirin, di nobetê de pankarta "Bi rihê seferberiyê em ê şoreşa Rojava bi parêzin". Çalakgeran bi stran û dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Jin Jîyan Azadî", "Bêdengî mirine bê deng nemîne", "Rojava şoreşa sedsala 21'emîn" û "Bijî berxwedana Rojava" berz kirin.  Parlamenterên DEM Partiyê Kamuran Tarhan  û Huseyîn Olan jî tevli daxuyaniyê bûn.
 
'Bila şer raweste û muzakere dest pê bikin'
 
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê yê navçeya Sêrtê Eşref Tekîn ku di çalakiya nobetê de ewil axivî, diyar kir ku ji bo piştgiriyê bidin çalakiya nobedê îro li vir in û got, “Em ji vir piştgiriyê didin gelê Rojava. Dilê me bi Rojava re ye. Sêrt Rojava ye, Rojava jî Sêrt e. Ev demek e em rewşa Sûriye û Rojava dişopînin. Gelê Kurd li her derê azadî û aştiyê dixwaze. Em vê daxwazê li her derê tînin ziman. Gelê Kurd ziman, çand û hêz û statûya xwe li ser axa xwe dixwaze. Şer zêde bûye, em dibêjin êdî bes e. Bila şerê berdewam raweste û muzakere zû dest pê bikin. Bila muzakere bên kirin û aştî di navbera hemû gelan de pêk were. AKP û MHP ji bo çareseriya pirsgirêka kurd destên xwe dane hev û em jî wek partî dibêjin 'Eger hûn samîmî bin, gelê Kurd ji bo muzakere û aştiyê b amade ye' yên li Rojava xuşk û birayên me ne’ Gelek gotin hene, lê em niha dixwazin daxwazên gelê Kurd bên fêmkirin.”
 
'Rê diyar e, rê Îmraliye'
 
Piştre Parlamenterê  DEM Partiyê yê Bêdlîsê Huseyîn Olan axivî û got, “Ev 5 roj in em li vir bi awayekî dijwar dixebitin û em vê çalakiyê pîroz dikin. Weke ku tê zanîn pirsgirêka kurd sed sal e didome û dewlet sed sal e pirsgirêka kurd bi aştî û demokrasiyê çareser nake, bi şer hewl dide çareser bike. Em dibêjin bila êdî ev xwîn raweste. Ev erd ji xwînê têr bûne. Ji ber ku dewletê pirsgirêka Kurd çareser nekir, niha bûye pirsgirêkek navneteweyî. Ji ber ku em bi hev re dijîn, divê gelê Kurd jî bibe xwedî maf û nasnameya wî bê naskirin. Banga min ji vir ji dewletê re ye. Pirsgirêka Kurd bi şer çareser nabe. Rê zelal e, rê Îmrali ye. Birêz Öcalan di hevdîtina xwe ya dawî de jî diyar kiribû ku ew dikare şer bi dawî bike.”