'Em ji bo avakirina jiyana demokratîk dimeşin'
- 09:08 19 Kanûn 2024
- Rojane
Pelşîn Çetînkaya
AMED - Rêvebera DBP'ê ya Amedê Hasîbe Çîçek a beşdarî "Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê" bû, diyar kir ku ew ê bi çalakî û kampanyayên xwe ji bo avakirina jiyana demokratîk li xaka xwe têbikoşin.
Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya kampanyaya “Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re azadiya fîzîkî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk" di 16’ê Kanûnê de ji Amedê ber bi Enqereyê ve dest bi “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” kiribû. Rêya meşa ku gelek navên ji derdorên cuda tê de cih girtin, weke Riha, Dîlok, Edene, Mêrsîn û Enqereyê hate diyarkirin. Di meşa ku bi sedan kes beşdar bûn de, daxwazên gelê Kurd bi dirûşme û daxuyaniyan hatin qîrîn, êrişên li dijî Rojava hatin protestokirin.
Rêvebera Partiya Herêmên Demokratîk a Amedê Hasîbe Çîçek ku yek ji navên beşdarî "Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê" bû, ji mîkrofona me re axivî.
Hasîbe Çîçek, anî ziman ku ew ji bo li xaka xwe jiyana demokratîk ava bikin têdikoşin û got: “Em bi serê xwe daxwaza tiştan nakin, tenê ji bo xwe daxwaza tiştan nakin. Daxwazên me; avakirina komareke demokratîk bi gelên ku em bi hev re dijîn re ye. Em mafên xwe yên herî xwezayî dixwazin. Lewma ev mafê me yê herî xwezayî ye û ji bo vî mafî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Çareseriya demokratîk a Pirsgirêka Kurd, binpêkirinên mafan ên li welat, tecrîda li girtîgehan, Şerê Cîhanê yê 3'yemîn ku niha li Rojhilata Navîn didome, statuya Rojava, hemû xizaniya li welat û sûcên li dijî jin û zarokan tên kirin. Bi gotineke din azadî û bi giştî em ji bo demokrasiyê dimeşin. Em hêvîdar in ku di dawiya meşê de, em ê bighijîn armanca xwe ya ku tê xwestin û em karibin bi kesên ku em dikarin pirsgirêkan bi wan re çareser bikin, hevdîtin bikin. Heta ku rewşa Rojava zelal bibe û destkeftiyên Kurdan bên misogerkirin, heta çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêk were em ê çalakî û berxwedana xwe bidomînin."
'Me dest bi têkoşîneke topyekûn kir'
Hasîbe Çîçek, anî ziman ku êrişên mezin li dijî destkeftiyên gelên li Rojava dijîn tê kirin û wiha bi lêv kir: "Li Rojava bi salan e şerek heye. Rojava di vî şerî de li herêmên ku lê jiyabû ji bo xwe statuyeke xweser pêşxistibû. Bi hemû gel û baweriyan re jiyaneke xwişk û biratî ava kiribûn. Di van demên dawî de li dijî wan êriş pêk hatin. Li ser destkeftiyên ku bi dest xistine zextek pir mezin heye. Ji ber vê yekê li hemberî van zext, êriş û îmhayê li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîna Kurdan heye. Li hemberî van êrişên li Kurdistanê me dest bi têkoşîneke topyekûn kir. Em ê li ber xwe bidin. Tu luksa me ya em rûniştin û bêdeng bimînin tune. Ji ber vê yekê em bi hemû gelê xwe re li ber xwe didin. Ji bo parastina hemû destkeftiyên xwe em ê bi hev re têbikoşin. Em ne tenê li Bakurê Kurdistanê ku lê dijîn, her wiha bi çar parçeyên Kurdistanê re eleqedar in. Divê em bi xwişk û birayên xwe û gelê xwe re bibin yek. Em ê rê nedin ku destkeftiyên wan ji destê wan bê girtin. Pêwîste em vê zilma ku bi sedsalan berdewam dike bigihînin encamê û ev hemû çalakî û kampanyayên ku em dikin bi vê pêvajoyê ve girêdayî ne."