Nobeda li sînorê Qamişlo di roja 7'an de ye
- 13:15 19 Kanûn 2024
- Rojane
MÊRDÎN - Çalakiya nobedê ya li ser sînorê Qamişlo bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û tevlîbûna bajarên derdorê didome.
Çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yê hatiye destpêkirin di roja 7’an de bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava" didome.
Tevî beşdarên ji bajar û navçeyên derdorê, hunermendên bajarên derdorê jî piştgirî dan çalakiya nobedê. Hunermend bi lêdana erbane û sirûda "Herne Pêş" ketin qadê.