
Bi biryar in sala 26’an bikin sala azadiyê
- 09:03 9 Sibat 2025
- Rojane
Melek Avci
ENQERE - Bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Ewropayê "Meşa dirêj" hat destpêkirin û dawiya meşê de wê mîtîng pêk bê. Xezal Mamedova mîtîng wek "fînala dîrokî" bi nav kir û got: “Em nahelîn tecrîd bikeve sala 27’an û em di 26’an de serokatiya xwe azad bikin.”
Meşa Dirêj ku di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de 21’ê Çileyê li bajarê Lorîent ê Fransayê det pê kir, bi rojane didome. Nokteya fînalê ya meşê Strazburge û dxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan balê dikşîne.
Xezal Mamedova ku di çarçoveya meşê û pêngavê de xebat meşand der barê atmosfera meşê û fînala mîtîngê de axivî.
Pêngav du sale didome
Xezal Mamedova da zanîn ku ev pêngav du sale ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û meşa dirêjî di vê çarçoveyê de didome. Xezal Mamedova wiha vegot: “Rêber Apo 26 sale di bin tecrîdê de ye. Dewleta Tirk dîl digire. Li dijî vê li Ewropayê du sale em pêngavekê didin meşandin û em ketin asta duyemîn. Sala ewil ji bo şikandina tecrîd û azadiya fîzîkî bû. Îsal li dijî tecrîda 26 salî 26 rojan 26 bajar û 21 kes, ji 21’ê çile de ye di çarçoveya vê kampanyayê de dimeşin.”
‘Gel paradîgmayê wek hêvî dibîne’
Xezal Mamedova got nêzîkatî û piştgiriyên bo meş û pêngavê erênî ne û got: “Seranserê meşê de em bi hevşaredar û parlamenteran re hatin gel hev. Ev meş erênî pêş dikeve. Tevlibûn û piştgirî heye.Em bi hevşaredar û parlamenteran re hevdîtinê dikin. Nêzîkatiyên erênî hene. Bi paradîgma serokatiyê bawer dikin û bi hêvî dibînin.”
Strazburg amade ye
Xezal Mamedova balkişand ser fînana meşê ya ya li Strazburgê û wiha vegot: “Her sal 15’ê Sibatê de ji bo serokatiyê meş pêk tên û îsal jî cuda pêk tê. Meşa îsal xwedî girîngiyek dîrokiye. Divê tevlibûnek dîrokî hebe. Divê xwedîderketinek mezin hebe. Pêvajoya em têde ne tije derbas dibe û balê dikşîne. Li aliyekî şer li aliyekî hevdîtinên bi serokatiyê re li aliyekî komkujiyên li Rojava didomin. Her wiha peymanên serokatiyê kelecanek afirandiye. Em niha peyamên dibe ku 15’ê sibatê de ji serokatiyê bên dipên. Di vê çarçoveyê de wê çalakiyek dîrokî be. Em bi hêvî ne.”
‘Li ser zimanê cîhanê Rojava û Abdullah Ocalan heye’
Xezal Mamedova wiha dirêjî dayê: “Hemû cîhan û Fransa li dijî Gelê Kurd berpirs û deyndare. Bi taybet piştî şoreşa Rojava û azadbûna Kobanê, Rojava, Kobanê û Abdullah Ocalan li ser zimanê her kesiye. Me ji hevdîtinên li Ewropayê ev pir bihist. Rayedaran ev îfade pir anîn ziman. Di 13’yê sibatê de li Parîsê konferansek navneteweyî pêk tê. Dixwazin wezîrê karê derve yê Rojava jî tevli bibe. Em bi vê pêvajoyê bawer dikin.”
‘Jin hêza ku bar hildidin e’
Xezal Mamedova diyar kir ku Tevgera Jinên Kurd vê mijarê de xebatên mezin dimeşînin û ji bo ji pêvajoyê encamekê bigirin bê navber dixebitin. Xezal Mamedova wiha got: “Bi taybetî ji aliyê TJK-E ve xebatek mezin û zêde tê meşandin. Em bi şîara Rêbertî ya ‘Jin azad nebe’ tevdigerin. Bi vê dirûşmeyê em bi jinên Kurd ên li Ewropayê re weke hêzeke ku barê giran hilgire ser milê xwe dixebitin. Weke ku hûn jî dizanin li Fransayê du komkujî li dijî jinên pêşengên tevgera jinên Kurd pêk hatin. Bi vê boneyê me hemû bala xwe da ser Fransa û bang li her kesî ew e ku di çarçoveya ‘Jin jiyan azadî’ û paradîgmaya Rêbertiyê de, bi pêşengiya jinên Kurd û dostên wan, li dijî komployê ku di sala 26’an de tê meşandin, tevlî vê meşa xwe bibin.”
Ji bo mîtîngê bang
Xezal Mamedova ji bo mîtînga dîrokî jî ev bang kir: “Werin em di sala 26’an de Rêbertiya xwe azad bikin, bêyî ku tecrîda li ser wî bikeve sala 27’an. Rêbertî dibêje 'Hêvî ji serketinê bi qîmettir e'. Weke Gelê Kurd divê em di rê û rêbazan de bi baldarî û bi tedbîr tevbigerin û di vê pêvajoyê de di çarçoveya azadiya Rêbertî de xebatên xwe xurtir bikin. Di vê pêvajoyê de divê em meclîs û komunên xwe bi zêdekirina hejmara wan xurt bikin.”