Ji nobeda Wanê bang kirin: Xwedî li vîna xwe derkevin

  • 13:39 13 Sibat 2025
  • Rojane
 
 
WAN - Xelkê Wanê li pêşiya avahiya şaredariyê çalakiya nobetê da destpêkrin û çalakî di roja 3’yemîn de didome. Jinên ku tevlî berxwedanê bûn da zanîn ku mesele ne şaredarî ye mesele kurdbûn e û dê heta dawiyê li ber xwe bidin." 
 
5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bi îdiaya “Bi zanebûn û bi dilxwazî hewl da alîkariyê bide rêxistinê” 3 sal û 9 meh cezayê hefsê da Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abudllah Zeydan. Piştî vê biryarê, xelkê Wanê li pêşiya avahiya şaredariyê çalakiya nobetê da destpêkrin û çalakî di roja 3’yemîn de didome. 
 
Xelkê ku 3 roj in li ber şaredariyê li ber xwe didin ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn. 
 
'Mesele ne şaredarî, mesele kurd e'
 
Reyhan Kaplan, bal kişand ser berxwedana gel û wiha axivî: "Ez bang li gelê xwe dikim. Bila bên tevlî berxwedana me bibin. Bila xwedî li vîna xwe derkevin. Me bi kedek mezin şaredariyên xwe bidest xist. Em ê her li cem hevşaredarên xwe bin. Em tu carî tiştên ku tên kirin qebûl nakin. Em ê govenda xwe bigerînin û stranên xwe bêjin û bi coşek mezin berxwedana xwe bidomînin. Divê tu kes li hemberî vê neheqiyê serî netewînin. Mijar ne şaredariyê û mijar vîna gelê Kurd e."
 
'Em ê li ber xwe bidin'
 
Asiye Ozlu, da zanîn ku cezayê ku hat dayîn qebûl nakin û wiha dirêjî da axaftina xw: "Ev cezayê ku hat dayîn neheqiyek mezin e. Ji bo tayînkirina qeyûm hincetek e. Em ê destûrê nedin tayînkirina qeyûman. Em 3 roj in li ber xwe didin. Em ê her li vir bin. Me mirin taye ber çavên xwe. Çi dikin bila bikin nikarin vîna kurdan têk bibin. Em ê li ber xwe bidin." 
 
'Em ê xwedî şaredariya xwe derkevin'
 
Hasret Çetîn, da zanîn ku heke qeyûm tayin dikin çima hilbijartinê dikin û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Ev yek neheqiyek mezin e û zilmek mezin e. Em ê heta dawiyê li ber şaredariyê bin. Hevşaredarên me ligel ewqas deynê qeyûm heyî dîsa jî xebatên xwe berdewam kir û xizmet da gelê xwe. Çend qeyûm tayîn dikin bila bikin em ê xwe dî li şaredariyên xwe derkevin."