Tunekirina bîra gel (1)

  • 09:04 3 Sibat 2025
  • Dosya
 
 
Êrişa li dijî mafê şînê: Bi hezaran gor hatin texrîbkirin
 
Dîlan Babat
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Êrîşên li ser goristanan ku projeyeke îdeolojîk e ji bo rakirina bîranîna gelan, astengkirina mafê definkirinê û înkarkirina goran, ji aliyê desthilatdariyan ve pêk hatin. Di serdema desthilatdariya AKP'ê ya 22 salan de êrîşên li ser goristan, nirx û cenazeyên gelê Kurd bi awayekî sîstematîk dewam kirin.
 
Mafê her kesî ye ku bi rêzdarî ber bi rêwîtiya xwe ya dawî ve were şandin û nirxekî mirovî yê gerdûnî ye. Lê yek ji hêmanên herî hovane yên polîtîkayên Tirkiyeyê yên li hemberî gelê Kurd, di têgihiştineke ku rê nade mirin jî aştiyê bibîne, xwe dide der. Mudaxeleyên cenazeyan, êrîşên li dijî goristanan û desteserkirina mafê şînê ne tenê di şexsê kesane de di heman demê de birîneke civakî ye. Van kiryaran ne tenê rûmeta mirovî ya mirî di heman demê de yên li dû xwe mane jî dike hedef. Her destwerdana cenazeyan di rondikên dayikan de qîrînek e, di bîranîna gel de lekeyek şermê ye... Ji sivikkirina êşa wan dûr, bi êrîşan dixwazin mafê şînê yê gelê Kurd jî ji dest bigirin. Baş e, gelo ev neheqiya ku li miriyên gel tê kirin, pirseke ku wijdan bihejîne dernaxe holê?
 
Paqijkirina hişê gel projeyek îdeolojîk e
 
Tehemulê rondikên dayikekê ku li ser gora zarokê xwe rondikan dibarîne nayê kirin; Teslîmnekirina cenazeyan, cenazeyên tên dayîn parçe parçe tê dayîn, tenê birînên kûr di wijdanê de çêdike, ev birîn di heman demê de birînên nasnameyeke kolektîf û aştiya civakî jî çêdike ku bi zehmetî tê dermankirin. Êrîşên li ser goristanên gelê Kurd bûye sembola zîhniyeta ku hurmeta miriyan jî nagire. Wêrankirina goristanan, şikandina kevirên goran û heta astengkirina cenazeyan ne tenê tundiya fizîkî ye; Projeyek îdeolojîk e ku armanca wê ji holê rakirina hafizeya gel e. Her êrîş pirsek e "Çima?" Ew pirsê hîn kûrtir dike. Bi kîjan qanûn, kîjan exlaq û bi kîjan wijdanî dikare mudaxelekirina li cihê herî dawî ya mirov rave bike?
 
Ji 2015’an heta niha me êrîşên li hember cenazeyên gelê Kurd berhev kirin.
 
Bi giştî 147 hezar gor hatin texrîbkirin
 
Li Londonê, Çavdêriya Edaletê ya Mezopotamyayê (MesopotamiaObservatory of Justice) li ser êrîşên li ser gorên li Kurdistanê raporek amade kir. Di raporê de hat diyarkirin ku di navbera 17’ê Îlona 2015-4’ê Nîsana 2020’an de 122 êrîş li ser goristanên Kurdan pêk hatine. Herî kêm 4 hezar û 255 goristan hatin texripkirin. Li Şirnexê 900 gor bi temamî hatin rûxandin û hezar û 255 gor hatine texrîbkirin. Li Amedê 143 gor bi tevahî hatin texrîbkirin. Li Êlihê 200 gor hatine rûxandin û 369 gor hatine texrîbkirin. Li Dêrsimê 150 gor hatine rûxandin û 3 gor hatine texrîbkirin. Li Wanê 150 gor hatine rûxandin û 3 ji wan hatine texrîbkirin. Li Sêrtê 200 gor hatine texrîbkirin, li Mêrdînê 232 gor hatine texrîbkirin, li Rihayê 9 gor hatine rûxandin, 3 gor hatine texrîbkirin. Li Bedlîsê 267 gor hatine rûxandin, li Colemêrgê 54 gor hatine rûxandin. Li Mûşê 27 gor hatine rûxandin, 8 gor hatine texrîbkirin li Çewlîkê 80 gor hatine texrîbkirin. 
 
2015
 
*Di 17’ê Cotmehê de “Goristana Şehîd Cuma û Şehîd Binefş” a li herêma Çiyayê Cûdî ya li bejahiya Şirnexê ji aliyê leşkeran ve hate rûxandin.
 
*Di 18’ê Cotmehê de li nêzî Gundê  Alacaik ê Dersimê “Şehîdgeha Suna Çîçek û Doktor Baran” ku cenazeyên PKK’yiyan û hestiyên kesên di Komkujiya 38’an a Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji hewayê ve hat bombekirin. Malacemê ya li goristanê hat hilweşandin.
 
*Di 18’ê Cotmehê de leşkeran êrîşî goristana li Taxa Sîsê ya navçeya Lîce ya Amedê kiribûn û 50 ji 218 gor hilweşandin.
 
*Di 22'ê Cotmehê de gorên li "Şehîdgeha Mawa" ya li sêgoşeya Sêrt, Mêrdîn û Êlihê bi kepçeyan hatin hilweşandin.
 
*Di 4’ê Mijdarê de goristan, mizgeft û mêvanxaneya Taxa Pîrejman a navçeya Pîran (Dîcle) ya Amedê ji aliyê leşkeran ve hatin xerakirin.
 
*Di 12’ê Mijdarê de Goristana Şehîd Kurtay Feraşîn a li bejahiya Meydan Kolya ya li bejahiya navçeya Bêşebab a Şirnexê hate bombekirin û hilweşandin.
 
*Di 22y’ê Mijdarê de Goristana Şehîd Harûn a li navçeya Lîce ya Amedê ji aliyê balafirên şer ve hate bombekirin. Dema mizgeft, salon, pirtûkxane û kaniya li goristanê hatin hilweşandin, ji 140 gorên endamên PKK'ê 78 jê hatin texrîbkirin.
 
* Cenazeyên Mesut Sevîktek û Îsa Oran 28 rojan li navçeya Sûrê ya Amedê ku di bin dorpêçê de bû li kolanan man.
 
* Di dema qedexeya li navçeya Cizîr a Şirnexê de cenazeyê Cemîle Çagirga ya 10 salî 11 rojan di sarincê de ma.
 
 * Cenazeyê Taybet Înan 7 rojin li navçeya Silopiya ya Şirnexê li kolanê ma.
 
*Li Gimgim a Muşê li cenazeya Ekîn Wan îşkence hat kirin.
 
2016
 
* Di 1’ê Gulanê de gorên PKK’iyên li Goristana Yenîkoy a Asrî ya navçeya Rezan a Amedê ji aliyê polîsan ve hat texrîbkirin.
 
2017 
 
*Gorên 23 kesên ku nav de dayika Aştiyê Meryem Bulut û Aycan Kaya jî hebû hatin texrîbkirin.
 
*Gorên endamên HPG- YJA Star, YPG û YPJ’ê yên li Goristana Yenî Mahale ya Îpekyol a Wanê ji aliyê polîsan ve hat texrîbkirin.
 
*Li gundê Surek a Perî ya girêdayê navçeya Mezgîrt a Dêrsîmê bi talîmata walî û qeyûm gorên Sanar Buluç (Seyîd Riza) û Baran Çetînkaya (Brusk Dêrsîm) yên HGP’î hatin texrîbkirin.
 
*Polîtên tevgera taybet goristana li taxa Orman a Gever a Colemêrgê texrîb kirin.
 
* Li navçeya Elkê ya Şirnexê goristana li herêma Kato ya di 18’ê Nîsanê de hat texrîbkirin. Dîwarê Şehîdgeha Kurtay Feraşîn ya li Zozanên Meydan Kolya hatin hilweşandin.
 
*Gora Sakîne Cansiz ya di 9’ê Çileyê 2013’an de hat qetilkirin hat texrîbkirin. 
 
*Di 14’ê îlonê de li hember cenazeya dayika siyasetmedar Aysel Tugluk, Hatun Tugluk êrîşa nîjadperet pêk hat û cenaze hat derxistin û li Dêrsîmê hat definkirin.
 
*Di 19’ê Kanûnê de li goristana Garzan a Olekajor a Bedlîsê cenaze hatin derxistin û gor hatin texrîbkirin. Cenaze li Stenbolê li peyarêyên Kîlyosê hatin definkirin.
 
*Di 6’ê Hezîrana 2018’an de li gundê Ermîşler a navçeya Susuzlar a Qersê gora endamê HPG’ê Tuncay Mîhyaz ji aliyê leşkeran ve hat texrîbkirin. 
 
2019
 
* Di 29’ê Adarê de goristana li Taxa Kazancî ya navçeya Bismilê ya Amedê ji aliyê leşkeran ve hatibû xerakirin.
 
* Gora Mahmut Altinbay ê ku di 30'ê Îlonê de li navçeya Pîran (Dîcle) ya Amedê hatibû definkirin ji aliyê leşkeran ve hat îmhakirin.
 
2020
 
* Di 4’ê Nîsanê de goristana gundê Yarbaşi ya navçeya Hezexê ya Şirnexê ji aliyê leşkeran ve hatibû xerakirin
 
* Di 17’ê Nîsanê de li Mûş-Milazgirê û gundên li navendê kevirên gorên endamên HPG’ê hatin şikandin.
 
*24’ê Nîsanê de Fermandariya Cendermeyan a Farqînê li malbatên PKK’iyên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabûn geriya û gotin divê kevirên gorê bên şikandin û tîpên X,W, Q bên paqijkirin.
 
*Di 25’ê Gulanê de goristana gundê Guneşlî ya Heskîf a Êlihê hat texrîbkirin.
 
* Di 8’ê hezîranê de gora nûçegîhanê Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr hat texrîbkirin.
 
*Di 12’ê Hezîranê de goristana li taxa Esenler a Licê ya Amedê hat texrîbkirin.
 
*Di 10’ê Nîsanê de cenazeya Agît Îpek yê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû bi kargoyê şandin ji malbatê re.
 
2021
 
*Di 1’ê Hezîranê de gora Tahîr Elçî hat texrîbkirin.
 
*Di  25’ê Tîrmehê de goristana Şêxorze ya li Efrînê ji aliyê çeteyên girêdayê Tirkiyeyê ve hat texrîbkirin.
 
*Di heman dîrokê de gorên aydê endamên YPG û YPJ’ê hatin vekirin û nûçeya ‘me gora komî dît’ hat çêkirin.
 
* Di 13’ê Mijdarê de gora Ahmet Kaya ya li Parîsê hat texrîbkirin.
 
2023
 
*Gorên PKK’iyên li Goristana Bajar a Koçkiran a Bazidê hat texrîbkirin.
 
2024
 
*Di 19’ê Kanûnê de rojnamger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di êrîşa SÎHA’yan de hat qetilkirin.
 
Sembola têkoşîna rûmetê ye
 
Lê li gel van hemû êşan jî gelê Kurd parastina mafê xwe yê şînê dike. Her bedena ku bi axê re neyê cem hev, di dilan de vediguhere abîdeya berxwedanê. Her kevirê gorê têkoşîna rûmetê ya gelan nîşan dide. Û her dayik bi parastina bîranîna zarokê xwe dibe parêzvana rûmeta mirovahiyê.
 
Sibehê: Bîra civakî çi dixwaze?: Jibîrkirin an bîranîn ?