
Derbarê rojnamevana nûçeyên erdhejê şopandin de lêpirsîn
- 16:19 23 Adar 2023
- Rojane
AMED - Rojnamevan Medîne Mamedoglû ku derbarê wê de lêpirsin hatibû destpêkirin, îfade da dozgeriyê.
Rojnamevan Medîne Mamedoglû ya nûçegihana Nû JINHA’yê çûbû herêmên erdhejê û geşedanên li wir şopand. Bi hêceta ku Medine geşedanên li herêmên erdhejê şopand û li ser hesabên xwe yên medya civakî parve kir, ket ber lêpirsînê. Medine û parêzerê xwe Resûl Temûr bi hev re çûn edliyeya Amedê û bi îdiaya “kes li kîn û dijminatiyê sor kirine” îfade da dozgeriyê.
Medine anî ziman ku wê li herêmên erdhejê rojnamevanî kiriye û parvekirinên wê jî di çarçoveya xebatên rojnamevaniyê de bûne û tawanbarbariyön derbarö xwe de red kırın.
Parêzer Resûl Temûr jî diyar kir ku parvekirinên miwekîla wî di çarçoveya rojnamevaniyê de ne û xwest lêpirsîn bê betalkirin.