Femînist Hulya Osmanagaoglu: Divê piştevaniya hevpar bê rêxistinkirin
- 09:02 14 Mijdar 2024
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL - Femînîsta serbixwe Hulya Osmanağaoglu bal kişand ser girîngiya hevgirtina di navbera Tevgera Jinên Kurd û femînîst de, diyar kir ku divê weke Tevgera Jinên Kurd, femînîst, hemû tevgerên jin û sosyalîst li dijî tundî û polîtîkayên şer ên AKP-MHP'ê têkoşîneke hevpar were birêxistinkirin.
Bi hezaran jin li dijî tundî, destdirêjî, komkujî, qetilkirin û cudakariyê dadikevin qadan. Jin li dijî polîtîkayên serdestiyê dibin yek û daxwazên xwe li tevahiya cîhanê tînin ziman. Ji bo jinan serketin dê bi berxwedaneke hevpar pêk bê û di vê mijarê de jî bi israr in.
Derbarê piştevaniya jinan a di nav civakê de û femînista serbixwe Hulya Osmanagaoglu ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.
Meşandina polîtîkayên şer
Hulya Osmanagaoglu, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên li hemberî çaresernekirina pirsgirêka kurd û got: "Dema ku behsa çareseriya pirsgirêka kurd tê kirin civak bi polîtîkayên êriş û zextan re rûbirû dimînin. Polîtîkayên şîdetê li qada jiyanê bi bandor e. Ji bo AKP-MHP'ê ne çareseriya pirsgirêka kurd destpêka pêvajoya zext û zordariyê ye. Serê ewilê qeyûm tayînê Şaredariya Esenyurtê kirin û dû re jî li Şaredariyên Êlih, Mêrdîn û Xelfetiyê qeyûm hatin tayînkirin. Demek dirêje ku em dibînin polîtîkayên şer û polîtîkayên li hemberî jinê bi hev re tê meşandin."
Polîtîkayên qeyûman
Hulya Osmanagaoglu, diyar kir ku tayînkirina qeyûman tê wateya êrişa li hemberî destkeftiyên jinan û wiha nêrînên xwe anî ziman: "16 sal in bi tayînkirina qeyûman em dibînin ku çawa têkoşîna rizgariya jinê ya Tevgera Jinên Kurd tê xespkirin. Di nav 8 salan de girtina navendên jinan, navendên serlêdanê ya jinan, betalkirina xeta telefonê ya tundiyê. Rêveberiyên herêmî ji hêla Gelê Kurd ve hatin bijartin, lê niha qeyûm tayînê nûneran dikin. Îro carek din qeyûm kartên otobûsan ên jinan betal kir û dû re jî bernameyên 25'ê Mijdarê ya jinan betal kir. Ev yek tê wateya dûrxistina jinan a ji qadên civakî yên cemaweriyê."
'Divê em bi hev re bimeşîn'
Hulya Osmanagaoglu, wiha behsa nêzbûna 25'ê Mijdarê kir: "Ez piştevaniya di navbera Tevgera Jinên Kurd û femînistan wek polîtîka dinirxînim. Ne tenê piştevanî, ya girîng hestiyariya pirsgirêkên hevpar in. Piştevanî bi xwe xeta têkoşîna hevpar e. Tiştên ku em 8 sal in dijîn li holê ye. Aliyek qeyûm tayîn dikin û ji aliyek jî Taksîmê ji pêşwazîkirina 8'ê Adarê re girtin. Dû re Peymana Stenbolê betal kirin. Divê em di 25'ê Mijdarê de li dijî tundiya mêr û qeyûmê ku li Mêrdînê hemû karê jinan bêtal kiriye bibin yek û têbikoşin. Li gel demên dawiyê di qetilkirina jinan de hejmar zêde dibin jî piştevaniya kujeran tê kirin. Ji ber qanûna 6284'an nayê pratîzekirin, Partiya Yeniden Refah, SAADET û HUDA-PAR hewl dide ku qanûnê ji holê rake û qanûnê dixe amûrê bazarê. Ev yek tê wateya êrişên li hemberî destkeftiyên femînistan. Li dijî êrişên îktîdara AKP-MHP'ê divê em bi hev re bimeşin."
'Di nav têkoşîneke hevpar xwerêxistinkirin'
Hulya Osmanagaoglu, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li dijî rêjîma faşîst, zext û polîtîkayên şer ên îktîdara AKP-MHP'ê, divê femînist, Tevgera Jinên Kurd, sosyalîst û hemû tevgerên jinan di nav têkoşîneke hevpar de xwe bi rêxistin bikin."