Li Helebê li dijî tecrîdê meş

  • 16:03 14 Mijdar 2024
  • Rojane
 
HELEB - Di bin dirûşma "Rêber Apo îrade ye, em silav dikin" bi sedan welatiyên Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daketin qadan.
 
26 sal in ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de hatiye girtin. Îro jî welatiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û berdewamkirina tecrîdê daketin qadan. Welatî ji pêşiya eywana 8'ê Adarê a ku dikeve taxa xerbî dest pê kir û ber bi taxên Şerqî ve herikîn. Di meşê de al û wêneyên Abdullah Ocalan hatin hildan û silogana "Bê Serok jiyan nabe" hat berzkirin.
 
Di meşê de peyama dewamiya têkoşîna li dijî tecrîdê hat dayin.