Li Hesekê û Til Birak li ser 25'ê Mijdarê panel
- 22:09 14 Mijdar 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê li bajarên Hesekê û Til Birak 2 panelên diyalogê hatin lidarxistin. Di panelan de hat diyarkirin ku li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di warê beşdarkirina jinan di rêveberiya siyasî û pêşengtiya civakê de, gavên mezin hatine avêtin.
Bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê (25'ê Mijdarê) rêxistin û tevgerên jinan û partiyên siyasî rêzeçalakiyan li dar dixin.
Di wê çarçoveyê de, Nivîsgeha Jinan a Partiya Weten El Sûrî paneleke diyalogê bi navê "Rola jinên Sûriyeyê di pêvajoya siyasî de" li navenda Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya bajarê Hesekê li dar xist. Di panelê de 60 endamên partiyê beşdar bûn.
Di panelê de mijara rola jinên Sûriyeyê berî û piştî şoreşê û mijara beşdarkirina jinan di pêvajoya siyasî de, hatin nîqaşkirin.
Di serî de endama Desteya Seroketiyê ya MSD'ê Şêra Osê li ser rewşa jinan di serdema mêtingeriya Fransa û ya hukma partiya Baasˋê de axivî.
Şêra Osê diyar kir ku piştî krîza Sûriyeyê zehmetiyên jinan zêdetir bûn, di encamê de beşdarbûna wan di pêvajoya siyasî de dijwartir bû, lê tevî wê jî xwe di qada civakî û siyasî ya xwecih de îsbat kir.
Şêra Osê bal kişand ser rewşa jinan li deverên Sûriyeyê yên ku dewleta Tirk û komên wê dagir kirine û herêmên hikumeta Şamê û got: "Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê beşdarkirina jinan di rêvebirinê de gavên mezin hatine avêtin."
Şêra Osê di dawiya axaftina xwe de teqezî bi girîngiya destekdayîna qanûnên beşdarkirina jinên Sûriyeyê di pêvajoya siyasî de, kir.
Piştre beşdaran rewşa jinan berî û piştî şoreşê nîqaş kir.
Di dawiya panelê de encamname wiha hat dayîn:
*Xurtkirina rola jinan di aliyê siyasî, civakî û aborî de û beşdarkirina wan di hemû cihên dayîna biryaran de.
*Aktîvkirina peymana bidawîkirina hemû rêbazên zayendperestiya li dijî jinan.
*Damezirandina parlamentoyeke niştîmanî ya jinan.
*Pêşîgirtina li bandora adet û kevneperestiyên li dijî maf û nirxan.
*Danîna siyaseta perwerdekirin û zanakirina jinan di hemû aliyan de bi taybet siyasî.
*Teqezkirina mafên rewa yên jinan û pêşxistina rola dadgeriyê ya girêdayî kar û barên malbatan li gorî nirxên mafên jinan û wekheviyê.
Til Birak
L bajarê Til Birak, Kongra Star paneleke diyalogê li hola meclisa bajêr bi dirûşma "Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî xwe biparêze" li dar xist. Tê de bi dehan şêniyên bajêr, endamên saziyên sivîl û leşkerî û nûnerên Kongra Star beşdar bûn.
Di serî de berdevka Têkiliyên Kongra Star a Hesekê Reyhan Temo li ser qeydên ku civakê danîbûn pêşiya jinan û girîngiya xwerizgarkirinê, axivî.
Reyhan Temo destnîşan kir ku têkoşîna jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saya fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome û vê jî hişt jin bibin xwedî biryar û berpirsiyarî.