Ji bo 'ked û edaletê' butçe

  • 15:40 13 Mijdar 2024
  • Ked/Aborî
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê li gelek bajaran têkildarî hevdîtinên bûdçeyê daxuyanî da û banga “bûdçeya ji bo ked û edaletê” kir. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li gelek bajaran bi daxwaza “Bûdçeya ji bo ked û edaletê” daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bûdçeya sala 2025’an “Bûdçeya şer e” û dê rê li ber xizaniyeke zêdetir veke. 
 
Wan
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê di çarçoveya kampanyaya “Bûdçeya ji bo ked û edaletê” li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Bûdçeya ne ji bo şer û şêlandinê, ji bo ked û edaletê” hate hilgirtin û dirûşma “Ne bûdçeya şer lê bûdçeya xizaniyê” hate berzkirin. 
 
Rêveberê DEM Partiyê yê Bajar Îlhan Gunay di daxuyaniyê de got ku dahata welêt ji bo şer tê xerckirin û wiha got: “Bûdçeya 2025’an, bûdçeya şer e.” Gunay, bertek nîşanî amadekariyên îktîdarê yên ji bo bûdçeya 2025’an da û wiha got: “Bûdçeya 2025’an jî ji bo berjewendiyên sermayeyê hatiye amadekirin. Ev bûdçeye dev ji 3 trîlyon lîreyên divê sermayedar bidin berdaye. Di bin navê ‘lêçûnên bacê’ de ev lêçûn ji sermayeyê re hatiye pêşkeşkirin. Ev lêçûna behsa xeberê, teqabûlê ji sedî 20’ê bûdçeya sala 2025’an dike. Ji bûdçeya 2025’an trîlyonek û 608 milyar û 400 milyon TL ji bo ‘parastinê’ hatiye veqetandin. Bi vê bûdçeyê re ji her 10 TL’an 11 lîre jê ji bo perastin, şer û ç ekan tê xerckirin. Bûdçeya 2025’an, bûdçeya şer e.” 
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû. 
 
Di heman demê de li Edene, Mêrsîn, Antalya û Îzmîrê jî bi heman armancê daxuyanî hatin dayin.