
Şaredariya Bismilê bi jinan re hat gel hev
- 16:13 3 Adar 2025
- Rojane
AMED - Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bismilê, di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, li gundê Çeltikliyê yê Bismilê bi jinan re hat cem hev.
Rêvebera Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bismilê, Hevseroka Jin a DEM'ê, Endamên Meclîsê û Xebatkarên Midûriyeta Xizmetên Malbatê yên Jin, di çarçoveya Bernameya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de, bi armanca xurtkirina hevgirtina bi jinan re û bi hemû coş coşa 8'ê Adarê li qadê bi jinan re 8'ê Adarê pîroz bikin, li gundê Çeltikliyê bi jinan re hatin cem hev. Koma Muzîkê ya Jinan a Amator ku bi taybet ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê xwe amade kir, bi stranên ku gotin coş zêde kir. Jin û zarok bi govendê 8'ê Adarê pêşwazî kirin.
Rêvebera Xizmetên Jin û Malbatê Zehra Yuksekbag û endama meclîsê Amîne Kutlay bi jinan re hatin cem hev û li ser wate/giringiya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê û "Soza me neqediyaye, em ê bi hev re tundiyê rawestînin" ku ji bo balê bikişînin ser tundiya li ser jinan hatiye destpêkirin, axivîn. Li ser kampanyaya xwe bi jinan re sohbet kir.
Piştî axaftinan daxwaz û pêşniyarên jinan hatin guhdarkirin û diyarî li wan hatin belavkirin.