Qeyûm ji bo Midûriyeta Jinê mêr peywirdar kir

  • 11:41 21 Mijdar 2024
  • Rojane
   
 
ÊLIH - Qeyûmê Şaredariya Êlihê Ekrem Canalp, Psîkolok Recep Taşkan wekî Koordînatorê Muduriyeta Jinê peywirdar kir.
 
Wezareta Karên Hundir, di  4'ê Mijdarê de ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrîdnê, Êlih û Xelfetiya Rihayê ku ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hatibûn bidestxistin qeyûm tayîn kirin. Qeyûmê Şaredariya Êlihê Ekrem Canalp, di Midûriyeta Jin û Xizmetên Malbatê ya Şaredariyê de guhertin kir. Qeyûm Canalp, Esen Tunç li şûna Bêrîvan Bariş Farisogûllari ku di serdema DEM Partiyê de midûr bû, tayîn kir. Her wiha psîkolog Recep Taşkin jî weke Koordînatorê Midûriyeta Jinê peywirdar kir. 
 
Sê jinên li midûriyetê dixebitîn jî li Midûriyeta Av û Kanalîzasyonê (BASKÎ) û Midûriyeta Karên Paqijiyê ya Şaredariyê weke xebatkarên paqijiyê peywirdar kir.