Dayikên Aştiyê: Kobanê hêviya gelan e

  • 09:04 21 Kanûn 2024
  • Rojane
Derya Ren
 
EDENE - Dayikên Aştiyê derbarê êrişên Tirkiye û SMO yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivîn û gotin berdewama tecrîdê êrîş didomin. Dayikên Aştiyê diyar kirin ku êrişê Kobanê bê kirin wê karasetek mezin derkeve holê û gotin Kobanê hêviya gelan e.
 
Di pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) de, di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd" 16’ê Kanûnê de ji Amedê ber bi Enqereyê ve bi daxwaza rakirina tecrîdê, rawestandina êrişên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê "Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê" hat destpêkirin. 
 
Dayikên Aştiyê yên li Edenê tevli meşê bûn der barê êrişên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de axivîn.
 
‘Kobanê hêviya gelane’ 
 
Şemsê Bagdu, bal kişand ser sala 2014'an û got: "Em naxwazin heman rewşa di sala 2014’an de li Kobanê qewimîn bijîn. Çawa ku di wê serdemê de mirov hatin sirgûnkirin, wê niha jî koçber bibin. Em aştî û edaletê dixwazin. Dixwazin Kurdan tune bikin. Ger êrişî Kobanê bikin dê felaketên mezin rû bidin. Ew ê ne tenê li me, li tevahiya cîhanê bikeve. Ji ber ku Kobanê hêviya gelan e. Êrişa li ser Kobanê tê wateya koçkirina bi milyonan mirovan. Bila dev ji vî şerê qirêj berdin. Divê êdî çeteyên we êrîşî gel nekin. Em dibînin ku çete li herêmê çi dikin: Dizî, talan, destavêtin... Weke dayik em aştiyê dixwazin. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî têkoşîna xwe bidomînin.
 
‘Ez berxwedêran silav dikim’
 
Dayika Aştiyê Tenzîle Turgay, di axaftina xwe de êrişên li hember Rojava şermezar kir û wiha bi lêv kir: "Ez êrîşên li Rojava şermezar dikim. Bila dawî li van polîtîkayên şer ên ku hûn li ser me dimeşînin. Êdî bes e, zarokên me qetil nekin. Tu dibêjî qey ji bo ewlekariya gel tu çûyî wir, lê tu derewan dikî. Kobanê ya me ye. Bijî berxwedana Rojava. Ez kesên li wir li ber xwe didin silav dikim.”
 
‘Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin’
 
Fatma Kaplan jî wek dayikên din wiha nêrînên xwe anî ziman: “Zarokên Kurd tên qetilkirin. Em şer naxwazin. Li ser Rojava lîstikeke pir qirêj tê lîstin. Ji ber vê yekê em ê bimeşin. Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin. Ji ber ku çareseriya pirsgirêkan Îmraliye. Em nikarin ji bo Rojava razên. Li wir sivîl tên qetilkirin. Hêvî dikim ev meş bibe sedema aştî û azadiyê.” 
 
Ayşe Alagaş jî  diyar kir ku êrişên li Rojava didomin û gelê sivîl tê qetilkirin. Ayşe Alagaş wiha got: “Heta ji destê me bê em ê têkoşînê bidomînin. Em tecrîda li Îmraliyê şermezar dikin. Berdewamiya tecrîdê êrişên îro yên li Rojava ye. Em weke gelê Kurd hebûn û em ê hebûna xwe bidomînin. Kurdan tu carî serê xwe netewand.”
 
 

Etîketan:

jinnews Rojava