2024: Dengê berxwedanê parzemîn derbas kirin (2)
- 09:06 21 Kanûn 2024
- Rojane
Li Rojhilata Navîn têkoşîna jinan a salekê
NAVENDA NÛÇEYAN - Aktîvîst Masîh Alînejad di nirxandina xwe de bal kişand ser berxwedana jinan a sala 2024’an û got: "Dibe ku sala 2024’an ji bo jinên Rojhilata Navîn bibe serdemek tarî, lê di heman demê de berxwedan û biryardariya wan jî ronî kir. Ji jinên nenas ên Afganîstanê yên ku zehmetiyên nediyar dikişînin heta çalakvanên wêrek ên Îranê yên li dijî zilmê, ev jin ronahiya hêviyê temsîl dikin."
Di sala 2024’an de li Rojhilata Navîn di warê mafên jinan de geşedanên girîng rû dan. Jin li gelek deverên herêmê têkoşîna xwe ya ji bo azadî û wekheviyê bi îradeya xwe domandin. Li erdnîgariyeke berfireh ji Afganîstanê heta Îranê, ji Erebîstana Siûdî heta Lubnanê, ji Filistînê heta Iraqê, jin bi zehmetiyên rejîmên otorîter, şer û newekheviya zayendî re têdikoşiyan.
Ev tablo careke din balê dikişîne ser têkoşîna jinan a ji bo wekhevî û azadiyê ya li Rojhilata Navîn û destnîşan dike ku ev erdnîgarî ne tenê bi zilmê, bi berxwedanê jî tê bibîranîn.
Rojnameger, nivîskar, çalakvan û parêzvanê mafên mirovan ê Îranî Mesîh Alinejad di gotarekê de behsa wê yekê kir ku sala 2024 dê ji bo gelên bi taybetî jinan li Rojhilata Navîn çawa be.
Mesih Alinejad di gotara xwe de wiha got:
"Sala 2024’an ji bo jinan salek zehmet bû bi taybet ji bo Îran û Afganîstanê geşedanên xemgîn hatin jiyîn. Li van her du welatan ji bo mafê jinan ji dest bên girtin hewldan zêde dibin û piranî li welatên Misliman ev modela zextê tê dîtin.
Afganîstan: Di bin navê rêveberiya Talîban de mafê jinan hat tunekirin
Talîban di 2021’ê de rêveberiya Aganîstanê xist bin kontrola xwe û jin hedef girt. Di 2024’an de jin ji qada cemawerî hatin dûrxistin. Lîderê Talîban (Supreme Leader) Hibatullah Akhundzada, ji bo jinên ku bi zînayê tên sûcdarkirin ceza recmkirinê xist meriyetê.
Talîban meha Tebaxê de hat rêveberiyê û ji bo jinan girtina hemû beden, axaftina jinê a di civakê de, bêyî mêrekî ger qedexe kir. Ev kirin qanûnê.
Bandora li ser jinan
Talîban ji bo zarkên keç piştî temenê 11’yî şûnde perwerde qedexe kir. Qadên cemawerî li jinan hat qedexekirin. Vê bandorek mezin li ser jiyana jinan kir.
Tevî şermezarkirinên navneteweyî, li Afganîstanê di alî jinan de pêşketinek çênebû. Welatên wek Avustralya û Almanyayê, çarçoveya Peymana Newekheviya li Hember Jinan (CEDAW) ji bo jinên Afgan ketin hewldana edaletê. Binpêkirin birin Dadgeha Ceza Navneteweyî.
Îran: Teknolojiyê rû naskirinê û plana Nur
Jinên Îranê jî seranserê salê bi zextê rejîmê re hatin rû hev. Rejîma Îranê di 2024’an de li hember aktîvîstên mafê jinan zext zêdekirin. Meha nîsanê de girtina bi zorê ferz kir û teknolojiya rû naskirinê û plana nûr xist dewrê. Meha cotmehê de jinên li dijî qanûnan derketin, bi cezayên giran hatin cezakirin.
Di berxwedanê de: Ahu Deryayî
Jinên Îranê wêrekiyek mezin nîşan dan. Ahu Deryayî meha mijdarê de li zanîngehê protestoyek wêrek nîşanda û ligel vê çalakiyên xwendinê di qada navneteweyî de balkişand. Ahu Deryayî li zanîngeha Azad a Îslamî ya Tehranê di beşa wêjeya Fransî de doktora dikir û 30 saliye. Piştî ji aliyê hêzên rejîmê ve hat tacîzkirin, cilên ser xwe qelaşt û tazî runişt û rewş protesto kir. Rejîma Îranê Ahu Deryayî girt.
Rêxistinên mafê mirovan û jinan yên navneteweyî bertek nîşanê girtina Ahu Deryayî dan û bang kirin ku demildest bê berdan.
Qêrîna berxwedanê ‘jin jiyan azadî’
Piştî ku Mahsa Jîna Amînî di îlona 2022’yan de hat qetilkirin şûnde protestoyên hatin destêkirin di vê salê de jî berdewam kir.Jinan laçikên xwe derxistin û dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ qêriyan. Di Tîrmeha 2024’an de Mesud Pezeşkiyan bû sreokomar û hinek be jî hêvî da. Lê wî jî wek lîder Alî Hamaney zext domand.
Aliyê hîn berfirehtir yê zilmê: Rojhilata Navîn
Çîrokên Afganîstan û Îranê bêguman ne munferitin. Li Rojhilata Navîn û li welatên ku piranî misluman lê dijîn jin bi pêkanînên newekhevre hatin rû hev. Li Lîbyayê sererastkirinên serî girtina jinan hat pêşniyarkirin û li herêmê cînayetên namûsê didomin. Ev tedbîr zextên sîstematîk yên li ser jinan nîşan didin.
Iraq jî ji bo guhertineke pêşniyarkirî ya qanûnên rewşa kesane ketiye bin çavdêriyê de ku, di hin şiroveyên olî de, dê temenê zewaca yasayî ya keçan dakeve neh salî. Guhertinek bi vî rengî dê parastina jin û zarokan pir qels bike; Ew ê gihîştina mafên krîtîk ên wekî hevberdan, girtina zarokan û mîras kêm bike. Ev hemû ji bo otonomî û ewlehiyê pêwîst in. Qanûna zewaca zarokan dê çerxên îstîsmar û destdirêjiyê hîn xurtir bike, ku encamên wêranker ji bo keçên ciwan çêdibe. Metirsiyên cidî tevlîheviyên tenduristiyê, pirsgirêkên tenduristiya derûnî, windakirina derfetên perwerdehî û kar, berdewamkirina xizaniyê, û sînordarkirina serxwebûna darayî ji bo nifşên pêşerojê hene.
Banga çalakiya global
Zehmetiyên ku jin li Afganîstan, Îran û li derveyî welat pê re rû bi rû ne û ji civaka navneteweyî ji şermezarkirinê wêdetir bertekan dixwazin. Welatên wek Fransa û Şîlî anîna rewşa Afganîstanê ber bi Dadgeha Cezayê ya Navdewletî ve gaveke rast e, lê divê hewildanên wiha bên zêdekirin. Di heman demê de, civaka navneteweyî divê Îranê ji ber zordestiya wê ya sîstematîk a li ser jinan berpirsyar bibîne û relatîvîzma çandî wekî hincetek ji bo binpêkirinên li ser bingeha zayendî red bike.
Kongreya Azadiya Cîhanê, înîsiyatîfa cîhanî ya alîgirê demokrasiyê, hevbendiya krîtîk a demokrasî û wekheviya zayendî qebûl dike. Bi hevkariya kampanyaya Yekîtiya Li Dijî Newekheviya Zayendî, em hewl didin ku ji rejîmên zordar hesap bipirsin û dengê jinên li dijî zilmê li ber xwe didin, mezin bikin.
Li dijî tarîtiyê berxwedan ronî bû
Dibe ku sala 2024’an ji bo jinên Rojhilata Navîn bibe demeke reş, lê di heman demê de berxwedan û biryardariya wan jî ronî kiriye. Ji jinên bê nav ên Afganîstanê ku bi zehmetiyên ku nayên xeyalkirin re rû bi rû ne, heta çalakvanên wêrek ên Îranê yên ku li dijî zilmê ne, ronahiya hêviyê temsîl dikin. Niha dikeve ser milê civaka navneteweyî ku bi çalakiyên şênber piştgiriya wêrekiya wan bike. Têkoşîna wekheviya zayendî ne tenê têkoşîna wan e, têkoşîna me ye jî. Divê em bi hev re piştrast bin ku fedakariya wan vala dernakeve û dengên wan ji sînorên zilmê wêdetir deng vedide."