Ji parêzvana mafê mirovan Nîmet Tanrikulu re kart hat şandin
- 12:33 21 Kanûn 2024
- Rojane
STENBOL - Jinan ji bo parêzvanê mafên mirovan Nîmet Tanrikulu yê girtî daxuyanî dan û karta piştgiriyê şandin.
Jinan li Qada Şîşliyê daxuyanî dan û ji parêzvana mafên mirovan û endama damezrîner ê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nîmet Tanrikulu yê li Girtîgeha Sîncanê girtî ye, kartên piştgiriyê şandin. Di daxuyaniyê de ku gelek jin lê amade bûn de pankarta 'Ji Nîmet re azadî, ji têkoşîna aştiyê ya jinan re azadî' hat vekirin û dirûşma "Em di aştiyê de israr dikin" û "Bijî hevgirtina jinan" hatin berzkirin.
Ferîde Eralp, diyar kir ku Nîme Tanrikulu parêzvana mafên mirovan e û bi salan e ji bo aştî û têkoşîna jinê têdikoşe û got: “Em bi wê re li qadan, civîn û nobetên aştiyê bûn û em ê bidomînin. Nîmet îro ji ber ku mafên mirovan û aştiyê diparêze hat girtin. Ji ber vê yekê Nîmet ne kesê yekem e ku hatiye girtin, em dizanin ku ev pêkanîneke sîstematîk a dewletê ye. Dosyaya Nîmet ji dosyaya sereke hat veqetandin û anîn Stenbolê. Îro em jê re qertekê dişînin û em ê doza wê bişopînin û li ber deriyê girtîgehê bi çepikan wê silav dikin. Em jin, femînîst dibêjin Nîmet û têkoşîna aştiyê ya jinan re azadî."
Piştî ku çalakî bi çepikan qediya, ji Nîmet Tanrikulu re kart hat şandin.