Şanaz Îbrahîm qetilkirina rojnamevanan şermezar kir

  • 13:13 21 Kanûn 2024
  • Rojane
 
NAVANDA NÛÇEYAN - Endama Mekteba Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed der barê qetilkirina rojnamevan Cîhan Bilgîn û Nazim Deştan de peyamek da û got: “Bêdengiya civaka navneteweyî li dijî hovîtiyê bû sedema qetilkirina 2 rojnamevanên Kurd.”
 
Di 19’ê Kanunê de rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dema karê xwe yê rojnamevaniyê dimeşandin, saet di 15.20’an de, li ser riya di navbera Bendava Tişrîn û bajaroka Sirînê de wesayîda wan ji aliyê balafireke bê mirov û biçek a Tirkiyeyê ve hat bombebarankirin. Di encama êrişê de herdu rojnamevanan jiyana xwe ji dest dan, ajokarê wesayîdê Ezîz Hec Bozan jî birîndar bû.
 
Bertekên li dijî êrişa li ser rojnamevanan berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de endama Mekteb Siyasî ya Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK)’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed peyamek parve kir.
 
Peyama Şanaz Îbrahîm Ehmed wiha ye:
 
“Mixabin hewldanên dagirkeriyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê tenê bi terorkirina kesên sivîl ranewestiyane, ji bo ku dengê azad bitepisînin û nûçe û agahiyên ji Rojava negihîjin derve, bere xwe dane rojnamevanan jî tiştê ku me zêdetir dilgiran dike, bêdengiya civaka navneteweyî lya i dijî van karên hovane yên terorîstî ye ku li dijî mafên mirovan û azadiya rojnamevaniyê dikin. Ji ber ku pênûs û kamerayên di destên zarokên Kobanê, Rojava û Sûriyeyê de ji çek û cebilxaneyan bi hêztir in.
 
Piştî zêdetir ji deh salan ji têkoşîna pêkhateyên Sûriyeyê û derketina çirûskek hêviyê ji bo aramiya welat û guhertina sîstema rêveberiya siyasî, mîna êriş û dagirkeriyên ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê û leşkerîkirina beşek welat, Turkiyeyê dest bi êrişên çekdarî li ser Sûriyeyê kiriye. Ev êriş ewlehiya vî welatî xirab dikin û pêvajoya avakirina Sûriyeya nû, pêkanîna aştiyê û bidestanîna mafên hemû civakên li welat asteng dikin.
 
Qetilkirina rojnamevanan ji aliyê Tirkiyeyê ve ne karekî nû ye gelek sûcên ku Tirkiye dike hene, dagirkerî, terorkirina rojnamevanan û bi giştî qetilkirina jin, zarok û sivîlan hene. Rojane êrişên nerewa li ser xaka Sûriye û Rojava pêk tîne, bi taybetî bajarekî weke Kobanê ku sembola berxwedanê ye li hemberî têkbirina hovtirîn koma terorîstî ya DAIŞ`ê bi ser ket dike hedef.
 
Tevî ku ez vê tawanê li dijî rojnamevan û sivîlan şermezar dikim, daxwaz ji civaka navneteweyî jî dikim ku li hemberî van neheqî û tawanan bêdeng nemîne û êdî nehêle xwîna keç û kurên Sûriye û Rojava bê rijandin. Pêwîst e dawî li vê hovîtî û hişmendiya faşîst bê anîn û di dadgehên navneteweyî de demildest lêpirsîneke serbixwe bê destpêkirin ji bo aşkerekirina rastiyan ji bo cîhanê.
 
Bi vê boneyê bi xemgînê ez sersaxiyê ji malbatên her du rojnamevanan û bajarê Kobanê yê sembola berxwedanê û Kurdên bêwestan ên Rojava re dixwazim.”