Rojnamevanên Mexmûrê: Em ê li her qadê şopdarên heqîqetê bin

  • 13:17 21 Kanûn 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevanên Wargeha Penaberan a Mexmûrê, bi daxuyaniyekî bertek nîşanî hedefgirtina Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dan û gotin: “Em ji dagirkerî û êrişan natirsin. Çi dikin bila bikin em ê li her qadê şopdarên heqîqetê bin.”
 
Di 19’ê Kanûnê de rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, di encama êrişa bi SÎHA ya dewleta tirk de li ser riya di navbera Bendava Tişrînê û bajarokê Sirînê de hatin qetilkirin. 
 
Rojnamevan û şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekî bertek nîşanî hedefgirtina Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dan. Daxuyanî li Mala Gel bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştî rêzgirtinê rojnamevan Bêrîvan Tunç axivî.
 
Bêrîvan Tunç, di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji bo malbatên rojnamevanên hatin qetilkirin xwest û wiha axivî: “Di pêvajoyek wiha ku jiyana sedan salan a gelan tê guhertin de  li seranserê Kurdistanê Gelê Kurd rastî êrişan tên. Destkeftiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku bi xwîn û têkoşîna keç û xortên gelê Kurd hatiye bidestxistin, îro di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wî de ne. Hevpîşeyên me Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ku xwestin rewşa Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji cîhanê re ragihînin û li hemberê çapemeniya desthilatdariyê ku rewşa heyî bi awayekî bêrovajî dide rastiyê eşkere bikin, ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin.”
 
Bêrîvan Tunç, da zanîn ewê heta dawiyê şopdarê heqîqetê bin û got: “Em wek endamên çapemeniya azad dizanîn ku dewleta Tirk dixwaze bi hedefgirtina rojnamevanan re çavê me bitirsîne, lê emê heta dawiyê li kudere dibe bila bibe xebatên xwe bidomînin. Em ji dagirkerî û êrişên dewleta Tirk natirsin. Em dibêjin ew çi dikin bila bikin li her qadê şopdarê heqîqetê bin.”