Jinên Başûrî yên li Ewropayê: Parastina Rojava peywira her kesi ye
- 21:34 21 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Başûrê Kurdistanê yên Ewropayê diyar kirin ku parastina destkeftiyên demokratîk ên Rojavayê Kurdistanê peywira her kesî ye û wiha gotin: “Çawa ku me bi ruhê berxwedana Kobanê tevahî kolanên cîhanê geş kirin, divê em bi heman ruh û hestê ji bo Kobanê rabin
Jinên Başûrê Kurdistanê yên derveyî welat têkildarî êrîşên Tirkiyeyê ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û girtina Deriyê Sêmalka daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi hilweşandina rejîma Beşar Esed re di nava civaka Sûriyeyê de guhertin çêbûye.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di demên ku rejîma leşkerî û desthilatdariya Beşar Esed têk çû, me dît ku terorîstên dewleta Tirk êrîşên xwe li ser hêzên QSD'ê û bi hezaran kesên sivîl û koçberên li kampên Şehbayê zêde kirin. Wekî ku hûn dizanin, êrîşên li ser Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û QSD'ê didomin. Hêzên YPG û QSD'ê li hemberî van êrîşan berxwedaneke bêhempa raber dikin.”
‘Parastina erka her kesiye’
Daxuyanî wiha berdewam kir: “Şoreşa Jinê ya Rojava xeta me ya sor e. Parastina destkeftiyên demokratîk ên Rojavayê Kurdistanê erka her kesî ye. Wekî ku me ji bo Kobanê serî hilda û bi ruhê berxwedana Kobanê kolanên Ewropa, Emerîka, Kanada û tevahiya cîhanê geş kirin, niha jî divê em bi heman ruh û hestê ji bo Kobanê rabin ser piyan. Ev modela demokrasiyê bi şoreş, ruhê jina azad û destkeftiyên azadiya jinê û neteweya demokratîk ava bûye. Niha dewleta dagirker a Tirk û terorîstên wî ji bo destkeftiya Rojava tine bikin êrîşên qirkirinê pêk tînin.”
‘Divê deriyê Sêmalka demildest bê vekirin’
Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hat kirin: “Em wek jinên başûrê Kurdistanê li derveyî welat bang li raya dikin ku li hemberî êrîşên terorî û qirkirinê yên dewleta Tirk ku li ser gelê me dimeşîne helwestê nîşan bidin. Hewldanên ji bo naskirina fermî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve berdewam in. Di dawiyê de em bang li hemû gelê Başûrê Kurdistanê û bi taybet jinên Başûrî dikin ku dengê xwe bilind bikin. Em daxwaz dikin ku Deriyê Sêmalka demildest were vekirin da ku alîkariyên madî bigihêjin xwişk û birayên me yên li Kurdistanê.”