Hevseroka Heyva Sor a Kurd: Divê demildest bikevin tevgerê
- 09:08 26 Kanûn 2024
- Rojane
Nazlican Nûjîn Yildiz
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Heyva Sor a Kurd Xecê Mûse der barê êrîşên Tirkiye û komên girêdayê wê yên li hember Rêveberiya Xweser û rewşa gelê ku koçber bûne de axivî û bang kir ku divê sazî û dezgeyên navneteweyî demildest bikevin tevgerê.
Heyeti Tahrir el-Şam (HTŞ), di 26’ê Mijdarê de êrîşî Helebê kir û di encama wê de gelek bajar hatin bidestxistin û di 8’ê Kanûnê de jî rejîma Baasê ket. Tirkiye û komên girêdayî Tirkiyeyê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ye êrîş zêde kirin. Tirkiyeyê di 2018’an de êrîşê Efrînê kir û di encama wê de bi dehezaran kes ji Efrînê koçî kampên Şehbayê kir. Vê carê Tirkiye û komên girêdayê wê berê xwe dan Şehbayê. Mirovên li wir tehliyeyî herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de hat kirin. Hevseroka Heyva Sor a Kurd Xecê Mûse der barê êrîşên Tirkiye û komên girêdayê wê yên li hember Rêveberiya Xweser û rewşa gelê ku koçber bûne de axivî û bang kir ku divê sazî û dezgeyên navneteweyî demildest bikevin tevgerê.
Rewşa tenduristiya gel ne baş e
Xecê Mûse da zanîn di demên dawî de êrîşên li hember Şehbayê zêde bûne û got piştî êrîşên 2018’an yên li hember Efrînê welatiyan koçî Şehbayê kirine û got: “Piştî êrîşan gel neçar man ji wir jî koç bikin. Ev koç ji bo gel pir zehmet bû. Ji bo gel pêvajoyek nebaş bû. Hewa cemidî bû. Jinên ducanî û zarokan zehmetiyên mezin kişandin. Nexweşiyên giran derbas kirin. Rêveberiya Xweser ji bo wan xebat da destpêkirin. Ligel Rêveberiya Xweser, Heyva Sor jî piştgirî da van xebatan. Rêveberiyê qad ji bo gel vekirin û kon vedan. Heyva Sor ji bo tenduristiya gel xebat dan destpêkirin. Wek hûn dizanin. Zivistanê hewa pir cemidî ye. Gel nexweş ketin. Kal û pîr, zarokan zehmetiyên mezin kişandin. Em ji bo gel xizmetê didomînin.”
Alîkariyên tên, têr nakin
Xecê Mûse wiha anî ziman: “Gelê koçber bû nexweşiyên giran derbas kirin. Hinek ji van nexweşiyên wan ên kronîk hene. Hinek ji ber êrîşan birîndar bibûn. Rêveberiya Xweser û Heyva Sor ji bo tenduristiya gel hewl didin. Alîkariyên tên kirin digihêjin gel. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji saziyên alîkariyê yên navneteweyî piştgirî heye. Lê ev alîkarî têrî pêdiviyên gel nakin. Weke Heyva Sor em dixwazin balê bikşînin ser rewşa tenduristiya jin û zarokan. Gelek jinên ducanî koçî vir kirin. Ji aliyê din ve tiştên ku jin û zarok di vê heyamê de derbas dikin bandorek mezin li wan dike. Ev jî ji bo jinên ducanî dibe sedema trawmayê. Zarokên ku vê rewşê dijîn ji aliyê psîkolojîk ve jî bi bandor dibin û pir ditirsin. Li aliyê din şert û mercên ku zarok tê de dijîn ji aliyê bedenî ve jî bandorê li wan dike. Ev hemû dibin sedema nexweşî û êşê.”
‘Ji ber êrîşan em nikarin karê xwe bikin’
Xecê Mûse got gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, li alî aştiyê ne tu zirara wan ji kesî re tuneye û wiha vegot: “Ger Rêveberiya Xweser nebûya dê van gelan bi komkujiyeke mezin rû bi rû bimana. Ez çiqas hewl bidim vebêjim jî ew ê bi cih nebe, lê bi giştî ez dikarim bibêjim ku li vir qeyranek mirovî heye. Gel di nava krîzeke mezin de dijîn. Rêveberiya Xweser û Heyva Sor li dijî derfetên kêm û êrîşan têdikoşin. Ji ber êrîşan em di karê xwe de zehmetiyan dikişînin. Ew derfetên me qels dikin, lê em bi qasî ku ji destê me tê hewl didin û ji bo ku layiqê vî gelî bin, xizmetê dikin. Em dixwazin ev xizmet bibe bersiva ji gel re. Ez dikarim bibêjim ku heta niha nêzî 100-120 hezar kes hatine vê herêmê."
Ji bo saziyan bang
Xecê Mûse di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ji ber êrîşan di bin xetereyan de ne û wiha dawî lê anî: “Çend roj berê Tirkiyeê ambulans hedef girt. Kesê di ambulansê de qetil kirin jî bi salan di bin banê Heyva Sor de xebitî bû. Ez bang li hemû saziyên navneteweyî dikim. Divê em ji bo vî gelî piştgiriyê bidin hev. Divê em bikevin tevgerê. Pêvajoyek zehmet e. Gelek carî ev gel hatiye koçberkirin. Tevî evqas êrîş û zextan hîna hêvî heye. Ji ber vê divê piştgirî bê dayîn ku em jî xizmetek baş bidin vî gelî.”