Malbatên Roboskê li goristanê qurbaniyan bi bîr tînin

  • 12:23 28 Kanûn 2024
  • Rojane
ŞIRNEX - Di 13'yemîn salvegera Komkujiya Roboskê de malbatên Roboskê çûn serdana goristanê.
 
Bi boneya 13’yemîn salvegera qetilkirina 34 kesên ku li gundê Roboskî yê navçeya Qilêbanê ya Şirnexê ji aliyê balafirên şer ve hatin qetilkirin, malbatên Roboskî danê sibehê çûn serdana gorên zarokên xwe yên hatin qetilkirin. Malbatên ku bi cil û bergên reş hatin goristanê û di destên xwe de wêneyên zarokên xwe yên hatin qetilkirin girtin û dia kirin. 
 
Li goristanê ji bo bîranîna kesên hatin qetilkirin loqim û şekir hatin belavkirin.
 
Her wiha dê saet di 13.00'an de bi tevlîbûna Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratik (DBP) Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Tuncer Bakirhan û serokên baroyên bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo qurbaniyan li goristanê daxuyaniyê bidin.