Di pergala serdestî û olî de jin û mêr
- 09:04 29 Kanûn 2024
- Ji Pênûsa Jinan
"Bi rastî jî ev çi ezab bû ev çi xezab bû? Ma wê çi kiribû, qey guneha wê ewqas mezin bû ku rehma Xwedanên wê jî têrî xilasbûna wê nedibû? Xwedan kê bû, çend heb bû? Madem hemû Xwedê bûn çima ji bo ku ji gunehên xwe xilas bibin pêwîstiya wan bi keviran hebûn? An jî kevira ewil çima ya mele bû?"
Rojîn Polat
Divê mirov di jiyanê de hemû dijîtiiyan wek bitûnekî bigire dest. Ji ber ku her tişt bi hebûna tiştek dijî xwe wateyek hildigire ser xwe û bi vî awayî jî pêwistiya hebûna hêmanekî din derdixe holê. Mînak xweşî û nexweşî; ku mirov xweşiyê bigire dest hewceye ku nexweşî jî pê re be. Ji ber ku yê ku xweşiyê ava dike nexweşî bi xwe ye. Anjî başî û xerabî, şaşî û rastî, hebûn û tunebûn, xêr û guneh heya bıhuşt û dojeh…
Gelo Piştî başî û xêrê diyariyek wek bihuştê tunebûna dê li hemberî xerabî û gunehê jî cezayek bi navê dojehê hebûna?
Dil û hişê mirovan jî ji van dijîtiyan pêk tê û başî û xerabiya wan, xweşî û nexweşiya wan ji hevsengiya van dijîtiyan derdikeve holê. Mînak ku di dil û hişekî de her tim nexweşî, çikusî û guneh li ser xweşî, camêrî û xêrê be mixabin di wî dil û hişî de heya roja başiyê ya ku serdest e xerabî bi xwe ye. Belê! Serdestî. Ev rewş ji bilî hêz û zêdebûnê ne başiyê ne xweşiyê û ne jî ji afirandinê fêm nake. Ango di qadekî de hêz û zêdebûn ji aliyê kê ve be baş anjî xerab SERDESTÎ ji aliye wê ve yê. Û Helbet wek hemû dijîtiyan li hemberî vê peyva serdestiyê de jî peyveke me heye, peyva ku wate û hêza serdestiyê xûrtir dike. Ew jî bindestî ye.
Ev her du peyv ji ber ku mirovin ji afirandina xwe pê ve her tim pey hêz û xurtbûyinek erjeng bûye di nava têkiliyên mirovan de xwe zêde zêde nîşanî me dide. Mînak di navbera xweza û mirov, dewlet û gel, xwedan û qûl…hwd. De serdestî û bindestî bi tewirekî zelal li ber çav e. Mirov ji ber bêbertekiya wî li ser xwezayê, dewlet ji ber hêza xwe ya pergalî li ser gelan, xwedan jî ji ber cezakirina bi dojehê li ser qûlan serdestiyek pêk tîne.
Lê ev pergala serdestî û bindestiyê her tim bi heman şiklî ve nameşe. Ango mirova ku bi feraseta serdestiyê mafê qirkirin û talan kirina xwezayê di xwe de dibîne piştî pêncî salan şûnda li hemberî bobelata xwezayê dê bêbertek û neçariyê de bimîne. Dewleta ku li ser axa xwe û di bin ala xwe de bi çek û hêzên xwe li ser neteweyên din serdestiyê dike roja guhertina al û axan de dê bi xwe bi jana bindestiyê bikeve.
Di vê serdemê de jî du hemanên girîng hene ku him pergala serdestî û bindestiyê him jî di zayendiyê de dijîtiyekê derdixin holê. Jin û mêr. Jin û mêr, ji afirandina mirovên yekem ango ji Adem û Havvayê pê ve her tim ji hev cûda hatine qebûl kirin. Bingeha vê ferasetê jî ji çîroka afirandin a her du mirovên yekem pêk tê;
Di islamiyetê de tê gotin ku xweda Ademî ji axê afirand û Havvayê jî ji bo ku Adem tenê nebîne ji hestiyên Adem afirand. Ango li gor vê çîrokê em dikarin bibêjin ku xweda Havvayê ji bo Adem afirand û li du re jî wê peşkeşî wî kir. Pirî mêr jî ji ber ku li gor vê çîrokê Xweda havvayê ango jinekê ji hestiyê Adem afirandiye û afirandina wê jî ji bo Adem ango mêrekî bûye, xwe wekî Xwedanê jinan hesibandiye û hê jî dihesibîne. Lê divê mirov jin û mêr bûnê jî wek xweşî û nexweşî, başî û xerabiyê di nav bitûnekî de binirxîne û bigire dest. Û ji ber ku bes ji hela zayendiyê ve ji hev diqetin pêwîst e ku mirov di nava van her du hêmanan de nekeve pay gera başî û xerabiyê. Lê mixabin mirovên ku hînê serdestiyê bûnin wî xwesteka xwe ya serdestiyê ya erjeng li ser zayendiyê jî pêk anînin. Ango însan ji berê ve bi talan û qir kirinên xwe li ser xwezayê; ji hêla ol, ziman, neteweyî ve jî li ser mirovên din feraseteke serdestiyê pêk aniye lê ya herî girîng û balkêş feraseta serdestî ya li ser zayendiyê ye.
Wekî ku me serî de jî rave kiribûn mêr ji ber çîroka afirandin a Havva û Adem, xwe wek xwedanê jinan dihesiband û bi vî nêzîkatiyê li jinan nêz dibû. Ji ber vê yekê ye ku mêr li ser jinan, jiyana wan heya li ser jiyîn û mirina wan jî xwedî gotin bû. Ango li gor wan wisa bû. Û em herçiqasî hevokên xwe bi dema borî saz bikin jî mixabin ew rewş hê jî bi heman şiklî ve didome.
Pêşî zarokên qîz ên ku hê ji pêsîrên deya xwe şîr nemijandine bi tewirekî zindî têxistin bin axê, piştre jî jinên ku bi navê şerîatê ji hela mêran ve ango ji hêla xwedanê xwe ve hatine cezakirin heta pêsîrên xwe ketin nav axê û benda kevirên xwedanên xwe man.
Şerîat, mêr, guneh, ax û kevir dibare…
Recm çi ye? Jin ji demên berê heya niha her tim ji hêla mêran ve bi ferasetên kevneşopî, olperestî û mêrperestiyê dûçarê zordarî û azariyê bûne. Her wiha mêran di bin navên van hêmanan de mafê qetilkirina jinan jî di xwe de didît. Recm jî ji van rêyên qetilkirinê yek e.
Mêrên qaşo olperest û binamûs, bi hêza şerîatê ya ku di bêrika wan de hatiye jibîrkirin ve, di dîrokê de ji ber zînayê gelek jinan recm kirin. Gelo ev cezaya recmê di îslamiyeta ku wan kiribûn xwedan û jinan jî kiribûn qûlên wan de jî heye? Anjî Qurana pîroz ya ku bi destê mêran ve hatiye zêde kirin de ev tişt derbasdar e? Ku di îslamiyetê de tunebe û quranê de jî derbasdar nebe, dê halên wan xwedanên biçûk di hebûna bihuşt û dojehê de çi bibe? Xwedanê biçûk?
Erê wek ehrîman û xwedanê mezin Ahûra mazda… Çawa ku di zerdeştiyê de Ehrîman Xwedanê tarîtî û xerabiyê û Ahûra Mazda jî xwedanê ronahî û başiyê ye, ez dibêm di îslamiyê te de jî ew tişt derbasdar e. Qaşo Xwedanekê mezin heye, ku ew her tim başî, ronahî û xweşiyê têdixe holê ji aliyê din ve jî xwedanên biçûk yên ku parastvaniya xerabî, tarîtî û nexweşiyê dikin hene. Û li aliyê din jî qûlên ku tenê bi navê xwedanê mezin sond dixwin hene. Lê bi navê wî xwedayê mezin, xwedanên biçûk yên ku qûlên wî jinin, dê hesabê vê tiştê ji qûlên xwe bipirsin û dê wan di dojeha xwe de bişewitînin. Çawa?
Ji nav qûlên ku rastî xezaba xwedanên biçûk hatiye û di nav dojeha xwedanên biçûk de şewitiye yek jî jê ŞEMSÊ ALLAK e.
Şemsê ew jin e ku di sala 2002'yan de ji aliyê cîranê xwe ve hate tecawizkirin. Piştî tecawizê Şemse ducanî dibe û bi vê awayî ev qewimîna ku hatiye serê wê eşkera dibe. Herçiqasî Şemsê û cîranê xwe biryara zewacê dabe jî ew biryar wê ji desten birayên wê ango tofana xwedanên wê yên biçûk xilas nake û di 21'ê Mijdarê de ji aliyê wan ve di bin navê namûs, ol û gerdîşê de tê recm kirin. Piştî recmê 6 meh di qomayê de dimîne û bebika xwe winda dike. di 7'ê pûşbera 2003'yan de jî wefat dike. Ji ber ku malbata Şemsê cenazeya wê ji nexweşxaneyê nagire 15 roj li morgê dimîne. Piştî 15 rojan cenazeya Şemsê di 20'ê 2003'yan de ji aliya jinan ve tê girtin û ji aliyê jinan ve tê definkirin.
Gelekî xwedanên biçûk û qûlan guh û çavên xwe ji vê mijarê re girt. Lewra li gor wan an Şemsê vê tiştê heq kiribû an jî ew bi deng û qîrînên xwe nikaribûn van bûyeran bi dawî bikirana. Lê ji bilî nivîskarekî…
Nivîskar dema ku di zindanê de bûye di derheqê jiyana Şemsê de lêkolînan dike, her çiqasî lêkolînên wî pêş ve diçe tekstên deste wî zêde dibe û ji bo vê feraseta kevneşopî, olperestiyê di dile wî de ‘xwesteka qîrînekî bê dawî’ hişyar dibe. Her wiha mijara recmê, olperestî û kevneşopiyê bi şêweyekê herikbar, bandorker û rexneyî digire dest û bi awayekî honakî mijara Şemsê dinivîsîne. Û vê nivîsa xwe pirtûka xwe ya bi navê ŞEMSÊ ve pêşkêşî xwendevanan dike.
Şemsê keçeke nû ciwan, bedew û sêwî ye. Bavê wê Nedîm piştî mirina dayika wê bi Hedlayê re dizewice. Nedîm ji ber ku Şemsê bê dê mezin dibe her tişt bi dile wê dike û wê li ser destan digire her wiha jê gelekî hez dike. Ji ber vê yekê her çiqasî di wê gundî de azadbûna jinan bi awayekî xweş neye pêşwazkirin jî, Şemsê jineke azad û rihet bûye û li gor şert û mercên li wê bi tewirekî azad û rihet jî jiyiya ye.
Şemsê bi bedew bûna xwe, xwe kiribû dilê gelek xortan lê di dilê wê de bes ku Nîzar hebû. Nîzar sernerm, devken, rêzdar û şivan… Her duyan jî ji hev gelekî hez dikir. Lê ji ber gerdîşa gund vê evînadariya xwe nikaribûn bi tewirekî vekirî bijiyana ji ber vê yekê her tim bi awayekî veşartî dihatin cem hev. Hevdîtina wan a dawî jî wisa bûbû. Erê! roja hevdîtinê ji bo evîna wan roja dawî bû, lê ji bo bobelat û qewimînên erjeng wek destpêkekê bû.
Ew roja hevdîtinê di navbera Nîzar û Şemse de tovên gunehan belave bûbû û piştî wê rojê Nîzar ku hê nû gihiştibû evîndariya xwe ji bo xilas kirina ajalekî ji canê xwe bûbû. Şemsê ew roj li benda agahiya şadî û bextewariyê bû, benda malbata Nîzar bû… Lê agahiya ku hat gihîşte wê mirina Nîzar bû. Şemsê bi mirina Nîzar dev ji jiyanê berdabû û piştî hînbûna ducaniya xwe hecar ji hertiştî dûr ketibû. Bi rojan ji malê dernediket û bi tu kesî re nedipeyiviyan, lê ji ber ku zikê wê roj bi roj mezîntir dibû van tiştan ji bo xilasiya wê têr nedikir.
Piştî demeke dirêj Hedla rojekî nişkave dikeve odê û ji werma zikê wê ducaniya wê fêm dike û veya pêşî ji Nedîm re li du re jî ji meleyê gund re dibeje. Bi vî awayî ducaniya Şemsê di nava gund de belave dibe û qad dibe qada mirovên binamûs, olperest û mêrperestan her wiha êdî qad dibe qada xwedanên biçûk…
Li du belavbûna vê bûyerê şêxê gund, mele û rûsipîyên gund li hev dicivin û ji bo guneha mezin ya Şemsê biryara ceza ya mirinê didin. Erê! Dê Şemsê bihatana kuştin û ew bi xwe jî ji bo xilasiya vê rewşê benda mirina xwe bû ji xwe. Wê dixwestin ku bi guleyek hemû êş û kulen wê bi dawî bibe lê nizanibû ku dê xilasiya wê bi guleyekî na, dê bi hezar keviran bibe.
Ew roja ku Şemsê ne bi dilekî bi heft dilan benda wî bû ango roja kuştina wê êdî hatibûn. Dû kesên ku bi anîna Şemsê erkdar bûn hatin û wê ji mala wê girtin. Herduyan jî bi çavekî naxoş li wê dinêriyan. Mîna ku Şemsê heram bûn, qirêj bûn, şeytên bûn… Bi van nihêrtinên xwe Şemsê ya ku bi zindî kefenê wê li wê kiribûn ber bi qada recme ve birin.
Şemsê dema ku gihîşt qadê li hemberî korta pêşiya xwe û qelebalixiya qadê ecêp mabû. Gelo ewqas kes ji bo çi hatibû, ew kortal ji bo çi bû? Gelo ew qas kes ji bo kuştina Şemsê zêde nebû?
Di hişê wê de gelek pirs hebûn…
Şemsê bi tehmdana wan her du kesan ber bi kortalê ve meşiya û bi gotina herdu zilaman ket nava kortalê. Piştî ku Şemsê ket kortalê her du mêran ji bo ku Şemsê nikaribe bireve valahiya kortalê bi axê tijekirin û axê dewisandin û ji wê dûr ketin. Di wê deme de meleyê gund jî li pêşiya gel di deste wî de qurana pîroz ji gel re behsa zînayê, şerîatê, xwedan û Quranê dikir. Piştî hemû gotinên wî dor hatibû li ser pêkanîna recmê. Û bi hêz û xûrtbûna xwedanekî biçûk dest bi axaftinê kir;
Ey gelê misilman! Ji bîr nekin, cirma zînayê rê nade dilrehmiyê. Ku em kevir bi rû û rûçikên wê de nebarînin, ew ê ji esman li ser me bibarin. Ji ber vê yekê wekî ku hûn şeytan diricimînin û didin ber keviran lê daweşînin. Erê Mele bi vê gotina xwe Şemsê kiribû şeytên. Şeytana ku bi bingeha feraset û tevgerên xwe yên xerab dibûn sedema hesudî, xedarî, dilhişkî û bêrehmîyê. Lê yê ku meleyî jî dikirin dilhişkî û xedarî nebû ? Wê çaxê li hemberî dilhişkî û xedariya wî de şeytana rast ew an Şemsê bû?
Û mele ji gotinan têr nedibû her ku diçû gotinên xwe zêde dikir û didomand; Ji bîr nekin hûnê bi avêtina her kevirekî ji gunehên xwe xilas bibin û namûsa xwe paqij bikin…
Û wexta kevir avêtinê, Ji ber ku gunehkar ji nişka ve û bi derbeya ewil nemire her wiha di her derbeyê de canê wê biêşe û ji kirinên xwe poşman bibe. Divê kevirên we ne pir mezin ne jî pir biçûk bin. Vaye şeytan li hemberî we ye…
Û piştî gotinên xwe ji bo avêtina kevira ewil gazî Nedîm dike. Lê deste Nedîm naçe kevirê û di cihê xwe de disekine. Piştî vê rewşê mele ji bo ku gel xwînsariya xwe winda neke, kevirek digire destê xwe û diweşîne Şemsê. Bi avêtina kevira ewil ve Şemsê gelekî diêşe lê deng nake. Benda kevirên xwedanên xwe yên din disekine û bi avêtina her kevîrek di dile xwe de DIBÊJE “yarebbî ev çi ezab bû, ev çi xezabbû…”
Bi rastî jî ev çi ezab bû ev çi xezab bû? Ma wê çi kiribû, qey guneha wê ewqas mezin bû ku rehma Xwedanên wê jî têrî xilasbûna wê nedibû? Xwedan kê bû, çend heb bû? Madem hemû Xwedê bûn çima ji bo ku ji gunehên xwe xilas bibin pêwîstiya wan bi keviran hebûn? An jî kevira ewil çima ya mele bû?
Ma Îsa ji gel re negotibû “Bila yê bêguneh kevira ewil biavêje”, hema di nava wan de gelo kesekî bêguneh hebû?