Ji jinên girtî re kart hatin şandin
- 16:55 29 Kanûn 2024
- Rojane
ENQERE - Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê kartên serê salê yên bi daxwazên azadî û aştiyê ji girtiyên jin ên li girtîgehê re şandin.
Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê ji girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê û Girtîgeha Girtî ya Jinan a Kayseriyê re kartên sala nû şandin.
Di kartên sala nû de jinan daxwazên xwe yên azadî û aştiyê parve kirin da ku di sala nû de têkoşîna aştî û azadiyê hîn zêdetir mezin bibe.