ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2025'AN

  • 09:00 1 Çile 2025
  • Rojev
 
* Hevseroka KCD E-E’yê Zubeyde Zumrut da zanîn ku heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan neyê mezinkirin wê li Ewropayê pêngavê mezin bikin û got: “Di 11’ê Çilê de di bîranîna Sakîne Cansizan de em ê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan biqîrin. Em ê çalakiyên 15’ê sibatê jî parve bikin." BI DÎMEN
 
*Rojnamegeran hevalên xwe Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan vegotin û gotin: “Çav û guhê Cîhanê li şoreşa Rojava bû û vê eleqeyê ew biriye Rojava.” Ji bo Nazim Daştan jî wiha hat gotin: “Kesekî profesyonel bû, rojnamegerekî baş bû. Rûken bû.” Rojnamegeran diyar kirin ku wê têkoşîna hevalên xwe dewr bigirin. DÎMEN HEYE
 
*Gulîzar Konak a Elewî  diyar kir ku sala nû pêşwazî dikin û der barê cejna Gaxan ya her sal Elewî pîroz dikin de axivî û got ev cejna ku bi rojan didome, xwedî naverokek dewlemend û rengîn e. DÎMEN HEYE
 
*- Parêzer Gevriye Atli cezayê li gumanbarên qetilkirina Narînê hatiye birîn û asta lêpirsînê nirxand û got: “Hêzên ewlehiyê dereng xwe gîhandin delîlan. Yekane sedema xwenegîhandina delîlan derengmayîn bû. Delîl zû bihata bidestxistin wê rewş cuda bûna.” DÎMEN HEYE