Li Bazîdê şaredariya civakî

  • 09:03 23 Nîsan 2025
  • Rojane
Neslîhan Kardaş
 
AGIRÎ - Şaredariya Bazidê di nava salekê de projeya Navenda Piştevaniya Jinan, Kîtap Duragi, Jin Kafe û ji bo zarokan li 14 taxan 14 projeyên parqê pêk anî.
 
Şaredariya Bazid a Agiriyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên herêmî yên 2024’an de ji sedî 57.99 deng girt û hat hilbijartin. Hevşaredara Bazidê Aygul Aşan der barê xebatên şaredariyê de ji ajansa me re axivî.
 
Aygul Aşan da zanîn ku dema nû hatine hilbijartin şaredarî bi deynekî mezin girtine û ligel vê jî ji hewcedariyê zêdetir xebatkar hatibûne girtin. Aygul Aşan wiha got: “Vê rewşê em xistin zorê. Em neçar man ji sedî 50-60 butçeya xwe bidin xebatkaran. Mixabin me butçeya dida personelan nikaribû ji tiştekî din re xerc bikira. Di alî jinê de bendewariyên mezin hebûn. Hedefa me ev bû ji bo jinan qadên aborî, civakî û psîkolojîk bên avakirin.”
 
‘Me Navenda Şêwirmendiya Jinan vekir’
 
Aygul Aşan wiha dirêjî dayê: “Di bin bana şaredaredariyê de du salonên sporê yên jinan hebûn. Pereyê van salonan pir zêde bûn. Me got bila hemû jin xwe bigihîninê û me biha ji nûve diyar kir. Heta ji destê me hat me daxist asta herî joır. Me Navenda Şêwirmendiya Jinan vekir.Me li vê navendê ji bo zarokan qada lîstikê vekir.”
 
‘Li 14 taxan 14 parq’
 
Aygul Aşan di berdeawmiyê de wiha got: “Zarokan ji me parq dixwestin. Me projeya li 14 taxan 14 parq da destpêkirin. Demek kurt de wê bikeve meriyetê. Her wiha me projeya ‘Kîtap duragi’ pêk anîn. Her xwendekar dikare ji vir ji bo dersên xwe bê pere fotokopiyan bigire. Ligel Kîtap Duragi me ‘Jinkafe’ vekir. Jin wê li vir dema xwe li vir bi pereyekî kêm derbas bikin. Di nave hedefên me de Navenda Çandê jî heye. Li Bazirê navenda me ya çandê tuneye. Hedefa me eve ku em vê pêk bînin.”