Xwendekaran ji bo Rojîn Kabaîş banga ‘edaletê’ kir

  • 17:40 1 Çile 2025
  • Rojane
COLEMÊRG - Xwendekaran li zanîngeha Colemêrgê daxuyanî dan û ji bo Rojîn Kabaîş banga edaletê kirin.
 
Xwendekara pola yekemîn a Beşa Pêşdibistanê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) Rojîn Kabaîş a 21 salî, di 27’ê Îlonê de winda bû û cenazeyê wê di 15’ê Cotmehê de li Perava Mollakasim hate dîtin. Xwendekarên Zanîngeha Colemêrgê li navena sûkê ya Colemêrgê daxuyaniyek dan û balkişandin ser qetiklirina jinan. Li ser navê komê Azîme Karabulak daxuyanî xwend û got divê di doza Rojîn Kabaîş de edalet pêk bê.
 
Azîme Karabulak wiha got: “Em ji bibin dengê malbata Rojîn Kabaîş hatin gel hev. Em ligel malbatê ne û dengê wan in. Daxwaza me eve ku xesasiyeta di doza Narînê de hatiye nîşandan di ya Rojîn Kabaîş de bê nîşandan. Divê gumanbar li ber edaletê hesab bidin.”
 
Pismamê Rojîn Kabaîş, Azad Kabaîş jî axivî û got: “Mixabin jiyan û pêşeroja Rojînê qetil kirin. Em niha ji dozgeriyê encamekê nagirin. Apê min sê mehe derî bi derî digere lê dengê xwe nade bihistin. Kezeba me şewitî. Xwezî îro Rojîn ligel me bûna. Wê tiştên xweş bijiya. Divê demildest kujerên Rojînê bên dîtin.”