Xwendekar ji bo Rojîn Kabaîş û Gulîstan Doku meşiyan
- 14:05 6 Çile 2025
- Rojane
DÊRSIM - Xwendekarên Zanîngeha Munzûrê ji bo Rojîn Kabaîş û Gulîstan Doku meşiyan. Piştî meşê xwendekaran peyam dan ku ew ê polîtîkayên şerê taybet têk bibin.
Xwendekarên Zanîngeha Munzurê, ji bo Gulîstan Doku ya ku di 5'ê Çileya 2020'an de li Dêrsimê hat windakirin û careke din agahî jê nehat girtin û Rojîn Kabaiş a ku di 27'ê Îlona 2024'an de li peravê Kampusa Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê hat windakirin li kampusa zanîngehê meşiyan. Xwendekaran wêneyên Rojîn KabaÎş û Gulîstan Doku hilgirtin û pankarta "Jin jiyan azadî" vekirin. Dirûşma “Gulistan li ku ye? û "Bibe dengê Rojînê" hat berzkirin. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn û li ser navê xwendekaran Rûken Ecer metna daxuyaniyê xwend.
Rûken Ecer, anî ziman ku Gulistan Doku 5 sal berê di encama polîtîkayên rejîma şer û sîstematîk hat windakirin û got: "Rejîma şerê taybet bi hemû sazî û polîtîkayên xwe yên qirêj tiştên bi serê Gulîstanê de hatiye ronî nake. Gumanbarê sereke Zaynal Abakarov nayê darizandin. Her wiha bi hemû delîlan diyar dibe ku Rojîn Kabaîş a di bin navê întîxarê de hatiye qetilkirin, întîxar nekiriye. Kuştina Rojînê jî mîna windakirina Gulîstanê ye. Ji polîtîkayên hişmendî û sîstematîk ên rejîma şerê taybet û îdeolojîk e.
Li Kampusa Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê ku tijî kamera ye ji bilî wêneyekî Rojîn Kabaîş tu wêne nehat parvekirin, ji ber hewldana alozkirina bûyerê û veşartina wê ye. Rejîma şerê taybet a ku bi tedbîrên xwe yên ewlekariyê kampûsan bê mirov dike, mixabin li ser kuştina Rojîn yek delîlekî jî nabîne. Em dizanin ku ev yek ne tesaduf e, encama polîtîkayên qirkirina jinê yên rejîma şerê taybet e.
Bi hişmendiya ku wê edaleta civakî bi pêşengiya jinan pêş bikeve, em dibêjin edalet ji bo Rojîn û Gulîstanê, edalet ji bo her kesî. Em ê rê nedin van polîtîkayên zîhniyeta serdest a mêr. Bi mezinkirina têkoşîna xwe ji kampusan heta kolanan, em ê polîtîkayên şerê taybet têk bibin. Em ê hesabê hemû hevalên xwe yên hatin qetilkirin û windakirin bipirsin."