DEM Partî ji bo nirxandina peyamên Ocalan civiya
- 11:12 6 Çile 2025
- Ramyarî
ENQERE - MYK’a DEM Partiyê ji bo nirxandina peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan civiya.
Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan li navenda giştî ya partiyê civiya.
Hat zanîn ku dê di civînê de geşdanên li cîhan, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bên nirxandin û rojeva sereke ya civînê jî peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a bi rêya Şandeya Îmraliyê bi raya giştî re hatiye parvekirin e.
Peyama Abdullah Ocalan a ji 7 xalan pêk dihat û bi raya giştî re hatiye parvekirin wiha ye:
“* Jinûvexurtkirina biratiya Tirk-Kurdan biqasî berpirsyartiyeke dîrokî, di heman demê de ji bo diyarkirina qedera hemû gelan diyarker e, girîng û mijareke lezgîn e.
* Ji bo pêvajo bi ser keve, hemû derdorên siyasî yên li Tirkiyeyê bêyî ku bikevin nava hesabên demkî û teng, hewceye înîsiyatîfê li xwe bigirin, çêker nêz bibin û ji hêla erênî ve sûdewer bin. Ev yek pir girîng e. Bêguman yek ji zemînên vê sûdeweriyê ya herî girîng jî dê TBMM be.
* Geşedanên li Xeze û Sûriyeyê nîşan dan ku çareseriya vê pirsgirêka ku bi mudaxileyên derve re her ku diçe bêhtir kûr dibe, ketiye rewşeke wisa ku nabe ku êdî were taloqkirin. Di çarçoveya vê micidahiyê de, ji bo ev xebat were biserxistin, piştevanî û pêşniyarên muxalefetê binirx in.
* Ez jî xwedî wê zanebûn û biryardariyê me ku ji hêla erênî ve piştgiriyê bidim paradîgmaya ku birêz Bahçelî û birêz Erdogan hêz didinê.
* Şande dê vê nêzikatiya min hem bi dewletê re hem jî heke hewce bike dê bi derdorên siyasî re parve bike. Di vê çarçoveyê de, ez amade me ku gava erênî biavêjim û bangawaziya pêwîst bikim.
* Ev hewldanên me tevek dê welat bigihijîne asta heq dike û di heman demê de ji bo veguherîneke demokratîk jî dê bibe rênîşaneke pir bi nirx.
*Ji bo Tirkiye û herêmê dem dema aştî, demokrasî û biratiyê ye.”