Tulay Hatîmogûllari têkildarî gotinên wê yên hatine berevajîkirin daxuyanî da
- 14:16 6 Çile 2025
- Rojane
ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku daxuyaniya wê ya duh hatiye berevajîkirin û wiha got: “Hemû hewldana me ji bo aştiyeke birûmet e.”
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di civîna Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) duh li Amedê bi gel re lidarxistî de gotibû: “An dê şikestineke erênî çêbibe û em ê aştiyê ava bikin, an jî dê her der mîna Xezeyê bibe.” Tulay Hatîmogûllari, têkildarî berevajîkirina van gotinên xwe, daxuyaniyeke nivîskî da.
Hewldana ji bo aştiyeke bi rûmet
Tulay Hatîmogûllari, wiha got: “Hêza kesî wê têrê neke ku israr û gotina me ya ji bo aştiyê berevajî bike. Hewldanên me hemû ji bo aştiyeke bi rûmet e. Ewqas. Axaftina min a li Amedê ya duh ji aliyê hin saziyên medyayê û medya dîjîtal ve hate berevajîkirin û ji wateya wê hate dûrxistin. Bi vî rengî îdîa kirin ku ji bo 'gefxwarinê' min ew gotin gotine. Ev pênase û nêzîkatî dûrî ji gotinên min e. Di demeke ewqasî krîtîk û girîng de divê bê zanîn ku em bi berpirsyarî û hesas tevdigerin.
Ya ku îro divê bê kirin ew e ku hem li nava sînorên Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navîn pirsgirêka Kurd bi rengekî demokratîk û aştiyane bê çareserkirin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ku di heman demê de herêmî ye, weke partî çi ji destê me tê em amade ne bikin û vê yekê di her gotinê de em bilêv dikin. Çareseriya aştiyane yekane rêya rizgariya ji her cure hilweşînê ye. Mijara ku min xwest destnîşan bikim, ev e.
Em ew partî ne ku ji tecrûbeyên xwe zanin, di demeke bi vî rengî de zimanê nerazî û gefxwarinê çareseriyê bi xwe re nîne. Meseleya me ya esasî ew e ku ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane gav bêne avêtin."