Cenazeyê rojnamevanan ber bi Mêrdîn û Agiriyê ve hatin rêkirin

  • 15:46 6 Çile 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Cîhan Bilgîn û Nazim Daştan ku di encama êrîşa Dewleta Tirk de hatibûn qetilkirin bi merasîmekî girseyî li bajarê Qamişlo bi diruşmeya “Şehîd Namirin” hatin rêkirin.
 
Di 19 ê Kanûna 2024 an de Dewleta Tirk  rojnamevan, Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dema li ser erka xwe bûn û êrîşên hovane ên Dewleta Tirk, û çeteyên girêdayî wî ên li ser heremê dişopandin, li ser rêya di navbera Bendava Tişrînê û bajarokê Sirînê yê Kantona Firatê de, bi balafira bê mirov û bi çek kirin hedef, û di encama êrîşan de herdu rojnamevan hatin qetilkirin.
 
Îro bi girseyeke mezin mersîma oxirkirina cenazeyên her du rojnamevanan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan, û şervana YPJ`ê  Avzem Çiya (Tulay Mihemed) û şervanên Hêzên Komandos Diyar Qamişlo (Bîlal Îbrahîm) û  Diyar Qamişlo, Luqman El Xemîs (Şam Qamişlo) yên ku di 2`ê Çileyê di berxwedana Bendava Tişrînê de jiyana xwe ji dest dabûn li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a Bajarê Qamişlo ê, Kantona Cizîrê a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate lidarxistin.
 
‘Şehîd hêvîya pêşerojê ne’
 
Piştî deqeyek rêzgirtinê li ser navê Sazîya Meclîsa Malbatên Şehîdan Şemsîxan Gilo axivî û got: “Îro em dibînin Kurd Ereb, Suryan,hemû destê xwe kirin bin barê giran û nîşana azadî û serkeftinê hildan mîna Cîhan û Nazim. Şehîd ewin ku emê tucarî doza wan bernedin û şopdarê wan bin. Tu kes nikare rêya brxwedanî û tekoşînê bigre.” 
 
‘Bênavber tekoşîn dan meşandin’
 
Li ser navê Yêkitîya Ragihandina Azad Ekrem Berekat axivî û got: “ Heval Cîhan û Nazim ruxmê hemû derfetên zehmet û zor berê xwe dan heremê, di hemû astan de ked dan ji bu dengê heqîqetê bê bihîstin. Nazim yêk ji wan kesayetên bu ku têkilîyên çeteyên DAIŞ û dewleta Tirk di 2014 an de, deşîfre kir. Cîhan Bîlgîn yêk ji wan rojnamevanên ku xeta sîxurtî deşîfre kir, û beramberê vê sekinî. Di astekî pir mezin bê navber tekoşîn dan meşandin. Dema hate xwestin berxwedana Tişrîn ê were parvekirin, bê dudilî çûn û şopandin."
 
Li ser daxwaza malbatên Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan, cenaze ber bi Bakurê Kurdistanê ve hatin rêkirin û li wir dê bispêrin axê.